Omer Axayê Dolemerî

Omer Axa Mihemed Omer Axa Şiwan bi navê Omer Axayê Dolemerî hatiye nas kirin. Pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, li şoreşa duyema Barzan (1943-1945) de xebatkar bûye. Li Komara Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Mehabadê de Pêşmerge bûye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan 1976-1991 û raperîn û serhildana bihara sala 1991 de kiriye. Li Pêşmergeyetiyê da çar caran birîndar bûye. Hilgirê madalya Barzanî ye, li rêkefta 10 ê Temûza 1995 li gundê Ziyaretê hatiye şehîd kirin.


Jiyanname

Omer Axayê Dolemerî di sala 1927 li gundê Lêlokî ya ser bi qeza Mêrgesorê ji dayik bûye. Di dema zaroktiyê de berxvanî û şivaniyê kiriye. Piştî wê yekê ku bi General Mistefa Barzanî diçê Yekîtiya Sovyetê, li wir bawernameya diplomê li beşa Çandiniyê de li Zanîngeha Taşkendê werdigre. Piştî vegeriyana ji Yekîtiya Sovyetê ya li sala 1959 li Birêveberiya Çandiniyê Hewlêrê hatiye damezrandin.


Xebatname

Piştî destpêkirina şoreşa duyema Barzan li sala 1943 û berdewambûna wê ya heta sala 1945 Omer Axa Dolemerî peywendiyê bi rêzên şoreşa duyema Barzan ve kiriye û li şerê Meydan Morîk de beşdar bûye. Ji ber beşdarî kirina li şoreşê, li 19 ê Tabaxa 1945 bi fermana dadgeha Urfî ya serbazî ve dest danîne li ser hemû mulk û malên wî û hatiye destgîr kirin.

 

Li 11 ê Tişrîna yekema 1945 û piştî şikesta şoreşa duyema Barzan, bi Mistefa Barzanî û hevalên wî re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Piştî damezrandina Komara Dêmokratîk ya Kurdistanê li Mehabadê, li 31 ê Adara 1946 li çarçêweya hêza Barzan da berevaniyê li Komara Kurdistanê kiriye.

 

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mehabad û vegerana Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê, beşdariya şerên Deşta Şino û Helecî li Rojhilatê Kurdistanê de kiriye. Her wiha ji wan Pêşmergeyan bûye ku li 19 ê Nîsana 1947 li rêya Xwakurk û Deşta Berazgirê ve bi axa Bakûrê Kurdistanê da vegeriya ye navçeya Şêrwan û Mizurî.

 

Piştî vegerana General Mistefa Barzanî li 15 ê Gulana 1947 li gundê Erguşê civînek bi hevalên xwe re dike û ji wan dixwaze biryara xwe ya li mayîn yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê de bidin. Li wir da tevahiya hevalên wî biryara berdewamîdanê û çûna Yekîtiya Sovyetê didin. Li 23 ê Gulana 1947 bi General Mistefa Barzanî re çûye Yekîtiya Sovyetê û li şerê geliyê Qitur û şerê Pira Mako yê de beşdariyê kiriye û piştî dijwarî û kedeke zêde li 18 ê hezîrana 1947 li rûbara Aras ku dikevê tixûbê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûn.‌

 

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, li 18 ê hezîrana 1947 bi hemû ‌hevalên xwe re li bajarê Nexçewanê Komara Azerbaycanê heta çil rojan li komelgehekî Serawela‌ ku bi telên dirk kirî hatibû dorpêç kirin, man û ji aliyê komek serbazan ve dihatin parastin û li rûyê xorek û cilûberg û hatin û çûnê wekî esîr û dîlên şer muamele li gel wan da dihate kirin. Paşê li ser biryara Hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer ya li Komara Azerbaycanê de hatin dabeş kirin. Li 10 ê kanûna yekema 1947 ji bo serbazgeheke li ser deryaya Xezer ya li Baku ya paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhestin û li rêkefta 23 ê heman mehê da cilubergên serbazî bi wan hatiye dayîn û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêr meşq û fêrkirina serbazî bi wan hatiye dayîn. Li heman demê de rojane heta çar demjimêran ji aliyê hinek li hevalên xwe ve ku xwendewariya wan hebû waneya fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatiye dayîn.

 

Piştî muameleya xerap ya Ce'fer Baqirov bi hevalên wî re, biryarê didin ji wargeha serbaziya (29 ê Tebaxa 1948) ji Komara Azerbaycanê ji bo komelgeha Çirçuk ya li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekîstanê bêne veguhestin û li wir jî fêkirina waneyên serbazî de berdewam dibin‌.

 

Li Adara 1949 bi hevalên xwe re bi awayeke deste û tîm bi tren û şemendeferê li ser gundên hervaziyên Yekîtiya Sovyetê da hatin dabeş kirin û li cotgeh û kêlgeha Kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê werdigirtin û paşê beşa hikûmetê didan de) kar dikirin.

 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê de nameyek digihe destê Stalîn ku têda Barzanî behsa rewşa hevalên xwe dike û ew jî yekser biryara pêkanîna lîjneyek dide ji bo lêkolîna li rewşa hevalên Barzanî û dawiyê de biryara lîjne ewe dibe ku hemû li bajarê Virîvîskî bêne kom kirin. Ji bo wê yekê nav bihurî li meha tişrîna duyema 1951 diçê bajarê Virîvîskî ya li Sovyetê.

 

Piştî şoreşa 14 ê Temûza 1958 li Iraqê û vegerana General Mistefa Barzanî, li 25 ê şubata 1959 û li gor her du maddeyên sêyem û heftem û birgeya (A) li maddeya dehem û kar kirina bi maddeya (11) bi pişt bestina bi yasaya hemwarkiriya hejmara 19 ya li sala 1959 da, ew bi xwe û hevalên wî ber lêborîna giştî ketin.

 

Li sala 1958 Komara Iraqê bi Serokayetiya Ebdulkerîm Qasim dadimezrê, nav bihurî li 16 ê nîsana 1959 bi hevalên xwe re bi keştiya Grozya li rêya bendera Basra ve‌ hatin Başûrê Komara Iraqê û ji wir jî vegeriyan Kurdistanê.

 

Berî şoreşa Eylûlê destpê bike, erkê xwe yê fermî bi cîh hiştiye û vegeriya ye cem Serok Mistefa Barzanî. Di sala 1961 beşdariya şerê geliyê Zawîte û Serê Akrê û Pîrisê kiriye û yek ji wan serqolan bûye ku bi Serok Mistefa Barzanî re çûye navçeyên Sengeser, Ranye û Dîlman. Di sala 1963 dema hikûmeta Iraqê êrîş kirin û xwest navçeya Barzan dagîr bike, bi General Barzanî re vegeriya navçeyê û General Hêzekî Pêşmergeyan bi Fermandeyî ya Omer Axa şandiye navçeya Şuş û Şermin û encamê de ew hêz û hêzên qolên din êrîş kirine ser dijmin û li rêkefta 26 ê hezîrana 1963 paşve kêşiyê bi dijmin dane kirin. Lê belê piştî topbaran kirina navçeyê ji aliyê topxaneyên dijmin ve, Omer Axa birîndar bûye. Piştî rawestana şer bi awayeke demkî, bi Serok Mistefa Barzanî re çûye Dîlman. Li sala 1974 beşdariya şerê Pênciwênî kiriye û piştî vegeriyanê çûye yekîneya topxaneya hêza Balek.

 

Piştî şikesta şoreşê û çûna Barzanî ya welatê Îranê, Omer Axa jî ku pasevanê General Mistefa Barzanî bû, pêre çûye Îranê. Piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê, li şoreşê de beşdar bûye û sala 1979 bi Serok Mesûd Barzanî re çûye Rajan û li xebatê de berdewam bûye. Heta raperîna Adara sala 1991 û li wir jî rola wî ya ber bi çav hebûye. Li 16 ê Tebax 1993 li kongreya yanzdehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa duyema Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve medalya Barzanî wergirtiye. Li rêkefta 10 ê temuza sala 1995 li gundê Ziyaretê şehîd bûye.


Çavkanî:

1- Hamîd Gewherî, madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, Bergê Yekem, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2015 z.).

2- Hemîd Gerdî, Puxtey Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr -Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004)

3- Heyder Faruq Alsamarayî, Ziya ce'fer wedewre Alsiyasî û Alaqtisadî fîl al Iraq, (London – Daralhukim 2016).

4- Li Bîranînên Fermandeyê Şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj bi Barzanî re, çûna Barzaniyan ya Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîrî - 1997 z.).

5- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998).

6- Nes qerar lecine ala'fu alam berd ala'tibar alî şehda sewre Barzan, Mecle rizgarî, ala'ded 2,3, almetbaa alrabite Bexdad, 1 Nîsana 1959.

7- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Naveroka hevpeyvîna bi Babekir Şêx Husên Laçîn, li rêkefta 10 ê kanûna duyema 2016 – Pîrmam.

 

 


Gotarên Têkildar

Surkan Mela Bas

Surkan Ebbas Feqê ku bi navê Surkan Mela Bas jî tê naskirin, pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920an de li Mêrgesorê ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de serpel bû û du caran birîndar bûye, di sala 1989’an de li gundê Mawîliyanê koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Siyamend Ezîz Aris

Siyamend Ezîz Aris, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1920 de li Mêrgesorê ji dayîk bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû û di nav Pêşmerge de fermandarê betalyonê bû, di sala 1966’an de li Çermegayê şehîd bûye

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Ehmed

Silêman Mîrxan Ehmed, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1930 de li gundê Xerdin ji dayîk bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrata Kurdistanê ya Mehabadê pêşmerge bû û li komarê birîndar bûye, di Şoreşa Îlonê de beşdar bûye, di nav Pêşmerge de serliq bû, Di 23'ê Adara 1962'an de di şerê Baadrê de şehîd bûye.

Agahiyên bêtir

Silêman Mîrxan Areb

Silêman Mîrxan Areb, pêşmerge û rêhevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, di sala 1928an de li gundê Kanyedêrê ji dayîk bûye, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê Pêşmerge bû û di her du şoreşên Îlonê û Gulanê de beşdar bûye, di sala 2007 de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Şêx Zubêr Ebdulla

Şêx Zubêr Ebdulla, bi navê Şêxo Zuber jî tê naskirin, Pêşmerge û rêheval Barzanî ji bo Yekîtiya Sovyetê, di sala 1925an de li gundê Reziyan ji dayik bûye, di Şoreşa Barzan a Duyemîn de têkoşer bû, li Komara Demokrat a Kurdistanê li Mehabadê pêşmerge bû, di Şoreşa Îlonê de beşdar bû, di sala 2008an de koça dawî kir.

Agahiyên bêtir