Elî Ebdula Emîn, bi navê (Coş) hatiye nas kirin, mamostayê partiyetî, endazyar û siyasetmedar, di sala 1941 an de li endamên Partiya Hîwa bûye. Di sala 1943 an de li rêza komeleya Mîllet da xebatê kiriye. Di sala 1944 endamê Yekîtiya Têkoşînê (Wehde Al Nizal) bûye. Di sala 1945 an de endamê mekteba siyasî ya Partiya Şoreşê bûye. Di sala 1945 an de Sekreterê Partiya Rizgariya Kurd bûye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem bi endamê komîteya bi cîh karê navendî û paşê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin. Di sala 1953 li kongreya sêyem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq de hatiye hilbijartin. Di sala 1959 an de li kongreya çarem bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq hatiye hilbijartin. Di sala 1960 an de li kongreya pêncem bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de li kongreya heftem bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1970 an de li kongreya heştem de bi endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1976 an de yek ji endamên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li konferansa Berlînê de bûye.
Di sala 1979 an de li kongreya nehem de bi Sekreterê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de li kongreya dehem de pileya Cîgirê Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye. Di sala 1993 an de li kongreya yazdehem de bûye Cîgirê Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî. Di sala 1999 an de li kongreya diwazdehem de cara sêyem bûye Cîgirê Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
Jiyanname
Elî Ebdula Emîn, di sala 1926 an de li bajarê Koye û ji malbateke navdar ji dayik bûye. Bekaloryosa endazyariya bînasazî ji kolêja endazyariya Bexda yê wergirtiye. Di sala 1941 an de li bajaroka Koye peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwa ya Kurd re kiriye. Di sala 1943 li rêza komeleya Mîllet da xebatê kiriye. Di sala 1944 endamê Yekîtiya Têkoşînê (Wehdiye Al Nizal) bûye. Di sala 1944 an de endamê desteya nivîskarên kovara Yekîtiya Têkoşînê bûye. Di destpêka havîna 1944 an de bi mebesta yekgirtina komeleya Yekîtiya Têkoşîn û Partiya Komunista Iraqê li bajarê Bexda, hevdîtinê bi Yusif Selman Yusif ( 1901 - 1949 ) ku bi navê Fehd hatibû nas kirin û Sekreterê Partiya Komunista Iraqê re kiriye, lê belê navbihurî bê merc endamêtiya wan qebûl kiriye. Di sala 1945 an de endamê mekteba siyasî ya Partiya Şoreşê bûye. Di sala 1945 an de Sekreterê Partiya Rizgariya Kurd bûye. Di sala 1945 an de endamê desteya nivîskarên rojnameya Şoreş ya organa Partiya Komunista Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1945 an de endamê desteya nivîskarên rojnameya Rizgarî ya organa Partiya Rizgariya Kurd bûye. Di sala 1946 an de dezgeha çapa hevbeş ya Partiya Komunista Kurdistana Iraqê û Partiya Rizgariya Kurd li wê xaniya ku têda hatibû veşartin ew jî li bajarê Bexda heman xaniyê de jiyaye. Di sala 1946 pertûkxaneya Hacî Qadirê Koyî li bajarokê Koye bi mebesta pêşxistina bi rewşenbîriya di navbera cemawer da damezrandiye. Di sala 1946 an de ji aliyê parêzer Hemze Ebdula Omer (1915 - 1998 ) ve hatiye raspardin da ku danustandinê bi parêzer Îbrahîm Ehmed Fetah (1914 - 2000) berpirsê komeleya Jiyanewey Kurd (J.K) li Silêmaniyê re bike bi mebesta hatina nava hizba Partiya Dêmokrata Kurd. Endamê dawî ya serkirdayetiya kongreya yekem bû ku 71 salan li rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê da serkirdayetiyê kir, heta li roja dûşema 25 ê Eylûla 2017 ji bilî wê yekê ne tendirustbûna xwe li rapirsiya serbixweyî ya Kurdistanê da deng bi (Belê) daye. Berî sipêdehiya roja sêşema 24 ê tişrîna yekema 2017 ji ber nexweşiyê li nêzîkî bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li bajarê Hewlêrê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Elî Ebdula Emîn di sala 1946 an de li kongreya yekem de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya bi cîh kar ya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin. Di sala 1946 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1946 an de bi navê nihênî yê )Coş( li navbera rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê de dihate nas kirin. Di sala 1950 an de li konferansa Koye bûye endamê komîteya bi cîh karê navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd. Di sala 1951 an de ji bo demeke kurt bi şeş kesayetiyên dinê Partiya Dêmokrata Kurd de ji bo bajarê Musilê hatiye dûr xistin û li piştî pêdaçûna biryara sepandî ji aliyê dadgehê ve hatiye azad kirin. Di sala 1952 an de ji ber çalakiyên Kurdayetiyê li bendîxaneya Musilê de hatiye bend kirin. Di sala 1953 an de ji aliyê nûnerên kongreya sêyem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê hatiye hilbijartin. Di sala 1953 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di salên (1953 - 1954) an de ji ber lêgerîna wî ya ji aliyê Hikûmeta Paşayetiya Iraqê bi çend hevaleke wî re xwe li gundê Qortelas ya ser bi parêzgeha Hewlêrê veşartiye. Di sala 1956 an de li yekgirtina di navbera PDK û desteyek ji endamên Partiya Komunîsta Iraqê ku yekgirtina duyem tê hejmar kirin, bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê. Di sala 1957 an de ji ber hatina rêzên endamên dinê Partiya Komunîsta Iraqê ya li nav PDK ki bi yekgirtina sêyema PDK tê hejmar kirin bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê.
Li 10 ê kanûna yekema 1958 an de serpereştiya xwepêşandana hevbeş ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê û Partiya Komunista Iraqê li bajaroka Koye ji bo piştgîriya li Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) de kiriye. Li 26 ê temmûza 1958 an de beşdariya civîneke Koye de kiriye bi mebesta pêkanîna şanda Kurdî ya ji bo serdana bajarê Bexda û pîrozbahiyê li desthilatdarên komara nû ya Iraqê û pêşkêş kirina daxwazên neteweya Kurd û li 27 ê temmûza 1958 an de li baregeha Wezareta Berevaniya Iraqê hevdîtinê bi Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim re kiriye. Di sala 1958 an de li xebatkarên yekem da berpirsê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên kongreya çarem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq hatiye hilbijartin. Di sala 1959 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1959 an de li karmendên duyem ya lîjneya leqa dû da ku parêzer Şemsedîn Mihemed Osman (1933 - 2012) ku bi navê Şemsedîn Muftî hatibû nas kirin berpirsê wî bûye bi serpereştiyarê lîjneya leq hatiye destnîşan kirin. Di destpêka sala 1959 an de endamê lîjneya Bereya Niştimanî ya Koye bûye û ji bo çareseriya hemû kêşeyên bi Partiya Komunista Iraqê da li hemahengiyê da bûye. Li nava meha hezîrana sala 1959 an de wekî nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq pêşwaziyê li Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam (1892 - 1969) bi navê Şêx Ehmedê Barzanî hatibû nas kirin û şanda pêre li bajarokê Koye kiriye û gotara bi xêrhatinê xwendiye. Di roja şemiya 8 ê kanûna duyem ya 1960 an de li desteya damezrênerê qonaxa eşkere ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreya pêncem de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin. Di sala 1960 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin.
Di sala 1960 an de li xebatkarên sêyema lîjneya leqa dû de ku mamosta Celal Ebdulrehman Emîn (1928 - 1987) bi navê Celal Beg hatiye nas kirin berpirsê wî bûye û ji bo cara duyem bi serpereştyarê lîjneya leqa du hatiye destnîşan kirin. Li rojên 18 heta 23 yê kanûna yekema 1961 an de beşdariya civîna komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Ewalan ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê kiriye, bi mebesta berdewamîdana bi şoreşa Eylûlê ku ew di nava danustandinan de bûye. Li nava sala 1961 an de fermana bend kirina wî derketiye û xwe radest nekiriye û xwe li bajarê Hewlêrê veşartiye. Di sala 1961 an de serpereştiya hemû çalakiyên serbazî yên hêza Pêşmerge ya li nava bajarê Hewlêrê de kiriye û hana efser û piledarên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li nava artêşa Iraqê daye heta biçin pal hêza Pêşmerge. Li 8 ê tebaxa 1961 an de plana dest li ser da girtina cebxaneya seraya Polîsê Hewlêrê daye û li vê kirdarê de serkeftî bûye. Di sala 1962 an de berpirsê lîjneya leqa du bûye û bi jiyana nihênî ya li bajarê Hewlêrê de rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê birêve biriye. Di sala 1964 an de beşdariya civîna berfireh ya Mawet de kiriye. Di sala 1964 an de li kongreya şeşem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ji ber piştgîriya li bala mekteba siyasî ya li rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûr xistin. Piştî çûne pal grupa Îbrahîm Ehmed ـ Celal Talebanî li 28 ê kanûna duyema 1966 û çûna wan ya li nava Hikûmeta Iraqê û pişt kirina li şoreşa Eylûlê li 21 ê şubata 1966 an de bi Endazyar Nurî Sedîq Elî (1922 - 1983) ku bi navên Nurî Şaweys û Nurî Ehmed Teha (1921 - 1991) hatibû nas kirin, li nameyek da ji bo Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) amadehiya xwe ji bo xizmeta şoreşa Eylûl û Partiya Demokrata Kurdistanê derbiriye.
Li nava sala 1966 an de ji aliyê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve bi endamê lîjneya amadekarê kongreya heftem hatiye destnîşan kirin. Di sala 1966 an de wekî rêzgirtina li xebat û mayina li nava rêza şoreşê da li kongreya heftem bi endamê komîteya navendî û paşê bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de bûye berpirsê mekteba darayî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1966 an de endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1966 an de endamê nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ya encûmena serkirdayetiya şoreşa Kurdistana Iraqê bûye. Li 22 ê hezîrana 1966 an de endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye bi Serokayetiya Hebîb Feylî Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê ku bûye sedema cardana beyannameya 29 ê hezîran û ji aliyê Dr Ebdulrehman Bezaz (1914 - 1973) ya Serok Wezîrê Iraqê ve, li 15 ê Gulana 1967 an de bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî wekî endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya konferansa serbazî ـ ramyarî ya Kanî Simaq ( Hewlêr) ê da kiriye. Li meha tişrîna duyema 1968 heta meha şubata 1968 mamostayê waneyê dîrokî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê xula yekema fêrgeha pêgihandina kadîran ya li gundê Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Li meha nîsana 1969 heta meha tebaxa 1969 an mamostayê waneyê dîrokî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Navpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Li 1 ê hezîrana 1970 an de sernivîskarê rojnameya Birayetî bûye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreya heştem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1970 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Li meha temmûza 1970 an heta meha tişrîna duyema 1970 an mamostayê waneyê dîrokî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li xula sêyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexda bûye. Li 27 ê kanûna yekema 1970 bi parêzgerê Silêmaniyê hatiye destnîşan kirin û heta 1 ê Adara 1974 li ser kar bûye. Xwediyê îmtîyazê rojnameya Xebat bûye. Roja sêşema 3 yê şubata 1971 cemawerê Silêmaniyê li bajaroka Duzxurmatû ya parêzgeha Kerkûkê bi germî û cemawerî pêşwaziya wî kirin û heta ber bi bajarê Silêmaniyê pêre çûn û keyfxweşiya xwe bi destbikarbûna wî ya wekî parêzger kirin.
Li roja dûşema 30 ê tişrîna yekema 1970 bi mebesta zelal kirina rewşa ramyarî ya Iraqê û li ser vexwendina desthilatdarên Yugoslavya yê serdana Belgradê kiriye. Li roja dûşema 1 ê şubata 1971 beşdariya ahenga derçûna xula sêyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li baregeha lîjneya leqa pênc ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexda yê kiriye. Li 3 ê şubata 1971 bi parêzgerê Silêmaniyê hatiye destnîşan kirin. Roja sêşema 1 ê hezîrana 1971 wekî parêzgerê Silêmanî û endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pêşwaziya şandeke komîteya navendî ya Partiya Komunistên Bulgarîstanê kiriye. Li 16 ê tebaxa 1971 li ahenga yobela zîvîn an ku 25 saliya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê wekî parêzgerê Silêmaniyê gotar xwendiye. Roja çarşema 20 ê tişrîna yekema 1971 li parêzgeha Silêmaniyê pêşwaziya Elksan Kîrakosyan Cîgirê Serok Wezîrê Komara Ermenîstana Sovyetê û Karn Dîmêtiryan Sekreterê Partiya Komunista Ermenîstanê kiriye. Li 30 ê Adara 1972 an de wekî parêzgerê Silêmaniyê gotar pêşkêşî kongreya heftem ya Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê kiriye. Li meha tişrîna yekema 1972 li ser vexwendineke fermî ya korbenda Komunistên Yugoslavya û bereya niştimaniya Bulgarîstanê de serdana Yugoslavya û Bulgarîstanê kiriye. Li roja yekşema 8 ê nîsana 1973 li baregeha lîjneya leqa pênc ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê pêşwaziya şandeke hevbendî ya Komunistên Yugoslavyayê kiriye. Di sala 1973 an de mamostayê waneyê dîrokî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li xula çarema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Navpirdan bûye. Li roja înê ya 1 ê şubata 1974 wekî endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û parêzgerê Silêmaniyê beşdariyê li ahenga vekirina kongreya pêncem ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kiriye.
Li 12 ê Adara 1974 an de bi helkefta bi cîh nekirina peymana 11 ê Adarê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve dest ji kar vekişana xwe pêşkêşî Ehmed Hesen Bekir (1914 - 1982 ) Serok Komarê Iraqê kiriye. Li 2 ê nîsana 1974 bi fermaneke encûmena serkirdayetiya şoreşê ji parêzgerê Silêmaniyê hatiye xanenişîn kirin. Di sala 1974 an de berpirsê emîndarê giştî yê emîndariya giştî ya darayî ya li şoreşa Eylûlê bûye. Li 7 Gulana 1974 heta 8 ê Tebaxa 1974 an mamostayê waneyê program û peyrewa navxweyî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û çawayî ya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurd li xula pêncem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Zîniwêy Şêxî ya li nahiye ya Hacî Omeran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1974 an piştî derçûna yasaya encûmena yasadanan û encûmena bi cîh kar ya Herêma Kurdistanê de bi Wezîrê Darayî hatiye destnîşan kirin (Meclîs tenfîzî û teşrîî). Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê li Şahnişîna Îranê bûye penaber. Di sala 1976 an de bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (konferansa Berlîn). Di sala 1977 an de mala wî wekî cihê hewandina wan kesan bû ku peyama serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo Îdrîs Barzanî dianînin. Di sala 1979 an de bûye berpirs û paşê serokê lîjneya amadekarê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreya nehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1979 an de li yekemîn civîna komîteya navendî da bi Sekreter hatiye hilbijartin. Li 28 ê tişrîna duyema 1980 bi Serok Mesûd Barzanî re û bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wajoya peymana bereya niştimaniya demokratîk (al cebhe al wetaniye al demoqratiye) ku bi navê Bereya Cud hatibû nsa kirin bi Partiya Komunista Iraqê û Partiya Sosyalîsta Yekgirtiya Kurdistanê re bi mebesta hevkariyê çalakiyên hevbeş kiriye. Di sala 1981 an de bi sernivîskarê rojnameya Xebat ya organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo qonaxa çiya hatiye destnîşan kirin. Li roja çarşemeya 1 ê nîsana 1981 beşdariya ahenga vekirina xula heftem ya peymangeha pêgihandina kadîran kiriye. Li 1 ê nîsana 1981 heta 7 ê temmûza 1981 mamostayê waneyê yasaya leşkerî ya xula heftem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Rajan ya li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1982 an de hewla aştkirina Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Dêmokrata Gelê Kurdistanê daye.
Li roja 30 ê tişrîna duyema 1985 heta 3 ê nîsana 1986 mamostayê waneyê dîrokî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û kongreyên li xula heştem ya peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li gundê Rajan ya li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Li 12 ê hezîrana 1988 an bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Baregeha Xwakurk ya Partiya Komunistên Iraqê de wajoya peyrew û programa Bereya Kurdistanî kiriye. Di sala 1989 an de bi pileya Cîgirê Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya dehem de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1989 an de li kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji ber xebata wî li kongreya yekem ve heta kongreya dehem ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Li 12 ê kanûna yekema 1991 heta 18 ê şubata 1992 mamostayê waneyê dîrokê ya kongreyên yekem û duyem û sêyem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li xula nehema peymangeha kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Pîrmam ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Li 19 ê Adarê de beşdariya civîna Bereya Kurdistanî ya bi mebesta destnîşan kirina dema hilbijartina Encûmena Niştimaniya Kurdistanê û rewşa aborî û asayîşa Başûrê Kurdistanê de kiriye. Roja yekşema 16 ê tebaxa 1992 gotar li rojnameya Xebat ya organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê da belav kiriye. Di sala 1993 wekî xwediyê îmtiyaza rojnameya Xebat ya organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê muhleta fermî ji Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye. Di sala 1993 bûye Cîgirê Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî ya li kongreya yazdehem. Roja çarşema 9 ê tişrîna duyema 1994 li Baregeha Sekreteriyeta Celal Talebanî ya li bajarê Hewlêrê amadeyê civîna hevbeşa mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi mebesta nehiştina aloziyên di navbera wan de kiriye. Di sala 1999 an de û li kongreya diwazdehem de cara sêyem bûye Cîgirê Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li 6 ê kanûna duyema 2000 bi Serok Mesûd Barzanî re bi mebesta vekirina baregeha serekî ya dezgeha bilinda eylûlê ya li bajaroka Şeqlawe ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 2010 li kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi mamostayê partiyetiyê hatiye nas kirin. Endamê dawî yê serkirdayetiya kongreya yekem bû ku 71 sal li rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê da serkirdayetiyê kir heta li roja dûşema 25 ê Eylûla 2017 ji bilî ne tendirust bûna wî li rapirsiya serbixweyî ya Kurdistanê da deng bi (Belê) daye. Berî sipêdehiya roja sêşema 24 ê tişrîna yekema 2017 ji ber nexweşiyê li nêzîkî bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li bajarê Hewlêrê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî bûye.
Berhemên wî:
Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq heta sazkirina kongreya sêyema 1968.
Çavkanî:
Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.