Hemîd Berwarî

Hemîd Murad Mihemed, bi navên (Erîf Hemîd, Hemîd Berwarî, Newroz û Heloyê Germiyan), hatiye nas kirin. Di sala 1955 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 17 ê temuza 1961 an de li piştî eşkerebûna çalakiyên wî yên Kurdayetiyê ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Leşkerî Du ya Artêşa Iraqê ve peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya nehem) de ha


Jiyanname

Hemîd Murad Mihemed bi navên (Erîf Hemîd, Hemîd Berwarî, Newroz û Heloyê Germiyanê), hatiye nas kirin. Di sala 1935 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1975 û li piştî şikesta şoreşa Eylulê wekî penaber çûye Şahnişîna Îranê. Li 14 ê nîsana 2011 an de li nexweşxaneya Azadî ya bajarê Dihokê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Swêdî bûye.

 

Xebatname

Di sala 1952 an de li artêşa Şahnişîna Iraqê de bi pileya Erîf xizmetê kiriye. Di sala 1955 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata  Kurdistanê re kiriye û bi navê nihênî yê Newroz ve li hêla serbazî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ـ Iraqê de xebat kiriye. Di ‌salên (1956 - 1958) bi tometa belav kirina wêneyên Serok Mistefa Barzanî ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Artêşa Şahnişîna Haşimî ya Iraqê ve hatiye bend kirin. Piştî darbe û kudêtaya 14 ê temuza 1958 an azad bûye û vegeriya ye nav rêzên Artêşa Komara Iraqê. Li 17 ê temuza 1961 an de li piştî eşkere bûna çalakiyên wî yên Kurdayetiyê ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Leşkerî Du ya Artêşa Iraqê ve peywendiyê bi rêzên hêza Pêşmerge re kiriye. Li 17 ê temuza 1962 an de beşdariya çek kirina bazgeha polîsê Rêdar ya li tixûbê parêzgeha Kerkukê de kiriye. Li havîna 1962 an de beşdariyê li şerê binkeya polîsê Axceler ya li tixûbê parêzgeha Kerkûkê da kiriye.

 

Li zivistana 1963 beşdariyê li çendîn pêkdadana nav bajarê Kerkûkê dijî bi binkeyên desthilatdarên Iraqê kiriye. Di sala 1962 an de fermandeyê betalyona pênc ya Cebare ya ser bi hêza Qeredaxê bûye. Di sala 1963 an de serleq bûye li leqa yekê hêza Qeredaxê, li payîza 1963 an de fermandeyê lêdana birêveberiya polîsên nahiye ya Qadir Keremî ya li tixûbê parêzgeha Kerkûkê kiriye. Li 12 ê temuza 1964 an de beşdariya pak kirina devera Mawet ya li tixûbê parêzgeha Silêmanî li hêzên bala mekteba siyasî de kiriye. Li 4 ê hezîrana 1965 li destana Qeredax ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê da li wê demê ku ser leq bûye li betalyona pênc ya li hêza Qeredax li beramber‌ çar tîpa Artêşa Iraqê da berevaniyê dike û wan têk dişkênê û ji aliyê Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) fermandeyê giştî ve ew dikin fermandeya betalyonê pênc ya li hêza Qeredaxê, li 15 ê nîsana 1967 bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî ya Kanî Simaq (Hewlêr) ê bûye.

 

Di sala 1968 an de beşdariyê li şerê Cebare ya li tixûbê parêzgeha Kerkûkê ya li dijî artêşa Iraqê da kiriye. Di sala 1968 an de beşdariya xula yekema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ya li qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye. Li dawî ya meha tebaxa sala 1969 an fermand‌eyê şerê Sergelu ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Li 18 ê tişrîna duyema 1969 an wekî fermandeyê betalyona pênc ya hêza Qeredaxê beşdariyê li destana Pîremegrun ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê da dijî bi hêzên artêşa Iraqê da kiriye û serkeftinê bi dest ve aniye. Li dawî ya sala 1969 an de wekî fermandeyê betalyona pênc ya Cebarî li hêza Qeredax de beşdariyê li şerê Surdaş ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê dijî bi hêzên artêşa Iraqê da kiriye. Di sala 1969 an de wekî fermandeyek beşdariyê li şerê (Helac ـ Dabanî) mezin ya li devera Germiyan ya ser bi parêzgeha Kerkukê de dijî bi hêzên grupa (Îbrahîm Ehmed ـ Celal Talebanî) kiriye. Li 18 ê tişrîna duyema sala 1969 an de fermandeyê betalyona Qeredaxê bûye û yek ji fermandeyên şerê Dola Cafayetî ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê de kiriye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê (kongreya heştem) de hatiye hilbijartin. Roja înê ya 5 ê hezîrana 1970 an de li baregeha Betalyonê ya li Qerehesenî ya ser bi parêzgeha Kerkukê pêşwaziyê li Dr Mehmud Osman û Mesûd Barzanî kiriye.

 

Li 6 ê kanuna yekema 1970 an de li Bexda li ber gullebarana sîxurên partiya Be'esa Erebî Sosyalîst dikevê û bi dijwarî birîndar dibe. Rojnameya bi zimanê Farisî (Itlaat) çapa Tehranê de bi girîngiyê ve behsa vê rûdanê kiriye. Li roja çarşema 13 ê kanuna duyema 1971 an de bi mebesta çareseriya birînên wî li rêya balafirxaneya Bexdayê ve diçe Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya. Di sala 1973 an de pileya wî hatiye bilind kirin û bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê. Li rojên 27 heta 29 ê tişrîna duyema 1973 an de beşdariyê li konferansa ramyarî ـ serbazî ya Çomanê da kiriye. Li destpêka sala 1974 an de endamê mekteba serbazî ya şoreşa Eylûlê bûye. Li 4 ê kanuna duyema 1975 an de endamê desteya planê serbazî ya şoreşa Eylûlê bûye.

 

Di sala 1979 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê (kongreya nehem) de hatiye hilbijartin. Di salên (1979 - 1984) an de berpirsê lîjneya leqa 8 ê Îranê ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê bûye. Di sala 1984 an de ji ber êş û janên wî û bi mebesta çareseriya pizîşkî çûye Şahnişîna Swêdê û li wir daxwaza mafê penaberiyê kiriye. Li 15 ê tişrîna yekema 1997 an bi nûnerayetiya Serok Mesûd Barzanî beşdariyê li merasîma derçûna xula nehem ya peymangeha teknelojiya ya Hewlêrê kiriye. Di sala 1989 an de nûnerê kongreya dehem ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê 1989 ya li gundê Hîşmawe ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1993 nûnerê kongreya yanzdehem ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê  ـ Yekgirtî ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1993 ji ber xizmeta wî ya li qonaxên karên nihênî, şoreşa Eylûl û Şoreşa Gulanê li kongreya yanzdehem ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê  ـ Yekgirtî da madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Di sala 1999 an de nûnerê kongreya diwanzdehema Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2010 an de nûnerê kongreya sêzdehem ya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye.


Çavkanî:

1 - Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, pertûka yekem, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 2019) rûpel 36 - 40.

2 - Mirov ku bûye kesekî siyasî divê helwesta wî hebê, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata  Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2186 Hewlêr, pêncşem 19 ê Eylula 1996 rûpel 10 - 11.

3 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê.

4 - Elî Sincarî, Al qeziye al Kurdiye wel hizb al Be'es al Arabî al aştirakî fî al Iraq, al cuz al sales, (Dihok ـ matbaa Xanî 2012) sahifa 482, 284, 386, 392.

5 - Fî sebîl al selam wal wehde al wetaniye fî sebîl tetbîq atifaqiye azar, (Bexdad ـ menşurat dar al taxî ـ matbaa al taxî 1973) sahife 66.

6 - Fî sebîl al selam wal wehede al wetaniye fî sebîl tetbîq atifaqiye azar, al qism al tas'a, cerîde al taxî, dar al taxî lil taba'a û wel neşir, al a'dad 1189 Bexdad, matbaa al taymes, al sabt, 18 tişrîn al sanî 1972 sahifa 8.

7 - Macid Abdalriza, al misaliye al qewmiye al Kurdiye fî al Iraq 1958 - 1975 (Bidun mekan 1987) sahifa 265.

8 - Habîb Mihemed Kerîm, Kerkuk û Sewre Eylul al mecîde, mucele Gulan al Arabî, merkez Gulan al saqafî, al a'dad 70, al sana al sadise, Erbîl, matbaa wezariye al terbiye 31, azar 2002, sahifa 39.

9 - Ebdurehman Şerefkendî (Hejar Mukriyanî), Çêştî Micêwir, (Parîs 1997) rûpel 549.

10 - Erbîl : Merasîm texeric al dewre al tas'a al talaba al ma'had al fenî, mucele Gulan Al Arabî, muesese Gulan al a'lamiye al a'dad 17, Erbîl, matba'a wezara al saqafe 25, tişrîn al awal 1997 rûpel 6.

11- Arşîfa Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata  Kurdistanê.

12 - Amadekirin : Kawe Emîn, Kurd li nêrîna Swêdiyan ve, (Silêmanî ـ navenda lêkolînên dîrokî Cemîl Rojbeyanî ـ çapxaneya Tehran 2017) rûpel 79.

13 - Al axwan Mesûd al Barzanî û al Dr Mehmud Osman yezuran ba'z al dawaer al hikumiye fî Kerkuk wîwaslan cultehema fî minatiq al muhafaza, cerîde al taxî, al adad 455, Bexdad, Matba'a dar Al cahiz, al sabt, 6 hezîran 197 rûpel 4.

14 - Al Barzanî Sîqled mecemu'a minazilîn mîdalyat al Barzanî, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistan ـ al muhed, al adad 943, Erbîl, al cuma 24 Eylul 1999 rûpel 4.

15 - Ardeşîr Peşeng, Kurdha der meyane ceng Iran û Iraq, (Tehran ـ neşir merez û bumha 1394 şemsî) rûpel 333.

16 - Hamîd Gewherî, Mistefa Barzanî Pêşmerge û Serok, (Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2017), rûpel 491 - 492.

17 - Hamîd Gewherî, madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ çapxaneya Hacî Haşim 2014) rûpel 33, 35, 37.

18 - Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat rîesiye) - 1946 - 1993 (Dihok ـ Matba'a Xebat 1998) rûpel 159, 175, 483.

19 - Hisu Hurmî, li mehat min heyat al amîr Tehsîn Sîd Alî bek, (Erbîl ـ Matba'a Rojhilat 2017) rûpel 142.

20 - Hemkar Mela Mustafa ra der Bexdad be galule zedend, rozname atlaat, şimare 13366, Tehran, pêncşenbe 19 azar 1349 şemsî sahife 1, 4.

21 - Kurdhay Iraqî axtar kerdend : Dest ruy dest nexwahîm guzaşt, ruzname atlaat, şimare 13369 Tehran, duşenbe 23 azar 1349 şemsî sahife 3.

22 - Xelîl Berwarî, Recul weqezîye, (Dihok ـ mektebe Al Bedirxanîyîn ـ matba'a Xanî 2008) sahifa 30, 37, 75.

23 - Seîd Nakam, bîranînên Seîd Nakam, (Hewlêr ـ  Belavkiriyên Aras ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 2003) rûpel 235.

24 - Şehîdê serkirde û herdem zîndî Îdrîs Barzanî li bîranînên Germiyan û Germiyaniyek da, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata  Kurdistanê  ـ Yekgirtî, jimare 2170, havîngeh, în, 31 ê Gulana 1996 rûpel 5.

25 - Şa'ban Saîd Mihemed, ez û hevirkî û pêlêt xema, (Dihok ـ çapxana kolêja yasa 2000), rûpel 59.

26 - Minsur Taracî, nexastîn ruznamengar û a'kas Iranî der sitad Pêşmergan Barzanî, ruzname atlaat, şimare 144458, qismet yazdehem, Tehran, seşenbe 25 tîrmeh 1353 şemsî, sahife 9.

27 - Şekîb Aqrawî, Senewat al mehene fî Kurdistan ahem al hewadis al siyasiye û al askariye fî Kurdistan wal Iraq min 1958 ala 1980, al taba'a al sanîye, (Erbîl ـ matba'a minar 2007) sahife 259.

28 - Şe'ban Elî Şe'ban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat - 2013) rûpel 118.

29 - Seday Pêşmergahay Kurd, ruzname xak û xun, şimare 37, yekşenbe, 19 dî maeh 1344 şemsi, sahife 4.

30 - Aqid actima' muese', axbar Kurdistan, cehaz al neşir wal a'lam fî al mekteb al siyasî lil hizb al demoqratî al Kurdistanî, al a'dad 20, kanun al awal, 1973, sahife 6.

31 - Ferhad Ewnî, Kîf alt al awza' alî astenaf al qetal fî Kurdistan rebî'a am 1974, mecele Gulan al Arabî, muesese Gulan al a'lamiye, al a'dad 28, Erbîl, 25 Eylul 1998 sahife 40.

32 - Kerîm Hebîb Hacî, Muzekeratî fî surtî Eylul û Gulan al mecîditîn, al tab'a al saniye, (Dihok ـ matba'a Xanî 2016) sahife 131, 139.

33- Mihemed Mela Qadir, xebatname kurte dîroka Partiya Dêmokrata  Kurdistanê û kultûra Barzaniyê Nemir, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha Çap û belavkirinên Aras 2007) rûpel 21.

34 - Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al muceled al sales, (Erbîl ـ matba'a wezara al terbiye 2002), sahife 253, 258, 331.

35 - Al minazil Hemîd Berwarî yexadir alî london lil astişifa, cerîde al taxî, al adad 639, Bexdad, matba'a dar al cahiz, al xemîs 14 kanun al sanî 1971 sahife 4.

36 - Mihemed Elî Îsmaîl, bîranînên min heftih sal temen û zêdetirê li nîv sedsala xebatê, (Bê cîh - 2019), rûpel 36.

37 - Wesfî Husen Ridênî, Têkoşerê dêrîn Hemîd Berwarî ji bo kovara Peyama Eylul dipeyve, kovara Peyama Eylul, komeleya Mamostayên Şoreşa Mezina Eylul, jimare 12 Hewlêr, tişrîna duyem ـ kanuna yekem 2009 - rûpel 61, 63.

38 - Wesfî Husen Ridênî, Destana Pîremegrun ـ Surdaş li sala 1969, (Hewlêr ـ Wezareta Rewşenbîrî ـ Birêveberiya Giştî ya Rojnameniyê û çap û belavkirinê  ـ çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî 2008 - rûpel 11, 19, 84.

39 - Wesfî Hesen Ridênî, Têkoşerê dêrîn Arîf Hemîd Berwarî, kovara Gulan, jimare 601 - Hewlêr -  çapxaneya Wezareta Perwerde, 31 ê tebaxa 2006 - rûpel 11.

40 - Rapora roja heftem ya kongreya 11, rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata  Kurdistanê, jimare 1726 Hewlêr, dûşem 23 ê tebaxa 1993 rûpel 1, 6.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir