Dr Mehmud Osman

Mehmud Elî Osman, bi navên (Dr Mehmud, Dr Mehmud Soranî û Dr Mehmud Osman), hatiye nas kirin. Li kongreyên 6,7 û 8 de bûye endamê komîteya navendî. Li kongreya heştem de bi endamê komîteya navendî û mekteba sîyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...


Mehmud Elî Osman, bi navên (Dr Mehmud, Dr Mehmud Soranî û Dr Mehmud Osman), hatiye nas kirin. Li kongreyên 6,7 û  8 de bûye endamê komîteya navendî. Li kongreya heştem de bi endamê komîteya navendî û mekteba sîyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1964 an de bûye endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistanê û paşê bûye endamê nivîsîngeha bi cîh kar (Al mekteb al tenfîzî) ya wê encûmenê. Li 15 ê nîsana 1967 an de wekî endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî ya Kanî Simaqê (Hewlêr) bûye. Li 10 ê kanûna duyema 1970 endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya danustandinên li ser otonomî ya Başûrê Kurdistanê bi karbidestên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî ya li bajarê Bexdayê bûye. Li 11 ê Adara 1970 an de endamê şanda Kurdî ya ji bo amadebûna rêwresmên cardana otonomî ya Kurdistanê bûye û gotara Serok Mistefa Barzanî ya li vê rêwresmê de li bajarê Bexdayê xwendiye. Li 12 ê hezîrana 1988 an de bi nûneratiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) li baregeha Xwakûrkê Partiya Komunista Iraqî li navçeyên azad kiriyên parêzgeha Hewlêrê wajoya peyrew û programa bereya Kurdistanî de kir. Li rêkefta 30 ê kanûna duyema 2005 an de bi Endamê Encûmena Niştimanî veguhestina Iraqê li ser lîsta hevpeymaniya Kurdistanî hejmara 130 de hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Mehmud Elî Osman bi navê Dr Mehmud Osman hatiye nas kirin û di sala 1938 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Qonaxa seretayî li Biyare û Silêmanî, qonaxa navendî û amadehî li bajarê Silêmaniyê temam kiriye. Di sala 1961 an de kolêja pizîşkiya giştî ya zanîngeha Bexdayê temam kiriye û bekaloryosa pizîşkiyê wergirtiye. Di sala 1961 an de yekemîn car Klinika xwe li bajarê Silêmaniyê vekiriye. Li destpêka sala 1974 an de emîndarê giştî yê emîndariya tendirustî û karubarê civakî ya şoreşa Eylûlê bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûye Îranê. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî, Fra‌nsî û Farisî ye.


Xebatname

Di sala 1953 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1954 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê‌ re kiriye. Yek ji rêberên xwepêşandanên Bexdayê ya li rêzên xwendekaran da bûye. Di sala 1955 an de li kongreya duyem endamê Sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye. Di sala 1956 an de bûye Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê. Di sala 1956 an de bûye endamê lîjneya leqa pênc ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê. Li 21 ê Adara 1957 an de beşdariya ahenga Newroza Bexdayê de kiriye. Di sala 1959 an de li kongreya çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraqê da ji ber nepeyrewî yê ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye derxistin. Mehmud Elî Osman di sala 1962 an de peywendiyê bi rêzên Pêşmerge re kiriye. Li meha Adara 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li devera Barzan xizmetê kiriye. Di sala 1964 an de mamostayê take xwendingeha navendî ya şoreşa Eylûlê ya li Gelale bûye û her li sala 1964 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve li kongreya şeşe‌m de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û li yekemîn civîna komîteya navendî de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Heman salê de bûye endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê û her li wê salê de bûye endamê nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê.

 

Di salên (1965 - 1967) an de berpirsê toreke nihênî ya parastinê ya li navçeyên bin desthilata Hikûmeta Iraqê bûye. Di sala 1965 an de bûye berpirsê darayî ya nivîsîngeha bi cîh kar ya ser bi encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistanê Iraqê, di sala 1966 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endama komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya hefte‌‌m de hatiye hilbijartin. Paşê li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin. Di sala 1966 an de dûbare bûye sekreterê nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê. Di sala 1966 an de bûye endamê lîjneya peywendiyên nivîsîngeha bi cîh kar ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê, heman salê bi mebesta bi hêzkirina peywendiyên derveyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê serdana bajarê Parîsê kiriye. Li 15 ê nîsana 1967 an de bi serpereştiya Serok Mistefa Barzanî wekî endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê nûnerê konferansa serbazî ـ ramyarî Kanî Simaq (Hewlêr) bûye. Her li sala 1967 an de bi mebesta bi hêzkirina peywendiyên derveyê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi nûnerayetiya Serok Mistefa Barzanî serdana bajarê Washingtonê kiriye.

 

Di salên (1968 - 1969) an de mamostayê waneya şoreşa hevçerxa Kurd û dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li peymangeha pêgihandina mamostayên şoreşê bûye. Di sala 1968 an de berpirsê beşa zanyarî û tendirustî ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1968 an de mamostayê waneyê şoreşa hevçerxa Kurd û dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula yekema peymangeha pêgihandina mamostayên şoreşê bûye. Her li sala 1968 an de bi duyemîn sekreterê nivîsîngeha bi cîh kar ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê hatiye destnîşan kirin. Di salên (1968 - 1969) an de mamostayê waneya dîroka şoreşa Kurdî ya serdem bûye li xula yekema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê. Li 31 ê Gulana 1968 an de wekî mamostayê xulê beşdariya ahenga dawî ya xula yekema tendirustiya giştî li gundê Makosan (Hewlêr)ê de kiriye. Di sala 1969 an de bûye berpirsê beşa tendirustî û zanyarî (al sihhiye wal maarif) li nivîsîngeha bi cîh kar ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê. Di sala 1969 an de mamostayê waneyê bîrkarî û fîzya ya xwendingeha navendî ya Gelale bûye.

 

Di sala 1969 an de li ser raspardeya Serok Mistefa Barzanî dest bi amadekariyên dûbare rêkxistina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û sazkirina kongreya sêyem ya wê yekîtiyê daye. Di sala 1969 an de mamostayê waneya şoreşên hevdem ya li xula duyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye. Di salên (1969 - 1970) an de serokê şanda danustandinkarê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ligel Partiya Be'esa Erebî Sosyalîsta desthilatdar ya li komara Iraqê bûye ku bi mebesta desteber kirina otonomî ya Başûrê Kurdistanê bû. Li 10 ê kanûna duyema 1970 an de endamê şanda neh kes ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo danustandina li ser otonomî ya Başûrê Kurdistanê ligel karbidestên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî ya li bajarê Bexdayê bûye. Li 11 ê Adara 1970 an de endamê şanda Kurdî ya ji bo amadebûna merasîma cardana otonomî ya Kurdistanê bûye û gotara Serok Mistefa Barzanî li vê merasîma li bajarê Bexdayê de xwendiye. Li rêkefta 29 ê Adara 1970 beşdariya ahenga Newroza Sedirê Qenatî ya bajarê Bexdayê de kiriye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya heşte‌‌m de hatiye hilbijartin. Heman salê li yekemîn civîna komîteya navendî da bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin.

 

Li dawî ya Gulana 1970 an de bi hevaltiya heval Mesûd Barzanî serdana bajarê Silêmaniyê kiriye û serdana baregehên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kirine û serdana gora şehîd Ebdulezîz Etruşî (1934 - 1969) ya li bajaroka Helebçe ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê kiriye. Paşê li 2 ê hezîrana 1970 an de serdana bajarê Kerkûkê kiriye û ji aliyê berpirsê lîjneya leqa sê û parêzgerê Kerkûk û serleşkerê leşkerê du ya artêşa Iraqê hatiye pêşwazî kirin. Di sala 1970 an de mamostayê waneya dîroka Kurd û Kurdistanê ya li xula sêyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Bexdayê bûye. Li 15 ê temuza 1970 an de beşdariya merasîma vekirina kongreya şeşem ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan (Hewlêr) ê kiriye. Li 5 ê Tebaxa 1970 an de bi Serok Mistefa Barzanî re beşdariya ahenga vekirina kongreya sêyem ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan de kiriye. Di sala 1970 an de beşdariya ahenga mîhvandariya mamostayên xula sêyem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li navçeyên azad kiriyan de kiriye.

 

Roja çarşema 2 ê hezîrana 1971 an de bi Serok Mistefa Barzanî re pêşwaziya şandeke komîteya navendî ya Partiya Komunistên Bulgarîstanê ya li gundê Hacî Omeran ya ser ‌bi parêzgeha Hewlêrê de kiriye. Li 29 ê Eylûla 1971 an de li êrîşa terorîstiya Hacî Omeran da ya ji bo teror kirina Serok Mistefa Barzanî bi Serok re bûye û ji mirinê rizgar bûye, her ewî bi xwe jî birîna Mistefa Barzanî çareser kiriye. Roja dûşema 25 ê tişrîna yekema 1971 an de li Baregeha Barzanî ya li gundê Hacî Omeran bi Serok Mistefa Barzanî re pêşwaziya şanda lîjneya piştgîriya gelên Asyayî û Efrîqayî û Sovyetî de kiriye. Roja çarşema 21 ê hezîrana 1972 an de li koşka Aştî ya nêzîkî bajaroka Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi Serok Mistefa Barzanî re pêşwaziya şandeke Partiya Sosyalîsta Almanya ya Yekgirtî ya bi Serokayetiya Paul Fêrnêr kiriye û di derbarê aştî ya li Iraqê û peywendiyên du alî de guftûgoyê kirine. Li 27 ê hezîrana 1972 an de bi Îdrîs Barzanî re li koşka padişahiya Îranê bi Mihemed Reza Şahê Pehlewî re hevdîtinê encam dane.

 

Li 7 ê temmûza 1972 an de li bajarê Washingtonê bi mebesta wergirtina hevkariyê bi Rechard Helmes Birêveberê Dezgeha (CIA) ya Amerîkî hevdîtinê encam daye. Di sala 1972 an de bi Îdrîs Barzanî re serdana bajaroka Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê kir û di derbarê bi berxwedan û berevanî kirina li beramber pêvajoya bi Ereb kirinê ligel endamên Partiya Dêmokrata Kurdistanê guftûgoyê kir. Li nava meha tişrîna yekema 1972 an de li Hacî Omeran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi Serok Mistefa Barzanî re pêşwaziya şanda serkirdayetiya hilbijartiyên kongreya Dawidiye ya Partiya Dêmokrata Kurd li Suriye (Serkirdayetî qonax ـ al merhele) de kir. Li meha şubata 1973 an de bi mebesta hevdîtina bi Eqîd Clark serdana bajarê Tehranê kiriye. Li roja îna 30 ê Adara 1973 gotara mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li mîhrîcana newroza Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê xwendiye. Li 18 ê nîsana 1973 an de beşdariya vekirina nexweşxaneya Sîlî Çoman (Hewlêr)ê da kiriye ku take nexweşxaneya taybet ya li navçeyên azad kiriyên şoreşa Eylûlê da bûye. Li 15 ê Gulana 1973 an de li mizgefta Gelale beşdariya vekirina yekemîn beşa karubarê civakî ya ji bo hilbijartina Encûmena Gundên li Navçeyên Azad Kiriyên Şoreşa Eylûlê de kiriye. Li meha temmûza 1973 semînerek pêşkêşî beşdarên wargeha Herewezî Hendirên kiriye ku ji aliyê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ve li gundê Nawpirdan hatibû saz kirin. Li 8 ê Tebaxa 1973 an heta 8 ê kanûna yekema 1973 mamostayê waneyê program û peyrewa navxweyî Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li xula çarem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye.

 

Li 16 ê Tebaxa 1973 an de beşdariyê li ahenga bîranîna 27 salî ya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan (Hewlêr) ê kiriye. Li rojên 27 heta 29 ê tişrîna duyema 1973 an de beşdariya konferansa ramyarî ـ serbazî ya Çoman de kiriye. Di sala 1974 an de berî destpêka şerê li navbera hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eyîlûlê ya ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst de, serokayetiya şanda dawî ya danustandina ligel desthilatdarên Bexda re encam daye ku bi mebesta ragirtina şer bûye. Di sala 1974 an de semînerê pêwendiya di navbera şoreş û Bexdayê de pêşkêşî xwendekarên xula şeşem ya fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Zînuya Şêxî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê de kiriye. Di sala 1974 an de piştî derçûna yasaya encûmena yasadanan û encûmena bi cîh kar ya Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Tendirustiyê hatiye destnîşan kirin. Li 11 ê Adara 1975 an de li bajarê Tehranê bi Serok Mistefa Barzanî re hevdîtinê bi Mihemed Reza Şahê Pehlewî re kiriye ku bi mebesta wergirtina zanyariyên li ser peymana Cezaîr û hişyarîdana bi Şah Mihemed Reza Şahê Pehlewî (1919 - 1980) ya di derbarê bi Cîgirê Serok Komarê Iraqê Sedam Hisên (1937 - 2006) naskirî bi Sedam Tikrîtî bi mebesta peşîman kirina wî bûye. Li meha Gulana sala 1975 an de ji aliyê Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî ve peywendî pêve hatiye kirin ku bi mebesta amadekariyên ji bo destpêkirina Şoreşa Gulanê bûye. Di salên (1975 - 1976) li nexweşxaneya Şêr û Xurşîdî ya Îranê de kar kiriye. Li 28 ê kanûna duyema 1977 daxwaza mafê penaberiya siyasî ji Brîtanya yê kiriye. Li 11 ê Adara 1977 an de bi mebesta hevdîtina ligel serkirdeyên Kurd re serdana bajarê Londonê kiriye.

 

Di sala 1977 an de bûye Serokê Desteya Amadekarê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1978 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1978 an de beşdariya civîna Bexelîskî ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê de kiriye ku bi mebesta nirxandina şerê Hekarî û ji navçûna zêdetirê hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji destê hêzên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1978 an de ligel nemana aloziyên di navbera aliyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê da bûye. Di sala 1978 an de li civîna Derawî Gurgan ya li çiyayê Qendîlê ligel danustandinê bi Hikûmeta Iraqê re bûye. Li 1 ê tişrîna yekema 1979 an de bi mebesta danustandinê serdana bajarê Bexdayê kiriye û bi Serok Komarê Iraqê Sedam Hisên (1937 - 2006) naskirî bi Sedam Tikrîtî re rûniştiye ku bi mebesta otonomî ya Başûrê Kurdistanê bûye, lê belê wiha zaniye ku beramberê wan tenê mebesta ew e dem kuştinê ye. Di sala 1979 an de li konferansa Yekgirtiya Goreşêr de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê desteya kargêrî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Li rêkefta 24 ê tişrîna duyema 1987 an de ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Iraqê ve bi jehra Salyomê hatiye jehr kirin û ji mirinê rizgar bûye. Li 12 ê hezîrana 1988 an de bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) li baregeha Xwakurkê Partiya Komunista Iraqî li navçeyên azad kiriyên parêzgeha Hewlêrê wajoya peyrew û programa Bereya Kurdistanê kiriye. Li destpêka meha Tebaxa sala 1990 an de serpereştiya şandeke Bereya Kurdistanî kiriye ku ji bo serdana Yasir Erefat ya li Komara Tunisê bûye. Li 15 heta 17 ê Adara 1991 wekî nûnerê Bereya Kurdistanî beşdariya kongreya navdewletî ya doza Kurd ya li Stokholm a (Swêd) ê de kiriye. Li 7 ê nîsana 1992 bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beşdariya civîna berfireha Pîrmam ya Bereya Kurdistanî de kiriye ku bi mebesta amadekariyên ji bo pêvajoya hilbijartina Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 1992 berbijêrê posta rêberê Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd bûye, bi giştî ya dengên hatibûn dayîn de 23309 dengan bi dest ve aniye ku dike % 2.37 ê dengan, rêzbenda pileya sêyem bi dest ve aniye, lê belê dengê pêwîst neaniye bo ku bibê rêber. Roja pênçşema 20 ê Tebaxa 1992 li bajarê Hewlêrê beşdariya kongreya yekem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanî de kiriye. Li roja pêncşema 27 ê Tebaxa 1992 bi dengê nûnerên kongreya yekem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Li 13 ê temmûza 2003 an de bi endamê Encûmena Desthilatdarê Rewtenî (Veguhestin) ê ya Iraqê de (Meclîs al hukim al antiqalî al Iraqî) hatiye destnîşan kirin. Di sala 2004 an de nûnerê kongreya niştimaniya Iraqê bûye. Di sala 2004 an de berbijêrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê ya ji bo pêvajoya hilbijartina Encûmena Niştimaniya Iraqê bûye. Li roja şemiya 15 ê Gulana 2004 an de nûnerê kongreya serwerî û demokrasî bûye ku bi amadebûna 600 nûneran li bajarê Hewlêrê hatiye saz kirin. Li 30 ê kanûna duyema 2005 an de bi Endamê Encûmena Niştimaniya Veguhestina Iraqê de li ser lîsta Hevpeymaniya Kurdistanê bi hejmara 130 hatiye hilbijartin.

 

Berhemên wî:

Şoreşa Kurdistanê 1970.

Teqîîm Mesîre al Sewre al Kurdiye wa nihyariha wal dirus wal abir al mustexlisiye min ha (1961 - 1975) -  (Çapa yekem 1977) - (Çapa duyem 2016).



 


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir