Celîl Yusif Ehmed Qasim, bi navên (Hoşyar, Celîl Hoşyar, Dadwer Celîl Hoşyar, Ziring û Celîl Qazî), hatiye nas kirin. Di sala 1944 an de ji ber piştgîriya li şoreşa duyema Barzan ji aliyê desthilatdarên Şahnişîna Haşimî ya Iraqê ve dane Dadgeha Serbazî û bi tometa hevkariya wê şoreşê hatiye bend kirin. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye û bi navê nihênî ya Ziring çalakiyan encam daye. Di sala 1951 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ve ( Kongreya duyema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ) de hatiye hilbijartin.
Jiyanname
Celîl Yusif Ehmed Qasim, bi navên (Hoşyar, Celîl Hoşyar, Dadwer Celîl Hoşyar, Ziring û Celîl Qazî), hatiye nas kirin. Di sala 1921 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Ji malbateke diyarê Qazî yê Hewlêre, xwendina seretayî û navendî û amadeyî li bajarê Hewlêrê xwendiye. Di sala 1946 an de bekaloryosa maf ji kolêja maf ya li zanîngeha Bexda wergirtiye. Di sala 1959 an de di gel keça Kerîm Zanistî (1900 - 1996 ), ku yek ji damezrênerên Komeleya Zanistî û li niştimanperweran û rewşenbîrên Silêmaniyê bûye hevjîniyê pêkaniye. Di salên (1961 - 1962 ) Dadwerê Dadgeha Lêkolîniya Hewlêrê bûye. Di salên (1963 - 1980 ) Dadwerê li Dadgeha Berayî (Bîdaye) û Têhelçûn (Îstîenaf) ya Bexda bûye. Li 11 ê tişrîna yekema 1980 an de bi Dadwer li Dadgeha Kargêriya Berî Kerxî ya bajarê Bexdayê hatiye damezrandin. Di sala 1990 an de hatiye xanenişîn kirin, lê belê piştî demeke kêm vegeraye ser kar û ji bo cara duyem li sala 1994 an de dîsa hatiye xanenişîn kirin. Li 5 ê tişrîna yekema 1996 an de li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û li goristana Şêx Me'ruf ya wî bajarî bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Turkmenî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Di sala 1938 an de li desteya damezrênerê Komeleya Darker bûye. Di sala 1939 an de li rêzên Partiya Hîwa ya Kurd de xebatê kiriye û bi navê nihênî Hoşyar hatiye nas kirin. Li nava sala 1941 an de ji ber piştgîriya li tevgera Reşîd Alî Geylanî ( 1893 - 1965) beşdariyê li xwepêşandanên bajarê Hewlêrê da kiriye û li ser daxwaza karbidestên Brîtanya li Iraqê ji aliyê desthilatdarên Hikûmeta Iraqê ve hatiye bend kirin. Li nava sala 1942 an de wergêranê gotarên kovara bi zimanê Kurdî Gelawêj ya çapa Bexdayê de kiriye. Di sala 1944 an de ji ber piştgîriya li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945 ) kiriye û ji Partiya Hîwa ya Kurd veqetiya ye. Di sala 1944 an de ji ber piştgîriya li şoreşa duyema Barzan ji aliyê desthilatdarên Şahnişîna Haşimî ya Iraqê ve dane Dadgeha Serbazî û bi tometa hevkariya wê şoreşê hatiye bend kirin. Di sala 1946 an de di gel komek ciwanan de hewla yekxistina rêzên Partiya Hîwa ya Kurdî dane û serkeftî nebûye. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye û bi navê nihênî Ziring çalakiyan encam daye. Di sala 1946 an de yek ji amadekarên ahenga cejna Newrozê ya li bajarê Bexdayê bûye. Di sala 1948 an de beşdariya xwepêşandana dijî bi peymannameya Portsmus ya di navbera Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya û Şahnişîna Iraqê ya li bajarê Bexdayê kiriye. Di salên (1949 - 1951) an de ji aliyê karbidestên Şahnişîna Iraqê ve ji ber çalakiyên Kurdayetî û siyasî hatiye bend kirin û îşkence kirin. Di sala 1951 an de ji bendîxaneyê azad bûye. Di sala 1951 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya duyema Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hatiye hilbijartin. Di sala 1951 an de endamê lîjneya tevgera aştîxwazên bajarê Hewlêrê bûye.
Di sala 1953 an de heftih û pênc kesayetiyên bajaroka Koye daxwaznameyek pêşkêşî karbidestên bilindên Şahnişîna Iraqê dikin ji bo ku navbihurî bê azad kirin û daxwaziyên xwe ji bo çar rojnameyan jî dişînin. Di sala 1953 an de li raperîna cotkarên deşta Hewlêrê de dijî bi derebegan xwebexşane karê parêzeriyê ji bo bendkiriyan kiriye. Di sala 1953 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraq ( kongreya sêyema Partiya Dêmokrata Kurdistanê ) de hatiye hilbijartin. Li 20 ê kanuna duyema 1953 an de bi helkefta gullebaran kirina parêzer Îbrahîm Ehmed Fetah (1914 - 2000 ) li ber mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê de di gel heft parêzerên din lêpirsînê dane desthilatdarên bajarê Silêmaniyê. Di sala 1953 an de ji aliyê desthilatdarên Şahnişîna Iraqê ve ji ber Kurdayetiyê ji bo demeke kurt hatiye bend kirin. Li 20 ê Adara 1954 an de bi kemançe beşdariya tîpa sirûd ya li ahenga cejna Newrozê li bajarê Hewlêrê de kiriye ku Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê saz kiribû. Di sala 1954 an de di derbarê bi sextekariyên Hikûmeta Iraqê ya li hilbijartina Şarevaniya Silêmaniyê de nerazîbûnê nîşan daye û bi destbiserî ji bo bajarê Hewlêrê bi zorê hatiye dûr xistin û xelkê Koye li vî derbarî de nerazîbûnê nîşan dane û daxwaza vegerandina wî kirine. Di sala 1958 an de ji yek ji hevkarên darayî ya Yaneya Werzîşî ya Birûsk ya li Hewlêrê bûye. Di sala 1958 an de Dadwerê Sulh ya Hewlêrê bûye.
Di destpêka sala 1959 an de ji aliyê bala parêzer Hemze Ebdula (1915 - 1998 ) ve ji ber razînebûna bi şiyanên rêkxistinên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê ji rêzên Partiya Komunistên Iraqê de jî ji karê partiyetiyê hatiye dûr xistin. Li 23 ê şubata 1959 an de nameyek pêşkêşî Serok Mistefa Barzanî kiriye û rexneya dûr xistina xwe ya ji aliyê Salih Heyderî ( 1922 - 2001) û Hemîd Osman Ebubekir ( 1927 - 1993 ) ve aniye ziman. Li rojên 16 heta 17 ê temuza 1959 de nûnerê kongreya duyema tevgera aştîxwazên Iraqê ya li bajarê Bexdayê bûye. Li meha hezîrana 1959 an de bi endamê lîjneya navçeya tevgera aştîxwazên Hewlêrê hatiye hilbijartin. Li 30 ê kanuna yekema 1959 an de bi helkefta derçûna Zeîm Rukin Ebdulkerîm Qasim ( 1914 - 1963 ) ji nexweşxaneyê û rizgarbûna wî ya ji terorê bi destê çekdarên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst ve li bajarê Bexdayê û bi nûnerayetiya tevgera aştîxwazên Hewlêrê peyameke pîrozbahiyê ji bo Wezareta Berevaniya Komara Iraqê re şandiye. Di sala 1960 an de hatiye hilbijartin û bi berpirsê yekemê lîjneya aştîxwazan ya li bajarê Hewlêrê bûye.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2 - Amadekirin û pêdaçûn : Dara Ehmed Bêkes, bîranînên Ehmed Bêkes, Kurdayetî 1930 - 2006, (Silêmanî ـ dezgeha çap û belavkirinên Bedirxan ـ çapxaneya Bînayî 2016 ) rûpel 41.
3 - Amadekirin : Selah Reşîd, Mam Celal Hevdîtinên temenê ji ciwantî heta koşka komariyê, bergê yekem - (Silêmanî ـ çapxaneya Karo - 2017 ), rûpel 73 - 74.
4 - Amadekirin : Mela Bextiyar, Erîf Silêman, le denkewe bo gule genimekan (Ji tov heta ûşiyên genim), bergê yekem, çapa duyem, (Hewlêr ـ çapxaneya Hawser 2007 ) rûpel - 47.
5 - A'dad Mumtaz Al Heyderî, muxtarat min muzekerat Salih al Heyderî, al taba'a al saniye, (al Silêmaniye - mataba'a Renc - 2004) sahife 27.
6 - Bekir Şakir Karwanî, Elî Fetah Dizeyî şaîr û nivîskar û têkoşer, ( Hewlêr ـ Wezareta Rewşenbîrî 2004 ) rûpel 25 - 51 - 52 - 54 - 57.
7 - Ji bo zanîn, kovara Hetaw, jimare 145, sala 5 - Hewlêr - çapxaneya Kurdistan, dûşema 15 ê kanuna yekema 1958 - rûpel 25.
8 - Beyan reqam 21435, cerîda al waqae' al Iraqiye, Wezara al a'dil, al a'dad 2802, al sana al salasa û al a'şrun, Bexdad 10 tişrîn al sanî 1980 - sahife 6.
9 - Pîtakî Yaney Birûskî Hewlêr, kovara Hetaw, jimare 121, sala 4 - Hewlêr, çapxaneya Kurdistan, în - 31 ê kanunaî duyema 1958 - rûpel 6.
10 - Cemal Baban, Silêmanî bajarê min ê geş, bergê sêyem, çapa duyem - (Hewlêr ـ Dezgeha çap û belavkirinên Aras ـ çapxaneya Aras 2012 ), rûpel 332 - 506.
11 - Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat rîesiye ) 1946 - 1993 - (Dihok ـ matba'a Xebat 1998 ), sahife 47 - 50.
12 - Xelef Xefur, Defrî Zêrîn, bergê yekem, (Kerkûk ـ komeleya ronakbîrî û civakiya Kerkûkê ـ çapxaneya Karo 2011 ) rûpel 229.
13 - Naveroka gotara Mam Celal li semînera gotar xwendina yekem salvegera koça dawî ya mamosta Îbrahîm Ehmedê nemir da, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, jimare 2423 - sala dehem - Silêmanî, sêşem 10 ê nîsana 2001 - rûpel 3.
14 - Sedîq Salih, Refîq Salih û Ebdulla Zengene, jiyanname û fihrista kovara Gelawêj, bergê yanzdehem, (Silêmanî ـ Binkey Jîn ـ çapxaneya Rojhilat - 2016) rûpel 124 - 125.
15 - Şe'ban Elî Şe'ban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2013 ), rûpel : 105 - 108.
16 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw - Hewlêr li navbera salên ( 1958 - 1963 ) lêkolîneke li rewşa siyasî ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2012 ) rûpel 83 - 170 - 186 – 198.
17 - Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw - Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî li rewşa siyasî - ( Hewlêr ـ çapxaneya Zanîngeha Selaheddînê 2016 ) rûpel 51.
18 - Tariq Cambaz, Partiya Hîwa li lîwaya Hewlêr - ( Hewlêr ـ kovara yasaparêzî ـ çapxaneya Wezareta Çandinê - 2005 ), rûpel 22 - 38 - 76 - 118 - 122.
19 - Alî Abdalle, dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Iraq heta sazkirina kongreya sêyem, (bê cîh ـ Eylula 1968 ) rûpel 86 - 87.
20 - Ferhad Ewnî - 36 name û çend kesayetiyên dîwana min - ( Hewlêr ـ çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn 2019 ) rûpel 55.
21 - Vîktor Hugo, Tawana Mareşal Nay, wergêran Celîl Hoşyar, kovara Gelawêj - jimare 7 û 8 - sala 3, Bexda - çapxaneya Marif, temuz û tebax 1942 - rûpel 19 - 28.
22 - Kerîm Şareza, al mu'alim al marabî wal şa'ir wal mutercim Kerîm Zanistî - 1900 - 1996, mucele Sawt al axir, al a'dad 262, al sana al sadise, Erbîl, Al arba - 7 tişrîn al awal 2009, sahife 22.
23 - Kemal Rauf Mihemed, baqa dirasat Kurdiye, ( Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir ـ matba'a Wezara al Terbiye - 2005 ) sahife : 162 - 163.
24 - Kemal Mezher, Di derbarê bîranînên Ehmed Muxtar Baban û wêneyeke balkêş, kovara Rengîn - jimare 120 - Bexda - çapxaneya (dar al huriye lil taba'a) - kanuna duyem 1999 - rûpel 7.
25 - Goran Soran Feyzî, rewşa edebî ya li bajarê Hewlêrê li navbera salên 1935 - 1958, ( Hewlêr ـ dezgeha çap û belavkirinên Aras ـ çapxaneya Wezareta Perwerde - 2006 ) rûpel 21 - 28.
26 - Li arşîva parêzer Kemal Mihyedîn Xefûrî taybet bi kovara Kekon, kovara Kekon - jimare 56 - Silêmanî, çapxaneya Bînayî - kanuna yekema 2018, rûpel 11.
27 - Mam Celal, Birahîm Ehmed serkirdeyeke bilîmet û jîrê serdemeke nû ya Kurdayetiyê, kovara Xak - jimare 58 - sala pêncem, Silêmanî - çapxaneya Ofseta Dilêr, 10 ê nîsana 2002 - rûpel 7.
28 - Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê - 1945 - 1958, ( Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê - 2005 ) rûpel 50 - 51 - 129 - 132.
29 - Mehdî Mihemed Qadir, rola Kurd li tevgera aştîxwazên li Iraqê da 1951 - 1963 ( Hewlêr ـ Xaneya Mukriyanî ya çap û belavkirinê ـ çapxaneya Mukriyanî 2015 ) rûpel 32 - 54.
30 - Mehdî Mihemed Qadir, Hewlêr li salên 1926 - 1939 ( Hewlêr ـ Akademiya Kurdî ـ çapxaneya Hacî Haşim 2013 ) rûpel 283 - 287.
31 - Mukerem Talebanî, çend rûpelek ji têkoşîna Partiya Hîwa, beşê duyem, kovara rewşenbîrî niwê - jimare 136 - 1995 : rûpel 25 - 30.
32 - Nurî Şaweys, min muzakaratî, ( Bidun mekan ـ minşurat hizb al şa'ab al demoqratî al Kurdistanî 1985 ) sahife 23.
33 - Hevpeyvîn : Azad Ebdulwahîd, dirûnên rojên Zîwer Xetab, ( Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat 2019) rûpel 48 - 95.




