Siyasetmedar Salih Heyder Asim, bi navên Salih Heyderî û Bextiyar hatiye nas kirin. Di sala 1957 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye û bi endamê mekteba siyasiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di salên ( 1957 - 1958 ) li desteya nivîskarên rojnameya Xebat ya organa Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1959 an de li konferansa duyema Bexda yê ji ber çeprewiyê li endamêtiya serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê navê wî hatiye jêbirin û heman salê li kongreya 4. da ji ber çeprewiyê ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq hatiye dûr xistin. Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û li şoreşa Eylûlê de bûye endamê desteya nivîskarên Êzgeya (Radyo ya) Dengê Kurdistana Iraqê. Di sala 1968 an de sernivîskarê kovarê Kadir ya ser bi organa Partiya Demokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1971 an de endamê desteya nivîskarên rojnameya El Teaxî bûye.
Jiyanname
Salih Heyder Asim di sala 1922 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û ji malbata Heyderî ye. Îbrahîm Efendî yê mamê wî li sala 1919 an de li dewleta Osmanî de pileya Şêx Îslamî yê hebûye û li serdema paşayetiya Iraqê bi Wezîrê Ewqaf hatiye damezrandin. Fezîle Welî Çelebî (1898 - 1983) dayika wî ji malbateke bazirganê Hewlêrê û xizmê şehîd Xeyrula Ebdulkerîm bûye. Di sala 1940 an de qonaxa amadeyî li xwendingeha dawiya navendî li Bexda yê temam kiriye û heman salê li xaneya mamostayên bilindê Bexda yê hatiye wergirtin. Di sala 1942 an de ji xwendinê veqetiya ye û bi fermanberê şemendeferê Bexda yê hatiye damezrandin û heman salê ji bo dadgeha berayî ya Hewlêrê hatiye veguhestin û di sala 1943 ji bo dadgeha Bexda yê hatiye veguhestin.
Di sala 1943 an de li beşa mafê kolêja maf ya Bexda yê hatiye wergirtin û ji ber karên siyasî ji xwendinê hatiye bêbeş kirin. Li salên (1947 - 1948) ji aliyê desthilatdarên paşayetiya Iraqê ve hatiye bend kirin û li girtîxaneyên kerxa Bexda, lêkolînên tawan li bajarê Bexda yê, navendiya Bexda, Kût û Nugre Selman da zîndanî û li jêr çavdêriyê da bûye.
Di sala 1961 an de beşê maf ya li zanîngeha Bexda yê temam kiriye û li kolêja yedegê artêşa Iraqê wekî efserê yedeg hatiye wergirtin û pileya mulazimê duyemê yedeg bi dest ve aniye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî bûye.
Xebatname
Salih Heyder Asim di sala 1957 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye û bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê hatiye destnîşan kirin (Yekgirtina sêyem de) û bi navê nihênî yê Bextiyar ve çalakiyan encam daye. Di sala 1957 an de bi berpirsê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di salên (1957 - 1958) li desteya nivîskarên rojnameya Xebat ya organa Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê bûye. Di sala 1958 an de endamê desteya damezrênerê sendîkaya rojnamevanên Iraqê bûye û xwediyê îmtîyaz û sernivîskarê kovara Rizgarî bûye.
Di sala 1959 an de li konferansa duyema Bexda ji ber çeprewiyê ji endamêtiya Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê hatiye derxistin û heman salê û li kongreya çarem ya PDK da ji ber çeprewiyê ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Iraq hatiye dûr xistin.
Di sala 1961 an de beşa maf ya li zanîngeha Bexda yê temam kiriye û li kolêja yedegê artêşa Iraqê de wekî efserê yedeg hatiye wergirtin û pileya mulazimê duyemê yedeg bi dest ve aniye.
Di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û li şoreşa Eylûlê de endamê desteya nivîskarên Êzgeya (Radyo ya) Dengê Kurdistana Iraqê bûye. Di sala 1968 an de sernivîskarê kovara Kadir ya organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1969 an de li şoreşa Eylûl dûr dikevê û bi hevkariya parêzer Ewnî Yusif Ehmed (1908 - 1988) û Hemîd Osman Ebubekir (1927 - 1993) Partiya Rizgarî dadimezrênin, lê belê piştî peymana 11 ê Adarê ya 1970 an vê partiyê hildiweşênin.
Di sala 1974 an de pişt li şoreşa Eylûlê kiriye û li partiya kartiniya ku Partiya Be'esa Iraqê damezrandibû bi endamê komîteya navendî hatiye destnîşan kirin. Di sala 1990 an de bi mala xwe re vegeriya ye bajarê Hewlêrê û li 6 ê tebaxa 2001 koça dawî kiriye û li goristana Şêxela ya li bajarê Hewlêrê bi axê hatiye spartin.
Berhemên wî:
Fî al dîn û al dewliye, destnivîs.
Kurdistan xilal awam al herb al alemiye al sanî 1939 - 1945 destnivîs.
Rehliye al meta'ab 1947 - 1980 destnivîs.
Al alaqa al wetaniye wal mîsaliye al Kurdî 1969 - 1975 destnivîs.
Muzekerat û li mihat min tarîx al hereke al wetaniye wal Suriye fî Kurdistan wal Iraq, destnivîs.
Muzekerat û li mihat min tarîx al hereke al wetaniye wal Suriye fî Kurdistan wal Iraq, destnivîs.
Çavkanî:
1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
2- Azîz Husen Al Barzanî, al hereke al qewmiye al Kurdiye al tehririye fî Kurdistan al Iraq - 1939 - 1945 ( Dihok ـ dar Spîrêz lil tabaa wal neşir ـ matbaa wezariye al terbiye 2002 ).
3- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê 1935 - 1958 ( Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê 2005 ).
4- A'dad Mumtaz Al Heyderî, muxtarat min muzekerat Salih Al Heyderî, Al tebaa al saniye, ( al Silêmanî - matbaa renc 2004 ).
5- Cebar Cebarî, tarîx al sehafiye al Kurdiye fî al Iraq, ( Bexdad ـ Mudiriye al seqafiye al Kurdiye al am - matbaa al am 1975 ).
6- Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al Demoqratî al Kurdistanî - al Iraq (fî muhatat rîesiye ) 1946 - 1993 ( Dihok ـ matbaa Xebat 1998 ).
7- Salih Al Heyderî, muxtarat min muzekerat Salih Al Heyderî, al tabia al sanî, ( al Silêmanî - matbaa Renc 2004 ).
8- Elî Ebdulla, Dîroka Partiya Demokrata Kurdistan ـ Iraq heta sazkirina kongreya sêyema (Bê cîh 1968 ).
9- Mumtaz Heyderî, Heyderîname, bergê yekem, ( Hewlêr ـ Kitêbxane û arşîva Mumtaz Heyderî ـ çapxaneya Rojhilat 2018 ).