Jiyanname
Xeyrula Ebdulkerîm Ebdula, di sala 1912 li qelaya Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1930 an de çûye xaneya mamostayên Bexda û piştî temam kirina xwendinê wekî mamosta li xwendingeha seretayî ya Koye hatiye damezrandin. Di sala 1937 an de kolêja serbazî ya li Bexdayê temam kiriye.
Di sala 1946 bi Salihe Ebdulmenaf Seîd Şikak (1932 - 2001) hevjîniyê kiriye û di sala 1947 take keça wî ku navê wê Herbiye bû, ji ber sermayê li ser pira Gader koça dawî kiriye û her li wir bi axê hatiye spartin. piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê di sala 1947 vedigerê Iraqê û li zîndana navendî ya Bexda tê bend kirin û her li wir da tê sêdare dan. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Turkmenî, Îngilîzî û Farisî bûye.
Xebatname
Xeyrula Ebdulkerîm Ebdula Selîm. di sala 1939 an de Endamê Komeleya Darker bûye û li heman salê da peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwa ya Kurd re kiriye. Di sala 1945 ji bo berdewamî dana bi xebatê peywendiyê bi şoreşa duyema Barzan re kiriye û Endamê Lîjneya Azadî bûye û piştî şikesta şoreşa duyem ya Barzan rû li Rojhilatê Kurdistanê kiriye. li 19 ê Tebaxa 1945 Dadgeha Urfî ya Serbazî ji ber beşdariya li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) fermana zeft kirina hemû darayiyên veguhestî û neveguhestiyan ji bo wî hatiye derxistin.
Li sala 1946 an de Desteya Damezrênerê Partiya Dêmokrata Kurd bûye li bajarê Mehabadê û heman salê li Komara Demokratîka Kurdistanê bi fermana serkirdayetiya pileya serbazî ji bo Neqîb (Pêşeng) hatiye bilind kirin û wekî fermande li artêşa Komar de li bereya gel ya Qasimlo xizmetê kiriye.
Di sala 1946 an de piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) da rûbirûyê artêşa Îranê bûye. Li 10 ê Nîsana sala 1947 yek ji wan efseran bûye ku ji ber dijwarî û nexweşiya Graneta li ser pira Gadir xwe radestî polîsên Iraqê kiriye û di destpêkê de ew birine bajarê Hewlêrê û paşê ji bo bendîxaneya navendî ya li bajarê Bexdayê hatiye veguhestin û bi hevalên wî re hatine bend kirin. Pêştir û li sala 1945 an de li Dadgeha Serbazî de biryara sêdaredana wî hatibû derxistin. Ji bo wê yekê piştî xwe radest kirinê, çendîn kesayetî û xelkên navdar diçin Bexda û daxwaza bi cîh nekirina sizaya li sêdaredana wî dikin. Di destpêkê de biryar wiha bû neyê sêdare dan, lê belê li sala 1947 an de cara duyem li dadgeh kirineke sexte da sizaya pêştir li ser da hatiye sepandin û li spêdehiya roja pênçşema 19 ê hezîrana 1947 li hewşa Bendîxaneya Navendî ya Bexdayê li pêş çavên bend kiriyên Kurdan ve hatiye sêdare dan û termê wî şandine bajarê Hewlêrê. Bi hezaran Kurd li ber dergehê bendîxaneyê da beşdar bûn li birêkirina termê wî ji Bendîxaneya Navendî ya Bexda ya ji bo bajarê Hewlêrê û li goristana Bêş Bermax ya li taxa Teyrawe ya bajarê Hewlêrê bi amadebûna parêzer Ewnî Yusif Ehmed (1908 - 1988) Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd bi axê hatiye spartin. Berî helawastinê, ew bi xwe û sê ji hevalên wî wesiyetnameyek ji bo gel nivîsîn ku têda helwesta xwe ya ji bo azadiya niştiman dûpat kirine.
Li sêdaredana Şehîd Xeyrula û hevalên wî karvedaneke zêde li pey xwe da anî û Partiya Komunista Iraqî bi derxistina beyannameyek raya xwe ya ji bo li sêdaredana wan derbirî. Partiya Gel (Partiya Al Şa'ab) li Organa xwe de dijî sêdaredana wan nerazîbûna xwe derbirîn. Şaîrê mezinê Kurd Pîremêrd helbesta Kostî Niwê ji bo wan nivîsî û Fayiq Bêkes jî bi vê helkeftê helbestek bi navnîşana Qewmî Kurd nivîsand ku paşê bûye sirûd û li bajarê Silêmaniyê hatiye xwendin. Her wiha zêdetirê efserên Kurd yên li nava rêzên artêşa Iraqê de bi şehîd kirina wan dilteng dibin.
Li sala 1959 an de û li yekemîn serdana xwe ya bajarê Hewlêrê de, Serok Mistefa Barzanî tacegulek li ser gora Şehîd Xeyrula danî û li 20 ê hezîrana 1998 an de bi amadebûna parêzer Muhsîn Dizeyî Nûnerê Serok Mesûd Barzanî, li bajarê Hewlêrê perde li ser peykerê navbihurî hate rakirin.
Çavkanî:
1- Osman Alî, Dirasat fî Al Hereke Al Kurdiye Al Masire 1833 - 1946 Dirase tarîxiye we saeqiye (Erbîl ـ Mekteb Al Tefsîr ـ Matbaa Al Seqaf 2003).
2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewa navxwe), Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).
3- Welîd Hemdî, Al Kurd we Kurdistan fî Al Wesaeq Al Brîtaniye Dirase tarîxiye we saeqiye, (London ـ Metabaa Secil Al Arb 1992).
4- Ezîz Şemzînî, Tevgera Rizgariya Niştimaniya Kurdistanê, wergêrana Ferîd Eseserd, (Bê şiwên ـ Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ـ Dezgeha Ragihandin ـ Çapxaneya Şehîd Îbrahîm Ezo - 1984).
5- Eqîle Rewandizî, Salîhe xan xêzana şehîd Xêrulla Ebdulkerîm, Kovara Şawuşka, Navenda Şawuşka ya çalakiyên rewşenbîrî, hejmara 2 Hewlêr, sermaweza sala 2002.
6- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, (Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê 2005).
7- Bekir Berzenceyî, kesayetiyên navdarên Kurd, berga nehem, (Beyrût ـ Binkeya Rewşenbîriya Lubnanî ya çap û pexş û wergêran û dabeş kirinê 2012).
8- Şêrzad Ebdulrehman, niha jî bi yadgariya wî zilamî dijîm ku bi rûyê sêdareyê pêdikenê!, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2805, Hewlêr, yekşema 4 Nîsana 1999.
9- Abdalhadî Rehman Qesab, Şehîd Xeyrulla Ebdulkerîm hinek têbînî û rastî, Rojnameya Barzan News, hejmara 74 Hewlêr, yekşema 6 temuza 2008.
10- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ Al Iraq (fî muhatat Reîsiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).
11- Husen Mustafa, Al Barzaniyun û harakat Barzan 1932 - 1947, al tabia al saniye, (Bexdad ـ dar afaq arabiye lil sahafa wal neşir 1983).
12- Adnan Al Naqşebendî, Al Wefa Lil Şehada min şîm Al Barzanî al xalid, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al muwehed, al adad 981, Erbîl, al cuma 23 hezîran 2000.
13- Alî Abdalle, Dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Iraq heta saz kirina kongreya sêyem, (Bê Şiwên ـ Eylula 1968).
14- Feysel Resul Xoşnaw, Biyografiya Efserên Kurd, beşa yekem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat - 2018).
15- Kerîm Şareza, Al Minazil Al Wetanî Al Şahîd Xeyralle Abdalkerîm, cerîde Xebat, lisan hal Al hizb al demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Mehd, Al adad 980, Erbîl, Al cem 16, hezîran 2000.
16- Kerîm Şareza, Perwerdekar û Efserê Kurdperwer Şehîd Xeyrulla Abdalkerîm 1912 - 1947, Kovara Şaredariyê, Serokayetiya Şaredariya Hewlêrê, hejmara 21 Hewlêr, Kanuna yekema 2013.
17- Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî Wel Hereke Al Tehririya Al Kurdiye, Al Muceled Al Awel, Al Tabiya Al Saniye, (Beyrut ـ Kawa Lil Seqafiye Al Kurdî 1997).