A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Mihemed Mehmud Herkî

Siyasetmedar Mihemed‌ Mehmud Ebdula, bi navê (Mihemed Herkî), hatiye nas kirin, di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye.

Agahiyên bêtir

Mehmud Êzdî

Yasanas û siyasetmedar Mehmud Haşim Elyas Silo, bi navê Mehmud Êzdî hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Mulazim Şiwan

Ebdulîlah Mihemed Emîn Ebdulam bi navê (Mulazim Şiwan), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar di sala 1973 an de li beşa hêzên taybet ya li kolêja serbazî ya Bexda yê bi pileya Mulazimê duyem derçûye. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok) re kiriye. Di sala 1980 an de bûye endamê serkirdayetiya herêma Başûr ya Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok). Di sala 1992 an de li kongreya yekem de bi endamê Desteya Serokayetiya Partiya Yekgirtina Kurdistanê de hatiye...

Agahiyên bêtir

Mehmud Mihemed

Rewşenbîr û siyasetmedar Mehmud Mihemed Mehmud Seîd, di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1973 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye....

Agahiyên bêtir

Mîrza Ebdulkerîm Mistefa

Siyasetmedar Mîrza Ebdulkerîm Mistefa, bi navên (Mîrza Hacî Ebdulkerîmê Hesinger, Mîrza Fendî Ebdulkerîm), hatiye nas kirin. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye .

Agahiyên bêtir

Mihemed Mehmud Qudsî

Mihemed Mehmud Mihemed Ehmed, bi navê (Mihemed Qudsî), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1938 an de endamê komeleya Xoybûn û komeleya Birayetî bûye. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa, di sala 1942 an de ji efserên Kurdên li nav rêzên artêşa Iraqê ye bi pileya Cîdar (Mulazim)...

Agahiyên bêtir

Murad Ezîz

Efser û siyasetmedar Murad Ezîz, bi navên (Dr Murad, Serwan Murad Ri‌zim Awer, Sergurd Murad Ri‌zim Awer û Murad Rehberî), hatiye nas kirin. Di sala 1941 an de efserê artêşa Îranê ya li Urmiyê bû.

Agahiyên bêtir

Mistefa Kerîm Xefur

Siyasetmedar Mistefa Kerîm Xefur, bi navê (Mistefa Hemamçî), hatiye nas kirin. Di ‌sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd, paşê ji partiyê derketiye û amade nebûye biryar û raspardeyên partiyê bi cîh bike.

Agahiyên bêtir

Mihemed Musa Feylî

Efser û aborînas û siyasetmedar Mihemed Musa Sadiq, bi navê (Mihemed Feylî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Mecîd Etruşî

Ebdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, bi navên (Mecîd Efendî û Mecîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye û li dawiya sala 1964 an ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kariyê (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin.

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cum'e

Mihemed Salih Îbrahîm Cum’e, bi nasnav diktu Mihemed Salih Cum’e di sala 1953an de endamê Destaka Avakrna Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamşloya Sûriyê Bû, di sala 1957an da Endamê Partiya Demokrat a Kurd bû li Sûriyê, di sala 1966an de tevlî rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (KDP) li Ewropayê bû, di sala 1979an de ji aliyê nûnerên kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (KDP) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Barzanî

Mistefa Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam Abdullah Barzanî, ku bi navê Mela Mistefa Barzanî, General Mistefa Barzanî, Pêşewa, Serok Mistefa Barzanî û Barzanî Mistefa jî tê naskirin, di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye…

Agahiyên bêtir