Mistefa Mihemed Ebdulrehman Husên Axa, bi navên (Mistefa Qeredaxî, Mistefayê Heme Axayê Evdirehman Axa, Salar, Salar Mistefa Qeredaxî, Miçe û Ebu Çifne), hatiye nas kirin. nivîskar û siyasetmedar e, di sala 1962 an de li ser daxwaza Serok Mistefa Barzanî peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de li şoreşa Eylûlê da cîgirê fermandeyê betalyona kertê yek li Çemê Rêzan bûye. Di sala 1964 an de li kongreya şeşem de bûye endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û destnîşan kiriyê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de bûye endamê encûmena serkirdayetiya şoreşê û yekemîn Sekreterê wê encûmenê. Li nava sala 1966 an de ji aliyê komîteya navendî ve hemû pileyên wî jê hatine sitandin. Li kongreya heftem de ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye dûr xistin. Li 8 ê nîsana 2004 an de li bajarê Washingtonê koça dawî kiriye.
Jiyanname
Mistefa Mihemed Ebdulrehman Husên Axa, bi navên Mistefa Qeredaxî, Mistefayê Heme Axayê Evdirehman Axa, Salar, Salar Mistefa Qeredaxî, Miçe û Ebu Çifne hatiye nas kirin. Di sala 1921 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Bi reçelek ji axayên Şêwekelî ya Silêmaniyê ye ku paşê rû kirine bajarê Qelaçolan ya paytexta mîrnişîna Baban û paşê ji aliyê mîrên Baban ve desthilatdariya devera Qeredaxê bi wan hatiye bexşîn û bi navê wî ve têne nas kirin. Bavê wî û mamên wî beşdariya şoreşa Şêx Mehmudê Hefîd (1884 - 1956) dijî bi artêşa Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya rabûye. Di sala 1943 an de qonaxa amadeyî yê li bajarê Silêmaniyê temam kiriye. Di sala 1944 an de bi fermanberê girêbest li fermangeha çandiniya Silêmaniyê hatiye damezrandin. Di sala 1945 an de li beşa maf ya kolêja maf ya Bexdayê hatiye wergirtin lê belê her zû dev jê berdaye. Di sala 1946 an de bi mebesta xwendinê rû li bajarê Beyrut a paytexta Lubnanê kiriye. Di sala 1947 an de bi mebesta xwendinê rû li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kiriye.
Di sala 1951 an de masterê li beşa aborî ya zanîngeha Brooklyn li San Francisco ya (Wîlayeta California) ya li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê wergirtiye. Di sala 1952 an de mastera civaknasiyê ji Zanîngeha San Francisco ya (Wîlayeta California) ya li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka wergirtiye. Li 5 ê Gulana 1955 an de bi fermaneke Padişahî bi mamostayê qonaxa amadehiyê hatiye damezrandin. Li rojên 10 heta 16 ê tebaxa 1956 an de beşdariya kongreya yekema komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrupa (K.S.S.E) ya li bajarê Vîsbadnî ya komara Almanya Federalî de kiriye. Di sala 1956 Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê bi cîh hiştiye û vegeriya ye niştiman. Di sala 1956 an de bi wanebêjê amadehiya bazirganiya Bexda hatiye damezrandin. Di sala 1957 an de mamostayê zimanê Îngilîzî ya amadehiya Silêmaniyê bû. Di sala 1958 an de li jêr navê Salar pertûka (Ziman çawa peyda bûye?) û şanogeriy Awat li jêr navê Salar Mistefa Qeredaxî çap kiriye. Li 16 ê kanuna duyema 1959 li hilbijartina yaneya serkeftin ya li bajarê Bexdayê bi endamê desteya giştî ya yaneyê hatiye hilbijartin.
Di sala 1959 an de li Wezareta Derveya Komara Iraqê bi Sekreterê Yekem û Birêveberê Beşa Peywendiyên Derve hatiye damezrandin. Di sala 1959 an de desteya nivîskarên kovara Newroz bûye. Di sala 1960 an de du berhemên wî li bajarê Bexda bi navnîşana (çend teoriyeke zanyarî û mîr keçan) bi navê Miçe hatine çap kirin. Di sala 1960 an de wekî Sekreterê duyem li balyozxaneya komara Iraqê li welatê Laos destbikar bûye. Di sala 1961 an de Konsulê Komara Iraqê li bajarê Prag ya paytexta Komara Çekoslovakya bûye. Di sala 1962 an de Sekreterê yekemê balyozxaneya Komara Iraqê li Laos bûye. Di sala 1962 an de Sekreterê yekemê balyozxaneya komara Iraqê li Nîjerya bûye.
Li 8 ê nîsana 2004 an de li bajarê Washingtonê koça dawî kiriye û paşê termê wî ji bo Herêma Kurdistanê hatiye veguhestin û li ser wesiyeta xwe li 16 ê nîsana 2004 li Girdî Gomezî devera Qeredax li parêzgeha Silêmaniyê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Mistefa Qeredaxî di sala 1945 an de peywendiyê bi rêzên komeleya Jiyaneweya Kurd re kiriye. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1960 an de nûnerê kongreya pêncem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1953 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê û Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1962 an de li ser daxwaza Serok Mistefa Barzanî peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1962 an de li rêya Îranê re dezgeheke radyoyê ji bo şoreşa Eylûlê aniye. Di sala 1963 an de li şoreşa Eylûlê da cîgirê fermandeyê betalyona kertê yek ya li çemê Rêzan bûye. Ji aliyê artêşa Iraqê bi (Ebu Çifne) hatiye nas kirin. Di sala 1963 an de li gel (David Adamson) ê rojnamevanê rojnameya Sandy Telegraph ya Brîtanî hevdîtinê kiriye. Di sala 1963 an de endamê şanda Kurdî ya serdana Cemal Ebdulnasir (1918 - 1970) Serok Komarê Misirê bûye. Di sala 1964 an de li kongreya şeşem de bûye endamê komîteya navendî û mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û destnîşan kiriyê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de bûye endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê. Di sala 1964 an de yekemîn Sekreterê Encûmena Serkirdayetiya Şoreşa li Kurdistana Iraqê û heman salê bûye endamê lîjneya destûrî ya ser bi nivîsîngeha bi cîh kar (al mekteb al tenfîzî) û sala 1965 an de Sekreterê nivîsîngeha bi cîh kar ya encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye.
Di sala 1965 an de li Bawexoşîn ya li Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bi şaşî û bi dijwarî ji aliyê Pêşmergeyên Partiya Komunistên Iraqê ve hatiye birîndar kirin. Li nava sala 1966 an de ji aliyê komîteya navendî ve hemû pileyên wî jê hatine wergirtin û ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye jê birin û paşeroja karê xwe yê siyasî xistiye ber kongreya heftem. Di sala 1967 an de wekî Serokê Têbînerên li Wezareta Bazirganî ya Komara Iraqê dest bi kar bûye. Di sala 1970 an de bi pileya (Qaem Bala'mal) li balyozxaneya Iraqê li Jakarta ya Endonêzya ji bo xizmetê vegeriya ye. Li 1 ê tişrîna duyema 1972 an de bi pileya Wezîrê Raspêrdrayî (Wezîr Mifuz) li balyozxaneya Iraqê li Jakarta hatiye damezrandin. Di sala 1972 an de bi balyozê Iraqê li Parîs hatiye danîn lê belê her demeke zû fermana wî hate hilweşandin. Di sala 1973 an de wekî penaber li Komara Romanya nîştecîh bûye. Di salên (1975 - 1976) ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Hikûmeta Iraqê ve hewla teror kirina wî hatiye dayîn û kariye rizgar bike. Di sala 1978 an de rû li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kiriye. Di sala 1989 an de li damezrênerên rêxistina mafê mirovên Kurd ya li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê bûye.
Berhemên wî:
1- Ziman çawa peyda bûye - 1958.
2 - Awat - 1958.
3 - Mîr Kiçan - 1960 (Werger).
4 - Çend teoriyeke zanyarî - 1960.
5 - Kurdistan Times 1990.
Çavkanî:
1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.