Mihemed Mehmud Qudsî

Mihemed Mehmud Mihemed Ehmed, bi navê (Mihemed Qudsî), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1938 an de endamê komeleya Xoybûn û komeleya Birayetî bûye. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa, di sala 1942 an de ji efserên Kurdên li nav rêzên artêşa Iraqê ye bi pileya Cîdar (Mulazim)...


Mihemed Mehmud Mihemed Ehmed, bi navê (Mihemed Qudsî), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar, di sala 1938 an de endamê komeleya Xoybûn û komeleya Birayetî bûye. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa, di sala 1942 an de ji  efserên Kurdên li nav rêzên artêşa Iraqê ye bi pileya Cîdar (Mulazim), di sala 1944 beşdarê şoreşa duyem ya Barzane, di sala 1945 an de ‌endamê lîjneya azadî bûye. Di sala 1946 an de li desteya damezrênerê Partiya Demokrata Kurd ya li bajarê Mehabadê bûye. Di sala 1947 ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve li bajarê Bexda yê ji ber sedema beşdarî kirina li şoreşa duyema Barzan ( 1943 - 1945 ) hatiye sêdare dan.

 

Jiyanname

Mihemed Mehmud Mihemed Ehmed ji dayik bûyê bajarê Qudsê ye, her ji bo wê yekê jî nasnavê bajarê xwe hilgirtiye. Bavê wî Mehmud Efendî ( 1894 - 1969 ) yek ji efserên artêşa Osmanî bûye û paşê li artêşa Iraqê de hatiye wergirtin. Ji ber peywendiyên kurê wî bi şoreşa duyem ya Barzan ve ji rêzên artêşê hatiye derxistin. Qeral xana dayika wî ji neteweya Çerkesa Qefqazîstanê bûye. Mihemed Qudsî di sala 1927 pola yekem ya seretayî li bajarê Musilê xwendiye. Di sala 1928 an de pola duyem li bajarê Silêmaniyê dest pê kiriye. Qonaxa seretayî yê li xwendingeha seretayî ya Xalîdiye temam kiriye û ji bo baştir fêrbûna şêwezarê Silêmaniyê li cem Fayiq Bêkes xwendiye û nasnavê Qudsî li wir wergirtiye. Qonaxa navendî li bajarê Silêmaniyê temam kiriye û ji ber şiyana wî ya li werzîşê bi stêrka Qudisê dihate naskirin. Di sala 1930 endamê Tîpa Dîdewanî ya xwendingeha yekema Silêmaniyê bûye. Di sala 1932 li bajarê Silêmaniyê Fermandeyê Desteya Dîdewanî (Kişafiye) ya xwendingehê bûye. Di sala 1937 yek ji damezrênerên komeleya Yekîtî ya li bajarê Silêmaniyê bûye. Di sala 1938 an de peywendiyê bi rêzên komeleya Xoybûn û komeleya Birayetî ya li bajarê Silêmaniyê kiriye. Di sala 1939 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwa ya Kurd re kiriye. Di sala 1940 derçûyê xula cîgirê efser bûye. Di sala 1942 bi pileya Cîdar ( Mulazimê Duyem ) ji kolêja serbazî ya Bexda yê temam kiriye. Di sala 1943 an de yek ji endamên çalakên Partiya Hîwa ya Kurd ya li bajaroka Rewandiz ( Hewlêr )ê bûye. Di sala 1943 li bajaroka Rewandizê wekî derhêner kar ji bo şanogeriyê kiriye.


Xebatname

Mihemed Mehmud Mihemed Ehmed, di sala 1943 an de bi Mistefa Barzanî re bûye û serdana bajarê Bexda yê kirine. Di sala 1944 an de rêzên artêşa Paşayetiya Iraqê bi cîh hiştiye û beşdariya şoreşa duyem ya Barzanê kiriye. Li 10 ê şubata 1945 an de namehilgirê Partiya Hîwa ya Kurd bûye û ji bo Serok Mistefa Barzanî Fermandeyê Şoreşa Duyem ya Barzan û Serokê Lîjneya Azadî li şoreşa duyem ya Barzan, li 15 ê kanûna duyem 1945 ‌endamê damezrînerê lîjneya Azadî bûye. Di sala 1945 piştî danustandina lîjneya Azadî û Hikûmeta Paşayetiya Iraqê bi beşek ji efserên şoreşger re xwe radestî hikûmetê dikin. Lê belê li bendîxaneya Bexda yê têne tund kirin û paşê bi Celal Emîn Beg da ‌ber bi navçeyên azad kirî re xwe rizgar dikin. Di sala 1945 an de gotaran li kovara Gelawêj da belav kiriye, li 25 ê Adara 1945 an de endamê şanda danustandina lîjneya Azadî ya bi Serokayetiya Mistefa Barzanî bûye û li gundê Şawraw ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê bi Kaptan Stuks Nûnerê Balyozxaneya Brîtanya re hevdîtinekê encam daye. Di sala 1945 an de bi Serok Mistefa Barzanî re bûye li geşta devera Behdînan bi mebesta yekxistina eşîr û hozan li dijî artêşa Paşayetiya Iraqê, li 19 ê Tebaxa 1945 an de Dadgeha Orfî ya Serbazî ji ber beşdariya wî ya li şoreşa duyem Barzan de fermana dest bi ser da girtina hemû darayî yên veguhestî û neveguhestiyên wî derxistiye. Di sala 1945 an de piştî şikesta şoreşa duyema Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1946 an de beşdariya fêr kirin û rahênan kirina Pêşmergeyên Artêşa Komara Demokratîka Kurdistanê de li Navenda Fêrgeha Serbazî ya li bajarê Mehabadê de kiriye. Di sala 1946 li artêşa Komara Demokratîka Kurdistanê de pileya wî hatiye bilind kirin û bûye Pêşeng (Neqîb, Kaptan), li 21 ê Adara 1946 an de li ahenga newroza bajarê Mehabadê de gotarê pêşkêşî cemawer kiriye û li Rojnameya Kurdistan ya organa Partiya Demokrata Kurdistanê de jî hatiye çap kirin. Di sala 1946 an de bi rizamendiya Şêx Ehmed Şêx Mihemed Şêx Ebdulselam ( 1892 - 1969 ) ku bi navê Şêx Ehmedê Barzanî hatiye nas kirin û General Mistefa Barzanî bi Celal Emîn Beg re hevkariya Îsmaîl Erdelan kirine ji bo nivîsîna pertûka Nihêniyên Barzan. Di sala 1946 an de li bajarê Mehabadê de, li desteya damezrênerê Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1946 an de yekemîn beyannameya damezrandina Partiya Demokrata Kurd ku ji aliyê parêzer Hemze Ebdula Omer ( 1915 - 1998 ) bi zimanê Erebî hatibû nivîsîn dike zimanê Kurdî ( Kurmanciya Navîn ) û li çapxaneya Kurdistan ya li bajarê Mehabadê de çap kiriye. Di sala 1946 an de berpirsê rêxistina ciwanên Seqiz ya li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1946 an de yekemîn peyrew û programa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji Erebî ve ji bo Kurdî wergerandiye. Di sala 1946 an de ji aliyê kitêbxaneya Pêşketin ya li bajaroka Rewandizê broşûr û namîlkeyek bi navnîşana niştiman û niştiman perweriyê ya ji 16 rûpelan pêkhatî çap kiriye. Li 7 ê Gulana 1946 bi Serok Mistefa Barzanî re beşdariya vekirina Xwendingeha Kurên Pêşewayên Kurdistanê li bajarê Bokanê kir û gotara Serok Mistefa Barzanî pêşkêşî amadebûyan kir‌.

 

Di sala 1946 an de piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî dijî artêşa Îranê şer kiriye. Di sala 1947 an de piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê û temambûna berevaniyên dawî yên bi komek hevalên xwe re hewla xwe rizgar kirinê daye lê belê serkeftî nebûn û ji bo wê yekê bi neçarî li 10 ê Nîsana 1947 an de xwe radestî polîsên Iraqê kir. Gelek kesayetiyên Kurd serdana bajarê Bexda yê dikin ji bo ku aliyê karbidestan re biaxivin ku hewl bidin heta neyê sêdaredan. Ji ber ku berê jî li sala 1945 an de Dadgeha Serbazî ya Paşemilê fermana sêdaredana wî da bû û her çende biryar da bûn ku neyê sêdaredan, lê belê bi lez li sala 1947 an de ji bo cara duyem li dadgeh kirineke sexte da bi nihênî biryara hilavêsîna heta mirinê dan ku her ew sizaya pêştir bû li ser da hate dûpat kirin. Beşeke zêdeyê ji kesayetiyên Kurdî yên nîştecihê bajarê Bexda yê hewleke zêde dan ku  karbidestên Paşayetiya Iraqê fermana sêdaredanê bikin bend kirin, lê belê ji ber tekez kirina Salih Cebir ( 1895 - 1957 ) Serok Wezîrê Iraqê ev hewla wan bi ser neket. Berî hilavêsîna xwe û sê ji hevalên wî, wesîyetnameyek ji bo gel nivîsî ku têda hilavêsîna xwe ya ji bo azadiya niştiman dûpat kirin.

 

Li 19 ê hezîrana 1947 di dema li sêdaredana wî da bi ure û moraleke bilind ve û bi diruşma neteweyî û xwestina hêvî ji bo derbasbûna Mistefa Barzanî û hevalên wî ji ava Arasê û gihîştina wan ya bi Yekîtiya Sovyetê çûye ber taya sêdare danê. Li 19 ê hezîrana 1947 an de li hewşa bendîxaneya navendî ya Bexda li pêş çavê Kurdên bendkirî hatiye sêdare dan. Li 19 ê hezîrana 1947 termê wî ji aliyê Ebdulsemed Bena endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurd û şanda Kurdan ve hatiye wergirtin û şandine bajarê Silêmaniyê. Di dema birêkirina termê wî ji bendîxaneya navendî ya Bexda ve ber bi bajarê Silêmaniyê bi hezaran Kurd li ber dergehê bendîxaneyê rawesta bûn. Fayiq ( 1905 - 1948 ) ku bi navê Fayiq bê kesî hatibû nas kirin hozanvanê Kurd pêşwaziya termê wî û şanda şehîd helbestek bi navnîşana Qewmê Kurd nivîsand ku li pêşwaziya termên wan de wekî sirûd hate xwendin. Ew helbesta şîniyê ji bo şehîdên nozdeha hezîranê de behsa li her çar şehîdan dike. Di destpêka sêdare kirina wan amadebûn, ji aliyê cemawereke zêdeyê bajarê Silêmaniyê ve pêşwaziya termê wî hate kirin û bi vê helkeftê jî helbestvanê mezinê Kurd Tofîq ( 1867 - 1950 ) Pîremêrd helbesta Kostey Niwêy nivîsand û li bajarê Silêmaniyê li girê Seywan bi axê hatiye spartin. Di radyo ya Bexdayê de nûçeya sêdaredana wî pexş kir. Di sala 1959 an de Kamiran Mukrî ( 1929 - 1986 ) pertûkek bi navnîşana Mihemed Qudsî yê Nemir ya 31 rûpelî li bajarê Silêmaniyê çap kir. Mihemed Qudsî şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bû.

 

Berhemên wî:

1- Niştiman û Niştimanperwerî çi ye? 1946 


 


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mihemed Mehmud Herkî

Siyasetmedar Mihemed‌ Mehmud Ebdula, bi navê (Mihemed Herkî), hatiye nas kirin, di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye.

Agahiyên bêtir

Mehmud Êzdî

Yasanas û siyasetmedar Mehmud Haşim Elyas Silo, bi navê Mehmud Êzdî hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...

Agahiyên bêtir

Kemal Kerkukî

Siyasetmedar Mihemed Qadir Ebdula, bi navên (Dr Kemal Kerkukî û Nurî), hatiye nas kirin û di sala 1967 an de peywendiyê bi Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re û di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye.

Agahiyên bêtir

Hîwa Ehmed Mistefa

Siyasetmedar Hîwa Ehmed Mistefa, bi navên (Hîwa Ehmed, Lawik, Siware, Bawkî Bizav), hatiye nas kirin û di sala 1992 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yazdehem 1993 û diwazdehem 1999 ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

Agahiyên bêtir

Nahîde Selam Ehmed

Mamosta û siyasetmedar Nahîde Selam Ehmed, bi navên (Mamosta Nahîde Şêx Selam, keça Kurd, N. S û Dayika Roj), hatiye nas kirin, di sala 1960 li Kongreya Pêncema Partiya Dêmokrata Kurdistanê da ku li bajarê Bexdayê hatibû saz kirin...

Agahiyên bêtir