Mesûd Mistefa Kake Heme Husên, ku bi navê (Mesûd Saleyî), tê naskirin, di sala 1964 an de peywendiyê bi rezên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) re kiriye. Di sala 1974 an de, ew bûye endamê komîteya navçeya Xebatê, ku hemû emîndariyên giştî yên Şoreşa Îlonê di nav xwe de digirtin. Di sala 1984 an de, ew bûye endamê desteya ragihandinê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de, di Kongreya Dehemîn de bûye endamê Komîteya Navendî. Di sala 2005 an de, wekî berpirsê Mekteba Navendî ya Rêxistinê hatiye destnîşan kirin. Di sala 2016 an de jî, ew bûye berpirsê Desteya Çavdêrî û Vekolînê.
Jiyanname
Mesûd Mistefa Kake Heme Husên, ku bi navê (Mesûd Saleyî), tê naskirin, di sala 1948 an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Heya qonaxa amadeyî, wî li heman bajarî xwendiye. Di sala 1965 an de, Peymangeha Mamosteyan, beşa wêjeyê, qedandiye. Di sala 1966 an de, li Zanîngeha Bexdayê, di beşa yasayê de, hatiye qebûlkirin, lê di qonaxa duyem a zanîngehê de, di sala 1967 an de, dev ji xwendinê berdaye. Piştî têkçûna Şoreşa Îlonê di sala 1975 an de, ew wekî penaber derbasî Îranê bûye û li wir jiyaye. Piştî serhildana sala 1991 an, ew vedigeriya ye Kurdistanê. Saleyî, şehrezayê zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Farisî û Îngilîzî bûye.
Xebatname
Di sala 1964 an de, ew tevlî refên Partiyê (PDK) dibe û di heman salê de, ew li bajarê Kerkûkê, dibe Pêşmergeyê navxweyî. Di sala 1965 an de, ew wekî berpirsê komîteya rêxistina Dubizê, ser bi komîteya navçeya Kerkûkê û ser bi komîteya şaxa sêyem, tê destnîşan kirin. Di sala 1966 an de, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, ew beşdarî şerê Qeredaxê yê li dijî artêşa Komara Iraqê dibe. Di sala 1967 an de, wekî berpirsê komîteya rêxistina derveyî Kerkûkê, ser bi komîteya navçeya Kerkûkê û ser bi komîteya şaxa sêyem, tê destnîşan kirin. Di sala 1967 an de, dema ku ew xwendekarê sala duyem a beşa yasayê li Zanîngeha Bexdayê bû, ji aliyê koma Îbrahîm Ehmed – Celal Talebanî ve tê girtin û îşkencekirin. Piştre, ew radestî dezgeha ewlekariya giştî ya Iraqê tê kirin û ji ber vê yekê, heta hetayê ji xwendinê bêpar dimîne. Di salên 1967 - 1968 an de, ew li girtîgeha Kerkûkê û girtîgeha Bab El - Şet a li bajarê Mûsilê tê girtin û li wir hatiye bend kirin.
Di 6 ê Cotmeha 1986 an de, ew beşdarî berxwedana li dijî êrîşa hêzên çekdar ên koma Îbrahîm Ehmed – Celal Talebanî dibe, ku bi piştevaniya hêzên bejayî yên artêşa Iraqê li herêmên Cebarî û Qerehesenê, li sînorê parêzgeha Kerkûkê, pêk hat. Di 13 ê Cotmeha 1968 an de, di bin fermandariya Elî Qasim, ku bi navê Elî Şingalî tê naskirin û endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû, ew beşdarî şerê Çiyayê Silbato ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê, li dijî hêzên koma Îbrahîm Ehmed – Celal Talebanî, kiriye. Di sala 1970 an de, ew nûnerê Kongreya Heştemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû, lê belê beşdar nebûye. Di sala 1974 an de, ew bûye endamê komîteya navçeya Xebatê ku hemû emîndariyên giştî yên Şoreşa Îlonê di nav xwe de digirt. Beriya sala 1983 an, wî di beşa îdareya Mekteba Siyasî de kar kiriye.
Di 2 ê Mijdara 1983 an de, ew wekî endamê desteya nivîskaran ji bo beşa ragihandinê tê veguhestin. Di 12 ê Kanûna Yekem a 1983 an de, ew dibe endamê rêxistinê di komîteya rêxistina baregeha Mekteba Siyasî de. Di 16 ê Tîrmeha 1985 an de, ew di desteya nivîskaran a ragihandinê de tê damezrandin. Di sala 1984 an de, ew dibe endamê desteya ragihandinê ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1985 an de, wî di Radyoya Dengê Kurdistanê de xizmetê kiriye. Di 5 ê Cotmeha 1985 an de, ew dibe endamê komîteya şaxê di komîteya şaxa duyem de. Di sala 1986 an de, ew endamê desteya nivîskaran a kovara Sefîn, organa komîteya şaxa duyem, bû. Di sala 1986 an de, ew wekî endamê komîteya şaxa sêyem tê destnîşan kirin. Di 1 ê Nîsana 1987 an de, ew beşdarî ahenga 53 yemîn salvegera damezrandina Partiya Komunîst a Iraqê li herêma Qeredaxê kiriye. Di salên 1986 - 1987 an de, ew sernivîserê kovara Babegurgur bû. Di sala 1989 an de, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) tê hilbijartin. Di 13 ê Kanûna Duyem a 1990 an de, ew wekî endamê komîteya ragihandinê tê destnîşan kirin.
Di sala 1991 an de, ew beşdarî serhildana Başûrê Kurdistanê dibe. Di sala 1993 an de, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû (Kongreya Yazdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) tê hilbijartin. Di sala 1993 an de, ew wekî berpirsê komîteya Leqa sêyem a Kerkûkê tê destnîşan kirin. Di 15 ê Mijdara 1994 an de, li ser navê Serok Mesûd Barzanî, ew li bajarê Hewlêrê beşdarî roja yekem a kongreya damezrandina Partiya Sosyalîst a Dêmokrat a Kurdistanê dibe. Di sala 1994 an de, ew dibe endamê Mekteba Navendî ya Rêxistinê û piştî demekê, wekî berpirsê Mekteba Navendî ya Rêxistinê tê destnîşan kirin. Di sala 1995 an de, wî di rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, de gotaran weşandine. Di 8 ê Sibata 1996 an de, bi mebesta beşdarbûna 17 emîn salvegera serketina Şoreşa Îslamî ya Îranê, ew bi şandeke Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû re serdana bajarê Tehranê kiriye. Roja duşemê, 28 ê Tîrmeha 1997 an, ew bi Serok Mesûd Barzanî re li bajarê Hewlêrê beşdariya vekirina Kongreya Çaremîn (Kongreya Wekheviyê) de kiriye.
Di sala 1997 an de, ew li Peymangeha Kadroyan a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê li bajarê Hewlêrê mamosteyê dersa rêxistinê bû. Di sala 1999 an de, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Diwazdehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) di rêza sêyem de hatiye hilbijartin. Di sala 2000 î de, ew pêşwaziya şandeke rewşenbîrên Ereb dike. Di sala 2001 an de, ew li bajarê Hewlêrê mamosteyê dersên rêxistin, program û peyrewa navxweyî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû bû. Roja pêncşemê, 29 ê Mijdara 2001 an, ew bi Serok Mesûd Barzanî re li bajarê Hewlêrê beşdarî ahenga derçûna dewreya diwazdehemîn a Peymangeha Pêgihandina Kadroyan de kiriye.
Roja pêncşemê, 6 ê Hezîrana 2002 an, li bajarokê Pîrmamê, ew beşdarî civîna hevbeş a her du Mektebên Siyasî yên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibe û pirsgirêka kehrebeyê û projeya federaliyê gotûbêj dikin. Ji 14 ê Sibata 2004 an heya 14 ê Nîsana 2004 an, ew li bajaroka Pîrmamê mamosteyê dersa rêxistinê ya di dewreya çardehemîn a Peymangeha Kadroyan a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû. Di salên 2004 - 2010 an de, ew endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû. Di sala 2005 an de, wekî berpirsê Mekteba Navendî ya Rêxistinê tê destnîşan kirin. Di sala 2007 an de, ew li bajarê Hewlêrê mamosteyê dersa rêxistinê ya di dewreya şazdehemîn a Peymangeha Kadroyan a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû. Di sala 2016 an de, ew wekî berpirsê Desteya Çavdêrî û Vekolînê tê destnîşan kirin. Roja sêşemê, 7 ê Tebaxa 2018 an, li bajarê Hewlêrê, ew beşdarî vekirina Kongreya Heştemîn (Kongreya Pêşmerge) ya Yekîtiya Lawên Dêmokrat a Kurdistanê dibe.
Çavkanî :
1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
2 - "Beserkirdinewekanî Lîjney Pîşkinîn û Çawdêrî" (Serdanên Komîteya Vekolîn û Çavdêriyê), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, Hejmar 1.875, Hewlêr, Pêncşem, 17 ê Sibata 1994 an, r. 4.
3 - "Kongre, derencamekanî hilbijardinî Komîtey Nawendî Partîman Radigeynêt" (Kongre, encamên hilbijartina Komîteya Navendî ya partiya me radigihîne), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, Hejmar 1.729, Hewlêr, În, 27 ê Tebaxa 1993 an, r. 1.
4 - Elî Sincarî, El - Qediye El - Kurdiye we Hizb El - Be'es El - Erebî El - Îştîrakî fî El - Iraq, Bergê sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 383, 384, 388, 390.
5 - Kerîm Şareza, "Wezîrî Şoreşî Kurdistan Nafiz Celal Hewêzî" (Wezîrê Şoreşa Kurdistanê Nafiz Celal Hewêzî), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, Hejmar 1989, Hewlêr, Yekşem, 10 ê Tîrmeha 1994 an, r. 3.
6 - "Le kobûnewey her du Mektebî Siyasî Yekêtî û Partî da" (Di civîna her du Mektebên Siyasî yên Yekîtî û Partiyê de), Rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Hejmar 2.776, Sala yazdehem, Silêmanî, Şemî, 8 ê Hezîrana 2002 an, r. 1.
7 - "Întîxab E'da' El - Lecne El - Merkeziye lil - Hizb El - Dîmoqratî El - Kurdistanî – El - Iraq", Kovara Gulan El - Erebî, Saziya Gulan ji bo Çand û Ragihandinê, Hejmar 41, Sala çarem, Hewlêr, 31 ê Cotmeha 1999 an, r. 15.
8 - "Întîxab Lecne Merkeziye Cedîde Mu'ellefe min 31 'udwen we 9 E'da' Îhtiyat", Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Hejmar 946, Hewlêr, În, 15 ê Cotmeha 1999 an, r. 15.
9 - "Bi amadebûna Serok Barzanî Kongreya Heştê ya Lawan dest bi karên xwe kir", Rojnameya Evro, Hejmar 2.404, Çarşem, Dihok, 8 ê Tîrmeha 2018 an, r. 5.
10 - Hawre Saqir Ebûfexir, Kerîm Muriwe Yetezeker fî ma Yuşbîh El - Sîre, (Şam - Dar El - Meda lil - Sîqafe wel - Neşir - 2002), r. 442, 443.
11 - "Barzan News navî endamanî serkirdayetî Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û rêjey dengekaniyan bilaw dekatewe" (Barzan News navên endamên serkirdatiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û rêjeya dengên wan belav dike), Rojnameya Barzan News, Hejmar 193, Hewlêr, Yekşem, 19 ê Kanûna Yekem a 2010 an, r. 4.
12 - "Wefdêkî Partîman beşdarî rêwresmî ahengî serkewtinî Şoreşî Îslamî Îran dekat" (Şandeke partiya me beşdarî merasîma ahenga serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê dibe), Rojnameya Birayetî, Hejmar 2156, Pîrmam, Çarşem, 7 ê Sibata 1996 an, r. 1.
13 - "Barzan News navî endamanî serkirdayetî Partiya Demokrat a Kurdistanê û rêjey dengekaniyan bilaw dekatewe" (Barzan News navên endamên serkirdatiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û rêjeya dengên wan belav dike), Rojnameya Barzan News, Hejmar 193, Hewlêr, Yekşem, 19 ê Kanûna Yekem a 2010 an, r. 4.
14 - "Partî çend gorankarîyek encam dedat, Elî Ewnî: Liqekan weku xoyan demêninewe û hîçiyan kem nakrênewe" (Partî çend guhertinan dike, Elî Ewnî: Şax wekî xwe dimînin û tiştek ji wan kêm nabe), Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Hejmar 5210, Hewlêr, Pêncşem, 9 ê Sibata 2017 an, r. 1.
15 - Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Serok, Hejmar 10, 13 ê Kanûna Duyem a 1990 an, r. 8.
16 - Partiya Demokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî, Biryar, Hejmar 3021, 2 ê Mijdara 1983 an, r. 1.
17 - Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî, Biryar, Hejmar 4055, 12 ê Kanûna Yekem a 1983 an, r. 1.
18 - Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî, Biryar, Hejmar 9410, 5 ê Cotmeha 1985 an, r. 1.
19 - Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Mekteba Siyasî, Bo hemû beşekanî M.S. ya têkoşer (Ji bo hemû beşên Mekteba Siyasî ya têkoşer), Hejmar 6775, 18 ê Tîrmeha 1985 an, r. 1.
20 - Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx El - Hizb El - Dîmoqratî El - Kurdistanî – El - Iraq (fî Mehetat Reîsîye) 1946 - 1993, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998), r. 174, 183.
21 - Dîrokî xulekanî Kadiranî Partî, le şaxewe bo şar (Dîroka dewreyên Kadroyên Partiyê, ji çiyê ber bi bajêr), (Hewlêr - Navenda Lêkolîn û Vekolîn û Akademiya Partiyê - Çapxaneya Rojhilat - 2019), r. 92, 106, 122, 136, 173.
22 - El-Reîs El - Barzanî fî Hefl Texerruc El - Dewre El - Saniye E'şre lî - Me'hed Î'dad El - Kewadir: Ne'mel Cahidîn we kema kunna daîmen bî - en yekûn El - Partî 'amil xeyr lî - 'umûm El - Iraq, Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, Hejmar 1054, Hewlêr, În, 30 ê Mijdara 2001 an, r. 1.
23 - "Serok Barzanî dê hijmareka dîdar û kombûnan li welatên Erebî encam det", Rojnameya Evro, Hejmar 2471, Yekşem, 25 ê Çiriya Duyem a 2018 an, r. 1.
24 - Elî Sincarî, El - Qediye El - Kurdiye we Hizb El - Be'es El - Erebî El - Îştîrakî fî El - Iraq, Bergê sêyem, (Dihok - Çapxaneya Xanî - 2012), r. 479.
25 - Fazil Reûf, Berew Xor (Ber bi Rojê), Bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001), r. 204.
26 - Karwan Mehwî, "Kongrekanî Partîman Partiya Demokrat a Kurdistanê" (Kongreyên Partiya me Partiya Demokrat a Kurdistanê), Kovara Şirove, Mekteba Navendî ya Lêkolîn û Vekolînan, Hejmar 14, Hewlêr, Çapxaneya Hacî Haşim, Payîza 2010 an, r. 20.
27 - Liqî Dû, Liqî Dû le nîw sedey têkoşanda (Şaxa Duyem di nîv sedsala têkoşînê de), (Hewlêr - Çapxaneya Aras - 2010), r. 34.
28 - "Le çwaremîn kongreyanda: Afretanî Kurdistan le beramber komelêk erk sedan awatî bedînehartû" (Di kongreya xwe ya çaremîn de: Jinên Kurdistanê li hember komek erk û bi sedan hêviyên nepêkhatî), Kovara Gulan, Saziya Gulan, Hejmar 132, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, 2 ê Tebaxa 1997 an, r. 31-32.
29 - Mihemed Mela Qadir, Salêk le Şêx Wesanan û Yadaştekanî Rojanî Awareyî le Îran (Salek li Şêx Wesanan û bîranînên rojên penaberiyê li Îranê), (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2016), r. 60.
30 - Mihemed Mela Qadir, Xebatname: Kurte Mêjûy Partî û Kulturî Barzanî Nemir (Xebatname: Kurtedîroka Partî û çanda Barzaniyê Nemir), Çapa duyem, (Hewlêr - Saziya Çap û Weşanê ya Aras - 2007), r. 96.
31 - Mesûd Saleyî, "Tiyorî dro rêzan" (Teoriya derewçêkeran), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, Hejmar 2147, Sêşem, 28 ê Mijdara 1995 an, r. 3.
32 - "Heval Mesûd Saleyî serdanî Kelar û Simûd dekat" (Heval Mesûd Saleyî serdana Kelar û Simûdê dike), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê, Hejmar 1603, Hewlêr, În, 26 ê Adara 1993 an, r. 2.
33 - Mumesil El - Seyîd Mesûd El - Barzanî Yehdur El - Mu'temer El - Te'sîsî lil - Hizb El - Îştîrakî El - Kurdistanî, Rojnameya Xebat, organa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, Hejmar 751, În, 18 ê Mijdara 1994 an, r. 2.
34 - "Wefdî serkirdayetî Partîman beşdarî merasîmî salgerdî serkewtinî Şoreşî Îslamî Îran deken" (Şanda serkirdatiya partiya me beşdarî merasîma salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê dibe), Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtû, Hejmar 2157, Havîngeha Pîrmam, Pêncşem, 15 ê Sibata 1996 an, r. 1, 11.