Mîrza Ebdulkerîm Mistefa

Siyasetmedar Mîrza Ebdulkerîm Mistefa, bi navên (Mîrza Hacî Ebdulkerîmê Hesinger, Mîrza Fendî Ebdulkerîm), hatiye nas kirin. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye .


Siyasetmedar Mîrza Ebdulkerîm Mistefa, bi navên (Mîrza Hacî Ebdulkerîmê Hesinger, Mîrza Fendî Ebdulkerîm), hatiye nas kirin. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û li sala 1960 û li kongreya pêncem da bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Mîrza Ebdulkerîm Mistefa di sala 1914 li Hewlêrê ji dayik bûye‌. Di destpêkê de ew xistine ber xwendina olî, di sala 1931 an de qonaxa seretayiyê li bajaroka Koye temam kiriye û heman salê li xaneya zanistî ya Bexdayê (Dar Al Ulum) hatiye wergirtin û paşê bi nivîskarê Dadgeha Berayî ya Koye hatiye damezrandin û paşê li dadgehên Sulhî Pişder û Sulhî Hewlêr û Dadgeha Kerkûk û Dadgeha Ceza ya Kerkûkê û Dadgeha Şeqlawe wekî nivîskar kar kiriye.

 

Di sala 1958 an de Cîgirê Serokê Dadgeha Mafê Yekalîkirinê ya Nasiriye bûye li Başûrê Iraqê û paşê ew veguhestine Dadgeha Hewlêrê. Di sala 1960 an de bi yarîdederê serokê dadgeha teswiye ya zeviyên çanadinî ya Nasiriye hatiye damezrandin û paşê bi heman pileyê ji bo Hewlêrê hatiye veguhestin. Di sala 1975 an de li karê mîrî hatiye xanenişîn kirin. Li havîna 1979 an de bi nexweşiyeke kuşinde li Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Derwêş Xidir li bajaroka Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bi axê hatiye spartin. Şarezayê her du zimanên Kurdî û Erebî bûye.

 

Xebatname

Mîrza Ebdulkerîm Mistefa di sala 1942 an de peywendiyê bi rêzên Komeleya Jiyaneweya Kurd‌ li Rojhilatê Kurdistanê re kiriye û li desteya nivîskarên belavkirinên Bilêse bûye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Di sala 1950 an de nivîskarê Dadgeha Hewlêrê bûye û bi nivîskarê Dadgeha Hewlêrê Stênselî rojnameya Rizgarî ya organa Partiya Dêmokrata Kurd bi ciheke nihênî çap kiriye. Heman salê berpirsê lîjneya navçeya Hewlêrê û kargêrê lîjneya leqa du bûye. Di sala 1951 an de wekî nivîskarê Dadgeha Kerkûkê hatiye veguhestin û rojname û beyanna‌meyên Partiya Dêmokrata Kurd li mala xwe ya li bajarê Ker‌kûkê çap kiriye. Nûnerê kongreya sêyem ya di sala 1953, kongreya çarem 1959 û kongreya pêncem 1960 bûye û piştî kongreyê bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Ehmed Şerîf Lek, şîroveya rûdanên dîrokî çend rûpeleke ji dîroka neteweyek, bergê yekem, ( Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2016 ).

3- Abdulstar Tahir Şerîf, Tarîx Al Hizb Al Surî Al Kurdistanî, Al Tabia Al Saniye, ( Bexdad ـ Minşurat Al Surî 1979 ).

4- Kerîm Şareza, Almiwazaf Al Adarî Wal Minazil Al wetanî Mîrza Abdulkerîm 1914 - 1979, Cerîde El Taaxî, Dar Al Taaxî Lil Tabia wel neşir, al adad 4115, al dewre al salese, Bexdad, Al Arbaa, 12 tişrîn al sanî 2003.

5- Kerîm Şareza, Mîrza Ebdulkerîm 1914 - 1979, Ansîklopediya Hewlêr, bergê dehem, ( Lubnan ـ Green Galory 2009 ).

6- Mam Celal, li bîranîna xebatgêreke gumanawî ya Kurdayetiyê li bîranîna Mîrza Fendî Ebdulkerîm da, rojnameya Kurdistanî Niwê, organa Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, hejmara 473, sala duyem, Hewlêr, pêncşem 9 ê Eylula 1993.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir