Mulazim Şiwan

Ebdulîlah Mihemed Emîn Ebdulam bi navê (Mulazim Şiwan), hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar di sala 1973 an de li beşa hêzên taybet ya li kolêja serbazî ya Bexda yê bi pileya Mulazimê duyem derçûye. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok) re kiriye. Di sala 1980 an de bûye endamê serkirdayetiya herêma Başûr ya Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok). Di sala 1992 an de li kongreya yekem de bi endamê Desteya Serokayetiya Partiya Yekgirtina Kurdistanê de hatiye...


Ebdulîlah Mihemed Emîn Ebdulam bi navê Mulazim Şiwan hatiye nas kirin. Efser û siyasetmedar di sala 1973 an de li beşa hêzên taybet ya li kolêja serbazî ya Bexda yê bi pileya Mulazimê duyem derçûye. Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok) re kiriye. Di sala 1980 an de bûye endamê serkirdayetiya herêma Başûr ya Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok). Di sala 1992 an de li kongreya yekem de bi endamê Desteya Serokayetiya Partiya Yekgirtina Kurdistanê de hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de piştî yekgirtina çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li kongreya yazdehe‌m de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Ebdulîlah Mihemed Emîn Ebdula ji dayik bûyê bajarê Kerkûkê ye, qonaxa seretayî û navendî yê li bajarê Kerkûkê temam kiriye. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û heta sala 1970 an li tixûbê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê çalakiyan encam daye. Di sala 1969 an de piştî eşkerebûna lîsta rêxistina leqa Kerkûkê ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ji aliyê Asayîşa Kerkûkê ve xwestine wî radest bikin, lê belê kariye xwe rizgar bike û ji bo demekê xwe li bajarê Kerkûkê veşartiye. Di sala 1969 an de beşdarî û serkirdayetiya xwepêşandana li ber parêzgeha Kerkûkê ya li dijî bi desthilatdarên Iraqê de kiriye. Di sala 1970 an de nûnerê kongreya navpirdan ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bûye‌.

 

Di sala 1970 an de qonaxa piştî navendî ya beşa zanistiyê li bajarê Kerkûkê temam kiriye. Di sala 1970 an de li koleja çandiniya zanîngeha Silêmaniyê hatiye wergirtin. Di sala 1970 an de kolêja çandiniyê bi cîh hiştiye û ji bo xwendina li kolêja serbazî ya Bexda û li xula pencih û yekem de hatiye wergirtin. Li rêkefta 21 ê Adara 1970 an de beşdariya xwepêşandana Bexda ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bi diruşma "Bi luleya tifenga Partî ve me hukmê zatî wergirt" de kiriye. Di sala 1973 an de li beşa hêzên taybet ya li kolêja serbazî ya Bexda de bi pileya mulazimê duyem derçûye. Di sala 1973 an de li betalyona çarem ya tîpa hêza taybetî ya hêza zemînî ya artêşa Iraqê dest bi kar kiriye.

 

Xebatname

Ebdulîlah Mihemed Emîn Ebdula di sala 1974 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û serleq bûye û li betalyona çarem ya Zozik de xizmetê kiriye. Di sala 1974 an de li êrîşa li ser sengerên artêşa Iraqê li Kêwereş (Silêmaniyê) de bi teqîna mîn û mayinê bi dijwarî birîndar bûye. Di sala 1974 an de bi çekê dijî asmanî balafireke Mak 21 ya hêza asmanî ya Iraqê ya li devera Barzan de pê ketiye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê çûye Şahnişîna Îranê. Di destpêkê de li wargeha Serab Nîlufer nîştecîh bûye û paşê ji bo bajarê Reşt ya li Bakûrê Îranê hatiye veguhestin. Li meha tişrîna yekema 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û ji bo bajaroka E'tîşye ya ser bi parêzgeha Kerbela ya li nava Iraqê hatiye dûr xistin.

 

Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok) re kiriye. Di sala 1977 an de beşdariya xwepêşandana Xanelnusî ya li dijî rejîma Be'es ya li parêzgeha Necefê de kiriye û demeke kurt hatiye desteser kirin. Heta rêkefta 6 ê Adara 1979 an fermanberê îdareya xwecihî ya parêzgeha Necef ya li navenda Iraqê bûye. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyê Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok) re kiriye. Di sala 1980 an de bûye endamê serkirdayetiya herêma başûr ya Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok). Di sala 1988 an de bi endamê nivîsîngeha bi cîh kar (El mekteb El tenfîzî) ya bereya Kurdistanî û endamê mekteba serbazî ya bereya Kurdistanî hatiye hilbijartin. Di sala 1991 an de wekî fermandeyeke bereya Kurdistanî beşdariyê li azad kirina bajarê Silêmaniyê û bajarê Kerkûkê da kiriye. Di sala 1991 an de beşdariya civîna Çemçemal ya Bereya Kurdistanî ya ji bo azad kirina bajarê Kerkûkê de kiriye. Li rojên 7 heta 10 ê tişrîna yekema 1991 ji aliyê nûnerên kongreya Qelaçolan ve bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Serbixweya Demokratîka Kurdistanê (Pasok) de hatiye hilbijartin.

 

Roja pêncşema 20 ê tebaxa 1992 li bajarê Hewlêrê beşdariya kongreya yekem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê de kiriye. Roja pêncşema 27 ê Tebaxa 1992 ji aliyê nûnerên kongreya yekem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bi endamê komîteya navendî de hatiye hilbijartin. Di sala 1992 an de bûye berpirsê leqa Dihok ya Partiya Serbixweya Demokratîka Kurdistanê (Pasok). Di sala 1992 an de wekî Nûnerê Partiya Serbixweya Demokrata Kurdistanê (Pasok) ê beşdariya kongreya duyem ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de kiriye û gotar xwendiye. Di sala 1992 an de li ser lîsta yekgirtin ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê xwe berbijêr kiriye. Di sala 1992 an de ji aliyê nûnerên kongreya yekem ve bi endamê desteya serokayetiya Partiya Yekgirtina Kurdistanê hatiye hilbijartin û dengê yekemê kongreyê bi dest ve aniye. Di sala 1992 an de bi berpirsê mekteba rêxistina Partiya Yekgirtina Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1993 an de piştî Yekgirtina çarem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê nûnerên kongreya yazdehe‌m ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê  ـ Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Di sala 1995 an de berpirsê mîhwerê Qesrê yê artêşa Partiya Dêmokrata Kurdistanê  ـ Yekgirtî bûye. Di sala 1999 an de li kongreya diwazdehem û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de nûnerê kongreyê bûye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Turkmenî û Îngilîzî û Farisî ye.


 


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir