Mehmud Êzdî

Yasanas û siyasetmedar Mehmud Haşim Elyas Silo, bi navê Mehmud Êzdî hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...


Yasanas û siyasetmedar Mehmud Haşim Elyas Silo, bi navê Mehmud Êzdî hatiye nas kirin. Di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 û li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2017 bûye berpirsê lîjneya leqa bîst ya Şêxan.

 

Jiyanname

Mehmud Êzdî di sala 1970 an de li bajaroka (Baedrê – Şêxan) ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 2010 an de bekaloryosa yasa ji Zanîngeha Dihokê wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî ye.

 

Xebatname

Mehmud Êzdî di ‌sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re koçberî Îranê bûye û di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê rejîma Be'es ve ji bo Başûrê Iraqê hate nefî kirin û dûr xistin û di sala 1978 an de vegeriya ye Dihokê.

 

Di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1991 an de li hêza Şêxan de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1992 an de beşdariyê li xuleke rewşenbîrî ya li baregeha leqa yek li Dihokê kir ku ji bo du mehan berdewam bû. Di sala 1998 an de beşdariyê li xula yazdehemîn ya peymangeha kadîran ya li bajarê Hewlêrê de kiriye.

 

Nûnerê kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin.‌

 

Di dema kar kirina li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de van erk û berpirsiyariyan wergirtiye: Berpirsê lîjneya navçeya Batêl 2000, Berpirsê lîjneya navçeya Xebat 2002, Berpirsê lîjneya navçeya Şingal û Sinunê 2003, Kargêrê lîjneya leqa bîst ya Şêxan 2006, Berpirsê lîjneya navçeya Elquş ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê 2007, Cîgirê berpirsê desteya çavdêrî û pişkinînê 2011, berpirsê lîjneya leqa bîst ya Şêxan 2017. 

Di sala 2022 an de li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir