Mehmud Mihemed

Rewşenbîr û siyasetmedar Mehmud Mihemed Mehmud Seîd, di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1973 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye....


Rewşenbîr û siyasetmedar Mehmud Mihemed Mehmud Seîd, di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1973 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li kongreyên yanzdehe‌m 1993 û diwanzdehem 1999 an da bi endamê yedega komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekgirtî hatiye hilbijartin. Di sala 2001 an de li kabîneya çarem da bûye Wezîrê Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di sala 2005 bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encûmena serkirdayetî û paşê bi endamê mekteba siyasiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, hilgirê madalya Barzaniyê Nemire.

 

Jiyanname

Mehmud Mihemed di sala 1956 li bajarê Ranye ji dayik bûye, di sala 1968 an de qonaxa seretayiyê li bajaroka Qeladizê temam kiriye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê )1961- 1975), bi malbata xwe re koçberî we‌latê Îranê bûye. Di sala 1992 an de bûye Qaymeqamê Navendî ya bajarê Hewlêrê û di sala 2001 an de li kabîneya çarem da bûye Wezîrê Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Şarezayê her du zimanên Kurdî û Farisî ye.

 

Xebatname

Mehmud Mihemed di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (xwendekarên) Kurdistanê re kiriye û di sala 1973 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî we‌latê Îranê bûye.

 

Di sala 1988 an de kargêrê lîjneya leqa heşt ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li Îranê û li dawiya heman salê da bi endamê lîjneya amadekarê kongreya dehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1990 an de berpirsê lîjneya leqa heşt ya Îranê bûye û sala 1991 di dema serhildan û raperîna Başûrê Kurdistanê de endamê mîhwera neh ya raperînê bûye.

 

Li kongreyên yanzdehe‌m 1993 û diwanzdehem 1999 an de bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2005 bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encûmena serkirdayetî û paşê bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li kongreya çardehem da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1994 bûye berpirsê mekteba navendî ya rêxistinên pîşeyî û cemawerî û di sala 2000 an de bi berpirsê lîjneya leqa sê ya Kerkûkê û di heman salê bi berpirsê lîjneya leqa çar ya Silêmanî‌ û di sala 2004 bi berpirsê lîjneya leqa du ya Hewlêrê hatiye destnîşan kirin û heman salê li nav bajarê Hewlêrê li kirdareke terorîstî da birîndar bûye.

 

Di sala 2009 an de berbijêrê lîsta Kurdistanî ya ji bo Encumena Niştimaniya Kurdistanê bûye û li hilbijartinê da bi endamê encûmenê hatiye hilbijartin, lê belê destbikar nebûye.

 

Di sala 2018 ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa Eylûlê, Şoreşa Gulanê û qonaxa raperîna Başûrê Kurdistanê û serdema serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir