Mamosta Emîn

Emîn Qadir Esed, bi navê (Mamosta Emîn) hatiye nas kirin, siyasetmedar, di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê re kiriye. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Partiya Sosyalîsta Kurdistanê re kiriye. Di sala 1993 an de li bajarê Hewlêrê ji aliyê nûnerên kongreya yanzdehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî hatiye hilbijartin. Li şeva 9 ê temuza 1997 an de bi nexweşiyê koça dawî kiriye.


Jiyanname

Emîn Qadir Esed bi navê (Mamosta Emîn) hatiye nas kirin, di sala 1952 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, qonaxa seretayî û navendî û amadehiyê li Hewlêrê xwendiye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê Îranê bûye. Di sala 1976 an de vegeriya ye Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê nîştecîh bûye. Di sala 1978 an de beşa kîmya yê li kolêja zanistî ya zanîngeha Bexdayê temam kiriye. Di sala 1979 an de wekî mamosta hatiye damezrandin. Di sala 1997 an de li Hewlêrê koça dawî kiriye û li Hewlêrê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî û Farisî bûye û li şeva 9 ê temuza 1997 an de bi nexweşiyê koça dawî kiriye.

 

Xebatname

Emîn Qadir Esed di sala 1966 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Ciwanên Dêmokratên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1974 an de wekî xwendekareke zanîngehê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye wekî kadîrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê xizmetê kiriye. Di sala 1975 an de li piştî şikesta şoreşa Eylûlê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1976 an de çûye nav rêxistinên Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê. Di sala 1978 an de li damezrênerên Yekîtiya Xwendekarên Sosyalîsta Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1976 an de peywendiyê bi rêzên Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê re kiriye. Di sala 1979 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Partiya Sosyalîsta Kurdistanê re kiriye. Di sala 1979 an de berpirsê lîjneya navçeya Re‌wandiz û Şeqlawe ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bûye. Di sala 1979 an de kargêrê leqa Hewlêr ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bûye. Di sala 1981 an de berpirsê leqa Dihokê ـ Nînowa ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bûye. Di sala 1981 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Sosyalîsta Yekgirtiya Kurdistanê li kongreya Doletû de hatiye hilbijartin. Di sala 1981 an de berpirsê rêxistina cemawerî û pîşeyî û endamê mekteba rêkxistinê ya (Partiya Sosyalîsta Kurdistanê) bûye. Di salên 1983 - 1986 bi berpirsê leqa Hewlêrê ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1984 an de fermandeyê hêzeke Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ya li devera Behdînanê kiriye. Di sala 1986 an de berpirsê mekteba darayî û kargêrî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bûye. Di salên (1988 - 1991) piştî rawestana şerê Îran ـ Iraqê û êrîşa berbelav ya artêşa Iraqê ya li ser navçeya azad kiriyên bindestê hêzên Pêşmerge de bi çekê kîmyayî, bi neçarî koçberî Komara Îslamî ya Îranê bûye.

 

Di sala 1989 an de bi endamê bilindê komîteya serpereştiya koçberan li Îranê (Bereya Kurdistanî) hatiye destnîşan kirin. Di sala 1990 an de bûye ‌endamê kargêrê nivîsîngeha bi cîh kar ya Bereya Kurdistanî. Di sala 1991 li lîjneya bilinda Hewlêrê ya Bereya Kurdistanî de kar kiriye. Di sala 1991 berpirsê leqa Raperînê li mîhwera Qeladizê û Ranye û Koye ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bûye. Di sala 1992 an de bûye berpirsê leqa Koye ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê. Di sala 1992 an de berbijêrê lîsta Yekgirtin ya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlemena Kurdistanê) bûye. Di sala 1992 an de endamê mekteba rêxistina Partiya Yekgirtina Kurdistanê. Di sala 1993 an de berpirsê leqa Hewlêrê ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye. Di sala 1993 an de beşdariya kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê bi mebesta xwe hilweşandin û yekgirtina bi Partiya Demokrata Kurdistanê re, di sala 1993 an de li bajarê Hewlêrê ji aliyê nûnerên kongreya yanzdehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Di sala 1993 an de li mekteba navendî ya rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de endam bûye. Di sala 1995 an de pileya wî hatiye bilind kirin û bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî. Di sala 1995 an de berpirsê beşa darayî ya mekteba navendî ya rêxistinê bûye.

 

Li rêkefta 1 ê kanuna duyema 1995 an de mala wî ya li bajarê Hewlêrê ji aliyê çekdarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ve hatiye talan kirin. Li şeva 9 ê temuza 1997 an de bi nexweşiyê koça dawî kiriye û bi amadebûna Muhsîn Dizeyî Nûnerê Serok Mesûd Barzanî, endazyar Mihemed Mehmud Ebdulrehman (1933 - 2004) ku bi navê Samî Ebdulrehman hatiye nas kirin berpirsê desteya kargêrî ya mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, Dr Roj Nurî Şaweys Serokê Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, paşê ber bi menzilgeha dawî li goristana Kargeha Qîrî ya bajarê Hewlêrê hatiye birîn û li wir bi axê hatiye spartin.



 


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir