Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên Samî, Samî Ebdulrehman, Salih, Dara jî tê naskirin, di sala 1957an de endamê Komeleya Xwendekarên Kurd bû li Ewropayê, di sala 1966an de bû endamê Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistana Iraqê, di Kongreya Heftemîn a sala 1966’an de û di Kongreya Heştemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê de wek endamê Komîteya Navendî û piştre jî wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin, di sala 1975an de bû endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1979an de di kongreya nehemîn de ji Partiya Dêmokrata Kurdistanê derket, di sala 1981ê de Partiya Gel a Dêmokrata Kurdistanê (PGDK) damezrand, di sala 1993’an de vegeriya nav refên PDK’ê û di kongreyên 11an li sala 1993an û 12an li sala 1999an de wek endamê komîteya navendî û piştre endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê –Yekgirtû hat hilbijartin, di 1’ê Sibata 2004’an de di encama êrîşeke terorîstî de li nava baregeha Liqa duyemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDKê) li bajarê Hewlêrê şehîd bû.
Jiyanname
Mihemed Mehmûd Ebdulrehman di sala 1933an de li Şingalê-Mûsilê ji dayik bûye, di sala 1952an de wek nûnerê hikûmetê bo Padîşahiya Yekbûyî ya Brîtanyayê tê şandin û di sala 1953an de li zanîngeha Manchesterê tê qebûlkirin. Di sala 1957an de bawernameya masterê di warê endezyariya elektrîkê de wergirt û vegeriya Iraqê û di sala 1958an de li Wezareta Petrolê wek endezyar hate damezrandin. Di heman salê de yek ji damezrênerên Sendîkaya Endezyarên Iraqê bû û di sala 1959an de wek sekreterê Sendîkaya Endezyarên Iraqê hat hilbijartin. Di sala 1959 de, ew efser bi pileya Mulazim ê duyemîn ê yedek bû li Mûsilê û di dema serhildana Eqîd Rûken Ebdulwehab Şewaf (1016-1959) de piştgirî da Zaîm Rûken Ebdulkerîm Qasim (1963) û li dijî serhildana Eqîd Rûken Ebdulwehab Şewaf rawestiya. Di sala 1961ê de bi dosmama xwe Fewziya Emîn Ebdulrehman re dizewice. Di 1’ê Sibata 2004’an de di encama êrîşeke terorîstî de li bajarê Hewlêrê ji aliyê grûpa terorîstî ya El Qaîdê ve şehîd bû. Bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî baş dizanibû.
Xebatname
Mihemed Mehmûd Ebdulrehman di sala 1954 de, dema ku xwendekar li Brîtanyayê bû, tevlî Komeleya Xwendekarên Iraqî ya Partiya Komunîst a Iraqê bû û ji bo Komîteya Rêveber a Xwendekaran a Partiya Komunîst a Iraqê li zanîngeha Manchesterê a Padîşahiya Yekbûyî ya Brîtanyayê hat hilbijartin, di sala 1957an de wek endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê hate qebûlkirin. Di salên pêncî yên sedsala bîstan de berpirsê Partiya Komunîst a Iraqê li Padîşahiya Yekbûyî ya Brîtanyayê bû.
Piştî kodetaya 8ê Sibata 1963an û derxistina Komûnîstan, tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû û wek rojnamevanek dest bi têkoşîna xwe kir û endamê desteya nivîskaran a radyoya Dengê Kurdistana Iraqê bû ku ji şikefta Girdereşê ya parêzgeha Silêmaniyê dihat weşandin, di sala 1965an de endamê desteya nivîskaran ya rojnameya Xebatî, organa Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû û di heman salê de bû berpirsê radyoya Dengê Kurdistanê.
Di 1ê Tebaxa 1966an de wek endamê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê hat destnîşankirin û piştre bû endamê Mekteba Cîbicîkar a Encûmena Serkirdatiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê. Di her du kongreyên 7an li sala 1966an û 8an li sala 1970an yên PDK’ê de weke endamê Komîteya Navendî û piştre ji bo Mekteba Siyasî ya PDK’ê hate hilbijartin, di heman salê de bû alîkarê berpirsê Mekteba Leşkerî ya nivîsgeha cîbicîkar ya Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê û di heman demê de wek endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Nivîsgeha Cîbicîkar ya Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li Kurdistana Iraqê hat destnîşankirin, di 15ê Nîsana 1967 di bin çavdêriya Serok Mistefa Barzanî de weke Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê nûnerê konferansa leşkerî-siyasî li Kanî Simaqê bû, di dawiya salên şêstan de bi berdewamî rola xwe di perwerdekirina kadroyan de hebûye û wek mamosteyê dersên hînkirinê xizmet kiriye.
Navhatî wek serkirdeyekî leşkerî rolek bibandor lîstiye û di 18ê Mijdara 1969ê de serperiştiya Dastana Pîremegronê kir û di dawiya heman salê de jî pêşengiya şerê Sûrdaşê kiriye, di 1'ê Adara 1969'an de weke fermandarê giştî yê operasyona êrîşa li ser Kompaniya Petrola Kerkûkê ya li Babagurgurê hate destnîşankirin, ji ber karîn û jêhatîbûna wî bi têkoşîna siyasî û dîplomatîk re bi domdarî di dem û cîhên pêwîst de xwe dispartin şiyan û jêhatîbûna wî û di sala 1970 de endamê komîta aşitiyê ya heft kesî bû di navbera Partiya Dêmokrat a Kurdistanê û Partiya Beis a Sosyalîst a Erebî de, di 10ê Kanûna duyem a 1970ê de, endamê şanda 9 kesî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ku ji bo danûstandinên Otonomiya Başûrê Kurdistanê ligel berpirsên Partiya Beis li bajarê Bexdayê, di 11ê Adara 1970ê de, endamê şanda Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bû ji bo pesendkirina Peymana 11ê Adarê ya li ser Otonomiya Kurdistanê ji aliyê Serokomar Ehmed Hesen Bekir (1914-1982) ve.
Di 29ê Adara 1970î de di kabîneya Ehmed Hesen Bekir de wek Wezîrê Karên Bakur hat damezrandin, di 7ê Tebaxa 1970ê de li gel Îsmaîl Ezîz Mistefa (1938-2017) naskirî bi Şêx Îsmaîl Mela Ezîz cîgirê berpirsê Komîteya Liqa Pêncemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) ji bo ku careke din tevlî refên PDK’ê bibe serdana Serok Mistefa Barzanî li baregeha havînê ya Hacî Omeran kir.
Di 12ê Adara 1974an de ji ber cîbicînekirina rêkeftina 11ê adarê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Serokomarê Iraqê Ehmed Hesen Bekir kir, di 7’ê Nîsana 1974’an de bi biryarnameya komarê ji wezîrê karên Bakur di kabîneya Ehmed Hesen Bekir de hat dûrxistin, di 28’ê Nîsana 1974’an de piştî ku dewleta Iraqê mala wî desteser kir, malbata wî ji bo deverên rizgarkirî hatin derxistin, di destpêka Adara 1974an de, bo demeke kurt wek berpirsê Sekreteriya Giştî ya Perwerde û Xwendina Bilind a Şoreşa Îlonê hate destnîşankirin, di sala 1974an de dema ku şerê di navbera artêşa Iraqê û Artêşa Şoreşgerên Kurdistanê de dest pê kir, wek berpirsê ragihandinê hate destnîşankirin.
Di sala 1975’an de, piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê, weke penaber çûye Îranê û di heman salê de piştî demeke kurt koçberî Brîtanyayê bû, di destpêka Nîsana 1975’an de ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hate erikdarkirin û di sala 1976 de bû endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Konferansa Berlînê).
Di sala 1977ê de bi rêya Bakurê Kurdistanê û bi alîkariya Partiya Dêmokrata Kurdistana Tirkiyê tevlî refên Pêşmerge bû û bi nasnav Salih û piştre jî Dara têkoşîn kiriye, di sala 1977 de li deverên rizgarkirî yên Şoreşa Gulanê gotarên vekirinê li Radyoya Kurdistana Iraqê dixwendin, di 15ê Mijdara 1977an de, di civîna berfireh a Bîdawê a serkirdatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de beşdar bû ji bo birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û vejandina rêxistinan.
Heya Kongreya nehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê weke sekreterê demkî yê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hat destnîşankirin û di sala 1979’an de ji aliyê desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê ve hat girtin û beşdarî kongreya 9’an a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê nebû, di sala 1979ê de Serok Mesûd Barzanî, Îdrîs Barzanî, Wesley Gryk berpirsê beşê parastina penaberan ya komîsyona bilind a penaberan û Komara Gel a Lîbyayê hewla azadkirina wî ji destê Komara Îslamî ya Îranê dan, di dawiya Îlona 1980 de ji zindana Komara Îslamî ya Îranê derket û vegeriya Brîtanyayê.
Di sala 1981ê de Partiya Gel a Demokrata Kurdistanê (PGDK) damezrand, ji 26 heta 30 Tîrmeh 1981 di kongreya yekem ya Partiya Gel a Demokrata Kurdistanê (PGDK) de ji alîyê nûnerên kongreyê ve wek sekreterê giştî hat hilbijartin,di sala 1992an de ji aliyê nûnerên yekemîn kongreya Partiya Yekgirtina Kurdistanê ve weke endamê Komîteya Navendî hat hilbijartin û bû endamê serkirdayetiya Partiya Yekgirtina Kurdistanê (PASOK), HSK, Gel, di sala 1993 de, di kongreya yazdehan de bû endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekgirtû, di 4ê Gulana 1994an de, di civîneke hevpar a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ji bo asayîkirina rewşa Başûrê Kurdistanê rêkeftina agirbestê îmze kir.
Di 20ê Kanûna yekem a 1999an de li ber Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê sonda qanûnî xwar û wek Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kabîneya çarem de hat destnîşankirin, di sala 1999an de û di kongreya 12an de wek endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hate hilbijartin, di 12ê tebaxa 2003ê de ji aliyê encûmena desthilatdar a Iraqê ve wek endamê komîteya hilbijartina endamên kongreya destûrî hat destnîşankirin, di sala 2003an de wek endamê Komîteya Dariştina Destûra Iraqê hat destnîşankirin.
Di 1’ê Sibata 2004’an de di encama êrîşeke terorîstî de li bajarê Hewlêrê ji aliyê grûpa terorîstî ya El Qaîdê ve şehîd b û Serok Mesûd Barzanî bi vê boneyê nameyek ji gelê Kurd re şand, roja Sêşemê, 3ê Sibata 2004an Nêçîrvan Îdrîs Mistefa naskirî bi Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bi vê boneyê nameyek ji gelê kurd re şand, di dema şehîdbûna wî de Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû.
Ji berhemên wî:
1. Geştek di Erdê Şewitandî de - 1988.
2. Destpêk û Aso - 1988.
3. Ji kaxezên min - 1991.
4. Cîhan li benda aştiya Kurdan e – 1998.
5. Di Bingehên Dîplomasî, Diyalog û Muzakere de – 1998.
6. Derbarê Dîplomasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – 1999.
7. Perwerdehiya kadroyan - bê sal.
8. Derbarê Dîplomasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – 1999.
Çavkanî:
- Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2012).
- Dîroka Partiya Dêmokrat a Kurdistanê, Kongre û Konferansa (Bername û Rêziknameya Navxweyî), Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê, berg 1, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).
- Hebîb Mihemed Kerîm, Kerkûk û Şoreşa Îlonê ya birûmet, Kovara Golan El-Erebî, Navenda Çanda Golanê, Hejmar 70, Sala şeşan, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, 31.03.2002.
- Newzad Elî Ehmed, Çapemeniya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Derveyî Welat, (Silêmanî - Saziya Jîn ji bo Vejîna Mîrata Belgeyî û Rojnamegeriya Kurdî - 2010).
- Palê Bawanî, Kesayetiya Şehîd Samî û Çend Bîranîn, Kovara Xazir, Navenda Çanda Berdereş, hejmar 9, Hewlêr, Çapxaneya Minare, Bihar 2005.
- Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê.
- Amadekirin û saxkirin: Şerîf Hejarî, Tevgera Netewî ya Başûrê Kurdistanê 1961-1977 di Belgeyên Veşartî yên Wezareta Derve ya Brîtanyayê de, wergerandina Pasar Şêrko, (Silêmanî - Çapxaneya Pencere - 2016).
- Mihemed Sehil Teqûş, Dîroka Kurdan 637 - 2015, (Beyrût - Dar El-Nefais bo Çap, Weşan û Belavkirinê - 2015).
- Hamid Gawherî, Mistefa Barzanî, Pêşmerge û Serok, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhelat – 2017).
- Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê - Iraq (Westgehên sereke) 1946-1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Samî Şoreş, Kurdistan û Kurd, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojahlat - 2019).
- Samî Abdulrahman, ji Kaxezên Min, (Kurdistan - Weşanên Partiya Gel a Demokrat a Kurdistanê - Çapxaneya Gel - 1991).
- Elî şingalî, Pirsgirêka Kurd û Partiya Beis a Erebî ya Sosyalîst li Iraqê, Beşa Sêyem, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2012).
- Elî şingalî, Rastiya Karwanê Şoreşa 11ê Îlona 1961ê, (Duhok - Çapxaneya Xanî - 2013).
- Evdirehman Gundikî, Nameyek ji Şirnexê, (Stenbol - Weşanxaneya Doz - 2016).
- Kerîm Şareza, Siyasetmedarê Kurd Şehîd Samî Ebdulrehman, Ferhenga Navên Nemir, berg 1, amade û serperiştiya Mumtaz Heyderî, Hêriş Sincawî û Karwan Qasim, (Hewlêr - Pirtûkxane û Arşîva Mumtaz Heyderî - Çapxaneya Rojhelat - 2014).
- Mihemed Mela Qadir, Xebatname Kurte Dîroka Partî û Çanda Barzaniyê Nemir, Çapa Duyem, (Hewlêr - Weşanxaneya Aras - 2007).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, bergê Sêyem, Çapa Duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).