Mihemed Mehmud Herkî

Siyasetmedar Mihemed‌ Mehmud Ebdula, bi navê (Mihemed Herkî), hatiye nas kirin, di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye.


Siyasetmedar Mihemed‌ Mehmud Ebdula, bi navê (Mihemed Herkî), hatiye nas kirin, di sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên nehem ya 1979, dehem 1989, yanzdehem 1993 û diwanzdehem 1999 bûye û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.  

 

Jiyanname

Mihemed Herkî di sala 1954 an de li bajaroka Pîrmam ji dayik bûye, derçûyê qonaxa amadeyî ye, li 14 ê Eylûla 2011 koça dawî kiriye û li goristana Pîrmam bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bû.

 

Xebatname

Mihemed Herkî li sala 1970 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê re kiriye. Di sala 1974 ve wekî Pêşmerge beşdariya ‌şerên Xelîfan û Gorez û Hesen Beg ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê de kiriye û çend carek birîndar bûye. Salên ( 1975 - 1991 ) piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye.

 

Nûnerê kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yanzdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 bûye û sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.  

 

Di sala 1983 berpirsê lîjneya navçeya Şeqlawe ya ser bi lîjneya leqa du bûye û di sala 1988 wekî fermandeyê hêzên koçber beşdariya destana Xwakurkê de kiriye. Di sala 1991 beşdariyê li azad kirina bajarê Kerkûkê da kiriye.

 

Di sala 1994 bûye berpirsê lîjneya navçeya Selahedîn ya ser bi lîjneya leqa du ya Hewlêrê û di sala 2011 bûye berpirsê lîjneya leqa nozdeh ya Çemçemal û li 14 ê Eylûla 2011 koça dawî kiriye û li goristana Pîrmam bi axê hatiye spartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir