Mîrhac Ehmed Tahîr

Efser û Siyasetmedar, Mîrhac Ehmed Tahîr bi navê (Mîrhac Akreyî), hatiye nas kirin. Di sala 1939 an de Endamê Komeleya Darker bûye û li rêkefta 7 ê Gulana 1939 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwaya Kurde re kiriye...


Efser û Siyasetmedar, Mîrhac Ehmed Tahîr bi navê (Mîrhac Akreyî), hatiye nas kirin. Di sala 1939 an de endamê Komeleya Darker bûye û li rêkefta 7 ê Gulana 1939 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwaya Kurde re kiriye. Di sala 1944 an de yek ji beşdarbûyên şoreşa duyema Barzane (1943 - 1945). Di sala 1846 an de endamên desteya damezrêner û komîteya bi cîh kar ya navendiya Partiya Demokrata Kurde (Kongreyê damezrand). Di sala 1948 an de bi endamê serkirdayetiya Başûr ـ Rojhilatê Kurdistanê (Konferansa Baku) de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1953 an û li kongreya sêyem de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Iraqê hate hilbijartin.  ‌


Jiyanname

Mîrhac Ehmed Tahîr, di sala 1911 an de li bajarê Akrê ya ser bi parêzgeha Musilê ji dayik bûye. Di sala 1923 an de qonaxa seretayî temam kiriye. Di sala 1923 an de ji bo xwendina qonaxa navendiyê çûye bajarê Bexda. Di sala 1929 an de qonaxa amadehiyê li bajarê Bexdayê temam kiriye. Di sala 1929 an de xwestiye biçê kolêja serbazî ya Bexda lê belê ji ber Kurdbûna wî nehatiye wergirtin. Di sala 1931 an de ji xaneya mamostayên Bexda derçûye. Di sala 1931 an de wekî mamostayê qonaxa seretayî li bajarê Bexdayê hatiye damezrandin. Di sala 1935 an de li kolêja serbazî ya Bexdayê wekî xwendekar hatiye wergirtin. Li 15 ê Eylûla 1936 an li xula panzdehema kolêja serbazî ya Bexdayê bi pileya Mulazimê Duyem derketiye. Li 4 ê temuza 1937 an de bi pileya mulazima duyema topxane û bekaloryosa serbazî ya li ‌‌kolêja serbazî derketiye. Di sala 1939 an de ‌bûye Mulazimê Yekem. Di sala 1943 an de pileya wî li rêzên artêşa Iraqê da hatiye bilind kirin û bûye Neqîb (Reîs). Li çarçêweya erkê serbaziyê da xula topxane û firokevaniyê dîtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Înglîzî, Rusî û Farisî bûye.


Xebatname

Di sala 1939 an de endamê komeleya Darker bûye û li 7 ê Gulana 1939 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Hîwaya  Kurd re kiriye. Li 16 ê Tebaxa 1946 an bi hevrêyetiya Mistefa‌ Mistefa Mistefa naskirî bi Mistefa Xoşnaw (1912 - 1947) amadeyê civîna damezrandina Komeleya Jiyaneweya Kurd (J.K) li baxê Sîseya bajarê Mehabad ya Rojhilatê Kurdistanê bûye. Li meha Tebaxa sala 1943 an de bi hevrêyetiya Mistefa Mistefa Mistefa (1912 - 1947) naskirî bi Mistefa Xoşnaw endamê şanda Partiya Hîwaya Kurd e û ji bo hevdîtina li gel karbidestên Yekîtiya Sovyetê û kesayetiyên Kurd, serdana Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Li meha hezîrana 1944 an de bi mebesta peywendî kirina bi desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê û şoreşgêrên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê serdana bajarê Urmiyê kiriye. Li meha kanuna yekema 1944 an bi hevrêyetiya Mistefa Xoşnaw li bajarê Urmiyê hevdîtinê bi Neqîb Vîlçîvskî Nûnerê Taybetî yê Stalîn yê Karubarê Îran û Kurd pêkanîne ku bi mebesta hemahengî û piştgîriya li doza Kurd bûye û li bajarê Tewrêzê hevdîtinê li gel General Lûbof Serokê Desteya Erkanî Cengê Sovyetê û General Etekşyof pêkanîne û ji bo heman mebestê bûye. Li 25 ê kanuna duyema 1944 an de efserê peywendî desthilatdarên Iraqê li gel şoreşgerên şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) ya li bereya Akrê ya ser bi parêzgeha Musilê bûye û hewl daye hemû serkirdeyên Kurd piştgîriya Mistefa Barzanî ya li daxwaza wî ya mafên Kurd de bikin.

 

Di sala 1944 an de bi hevrêyetiya Mistefa Xoşnaw û Ezîz Şemzînî bi nûnerayetiya Partiya Hîwaya Kurd hevdîtinê li gel Mistefa Barzanî kirin û di derbarê bi hemahengî û hevkariya wan her du aliyan. Di sala 1944 an de bi tometa hevkarî kirina şoreşa duyema Barzan ji aliyê artêşa Iraqê ve li bendîxaneya Emare hatiye bend kirin. Li 28 ê nîsana 1945 an de li rêya Mihemed Emîn Axayê Akreyî ve ji bajarê Bexdayê hatiye derxistin û li 29 ê nîsana 1945 an de li bajarê Musilê ber bi bajaroka Akrê ve reviyaye û paşê derbasî devera Barzan navenda şoreşa duyema Barzan bûye. Li 1 ê Gulana 1945 an de gihîştiye navçeyên azad kiriyên şoreşa duyema Barzan û peywendiyê bi rêzên şoreşa duyema Barzan ve kiriye. Di sala 1945 an de yek ji damezrênerên lîjneya Azadî ya li serdema şoreşa duyema Barzan da bûye. Li 19 ê Tebaxa 1945 an ji ber beşdariya li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) fermana zeftkirina hemû darayiyên veguhestî û neveguhestiyên wî ji aliyê Dadgeha Orfî ya Iraqê ve hatiye derxistin. Li 11 ê tişrîna yekema 1945 an de piştî şikesta şoreşa duyema Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Li 21 ê Adara 1946 an de li bajarê Mehabad bi General Mistefa Barzanî û li gel Pêşewa Qazî Mihemed‌ Serok Komarê Kurdistanê da hevdîtinan di derbarê pêkanîna hêza Barzan kirine. Di sala 1946 an de fermandeyê betalyona sêyemê hêza Barzan ya li bereya Seqiz ya li tixûbê Komara Dêmokratîka Kurdistanê (Rojhilatê Kurdistanê) bûye. Di sala 1946 an de bi Serok Mistefa Barzanî re li bajarê Mehabad hevdîtinê bi dîplomatkarê Amerîkî Arçî Rozvîltî re kiriye.

 

Di sala 1946 hevdîtineke taybetî ji bo Parêzer Reşîd Îsmaîl Ezîz (1960 - 2001) naskirî bi Reşîd Bacelan li gel Qazî Mihemed Serok Komarê Komara Dêmokratîka Kurdistanê rêk dixe û ew bi xwe amadeyê vê hevdîtinê dibe. Di sala 1946 an de li desteya damezrênerên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1946 an de beşdariya şerê Mamşay ya dijî bi artêşa Îranê re kiriye. Di sala 1946 an de li bajarê Bexda ji aliyê nûnerên kongreya yekem (Kongreya Damezrandin) ve ‌bi endamê komîteya bi cîh karê navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin. Di sala 1946 an de bi pileya Eqîd fermandeyê betalyona sê ya hêza Barzanî ya li Artêşa Komara Dêmokratîka Kurdistanê wergirtiye. Di sala 1946 an de berpirsê wergirtina kelupel û çek û teqemeniyan ji Komara Mîllî ya Azerbaycanê ji bo hêza Barzan li Teqî Awa ya li tixûbê di navbera her du komaran bûye. Li dawî ya sala 1946 li serdema şikesta Komara Dêmokratîka Kurdistanê bi fermana General Mistefa Barzanî Sayinqelayê girt bi mebesta hêsan kirina paşvekêşiya hêza Barzan û hêza piştevaniya Komara Mîllî ya Azerbaycanê li bereya Seqiz ber bi bajarê Mehabadê. Li 21 ê kanuna yekema 1946 an de endamê şanda danustandinkarê Başûrê Kurdistanê bi Serokayetiya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) ya ji bo bajarê Tehrana paytexta Îranê li gel desthilatdarên Îranî û Amerîkî û Ingilîz da bûye ku bi mebesta vegerana wan Başûriyên Kurdistanê li ser warên xwe. Di sala 1946 an de piştî şikesta Komara Dêmokratîka Kurdistanê serdana Pêşewa Qazî Mihemed kiriye û li gel hewl daye ku xwe radest neke.

 

Di sala 1946 an piştî şikesta Komara Dêmokratîka Kurdistanê li bajaroka Nexede endamê şanda Kurdî ya ji bo danustandinên li gel Serheng Xefarî nûnerê artêşa Îranê da bûye. Li 8 ê nîsana 1947 an li gel hêzên Pêşmerge da gihîştiye Gader û biryarê daye li gel General Mistefa Barzanî da berevaniyê bike û xwe radestî desthilatdarên Iraqê neke. Li 28 ê Gulana 1947 an de li jêr serpereştiya Serok Mistefa Barzanî beşdariyê civîna berfireha Cirmî ya li gundê Cirmî ya li Rojhilatê Kurdistan‌ê bi mebesta xwe rêkxistina hêzên Pêşmerge û plandanana ji bo bi rê ketina ber bi Yekîtiya Sovyetê kirine. Di sala 1948 an bi endamê serkirdayetiya Başûr ـ Rojhilatê Kurdistanê (Konferansa Baku) de hatiye destnîşan kirin. Di sala 1953 an de bêyî amadebûna wî bi xwe ji aliyê nûnerên kongreya sêyem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê de hatiye hilbijartin. Li salên pencihên sed sala derbasbûyî de li peymangeha ramyarî ya Partiya Komunistên Ozbekîstanê ji bo heta sê salan xwendiye û bekaloryosê ji zanistên ramyarî de bi dest ve aniye. Li 17 ê Eylûla 1958 an de bi balafirê gihîştiye Balafirxaneya Prag. Li 19 ê Eylûla 1958 an bi hevrêyetiya Serok Mistefa Barzanî gihştiye Balafirxaneya Qahîre û li koşka Qubbe ji aliyê Cemal Ebdulnasir (1918 - 1970) ve hatiye pêşwazî kirin. Li dawî ya meha Eylûla 1958 an bi Serok Mistefa Barzanî re tacegulek li ser gora serbazên wenda yên Misrê ya li bajarê Qahîre daniye.

 

Di sala 1958 an de li gel General Mistefa Barzanî re ku vegeriya ye Bexda ji aliyê Encûmena Serweriya Iraqê ve hukma li sêdaredanê li ser hatiye rakirin. Li 7 ê tişrîna yekema 1958 an de rojnameya bi zimanê Erebî (Al Huriye) li bajarê Bexda nûçeya vegerana wî ya ji Yekîtiya Sovyetê hatiye belav kirin. Her li sala 1958 an de peywendiya xwe bi zêdetirê efserên Kurd yên li artêşa Iraqê de bi hêztir dike û li gel Serok Mistefa Barzanî wan dide nas kirin. Di sala 1959 an de li gel Esed Xoşewî ji aliyê Serok Mistefa Barzanî ve hatiye raspartin heta li gel hevjînên hevalên Barzanî da bipeyve ku bi mebesta behs kirina li jiyana li Başûrê Kurdistanê heta ku xwebexşane vegerin. Li roja 18 ê Nîsana 1958 an de bi du şemendeferan li gel hevalên Barzanî gihîşte bajarê Hewlêrê û ji aliyê Şêx Ehmedê Barzan (1897 - 1969) û cemawerê bajar ve hatine pêşwazî kirin û bi vê helkeftê gotarek ji bo cemawer xwendiye. Li 23 ê Adara 1959 an de bi fermaneke komarî û bi wajoya encûmena serwerî ya Iraqê bi pileya Muqedem li rêzên artêşa Iraqê de hatiye wergirtin‌.

 

Li roja şemiya 18 ê nîsana 1959 an li bendera Basra ya li Başûrê Iraqê li pêşwaziya şemendeferên hilgirê hevalên Mistefa Barzanî da bûye ku ji Yekîtiya Sovyetê ve vegeriyan û gotarek pêşkêşî wan kiriye. Li 8 ê şubata 1963 an de piştî kudetaya Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî li ser desthilatdarê Ferîq Rukin Ebdulkerîm Qasim (1914 - 1963) da ji artêşa Iraqê hatiye xanenişîn kirin. Di sala 1977 an de ji aliyê Ehmed Hesen Bekir (1914 - 1982) ve hatiye raspardin ku posteke Wezaretê werbigre, lê belê bi vê yekê razî nebûye. Di sala 1979 an de bi awayeke nihênî ji bajarê Bexda û li mala xwe sersaxiyê ji bo Serok Mistefa Barzanî (1903 - 1979) daniye. Li 13 ê tişrîna duyema 1988 an de li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û li goristana Pîrbanê ya li bajaroka Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê bi axê hatiye spartin.


Çavkanî:

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir