Reşîd Bacelan

Yasanas û siyasetmedar Reşîd Îsmaîl Axa, bi navê Reşîd Bacelan hatiye nas kirin. Di salên dawiya 1930 û 1940 an de wekî Endam û Damezrêner û Serkirde beşdariya çendîn komele û partiyan de kiriye.


Yasanas û siyasetmedar Reşîd Îsmaîl Axa, bi navê Reşîd Bacelan hatiye nas kirin. Di salên dawiya 1930 û 1940 an de wekî Endam û Damezrêner û Serkirde beşdariya çendîn komele û partî yên wekî Komeleya Birayetî û Komeleya Lawan li bajarê Bexda‌ û Komeleya Darker li Xaneqîn û Partiya Hîway Kurd li bajarê Kerkûkê û Partiya Rizgarî Kurd de kiriye. Di sala 1946 beşdariya kongreya duyem ya Partiya Rizgariya Kurd ya li bajarê Bexdayê de kiriye û deng bi hilweşandina wê de daye heta Partiya Rizgariya Kurd biçê nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurd. Di sala 1946 û li kongreya yekem da bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd de hatiye hilbijartin. Li 16 ê Şubata 2001 li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye.


Jiyanname

Reşîd Îsmaîl Axa li sala 1920 li bajarê Diyale ji dayik bûye. Di sala 1940 an de li beşa Maf ya li Kolêja Maf ya Bexdayê de dest bi xwendinê kiriye û di sala 1944 bawernameya bekaloryosê bi dest ve aniye û karê parêzerî û dadweriyê kiriye û bûye Endamê Sendîkaya Parêzerên Iraqê. Di sala 1958 an de li Wezareta Çaksaziya Çandiniya Iraqê hatiye damezrandin û paşê li 14 ê Şubata 1960 an de bi dadwer hatiye damezrandin. Li 30 ê hezîrana 1983 an de hatiye xanenişîn kirin û di dawiyê de karên wî Endamê Lîjneya Dîrok û Çandî bûye li Desteya Kurdî ya Korî Zanyarî Iraq (Akademiya Zanyariyên Iraqê).

 

Li 16 ê Şubata 2001 li bajarê Bexdayê koça dawî kiriye û her li wir li goristana Kerx bi axê hatiye spartin. Şarezayî ya wî li zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Farisî û Înglîzî da hebûye.


Xebatname

Li salên dawî yên sîh û çil yên sedsala derbasbûyî de wekî Endam û Damezrîner û Serkirde beşdariya çendîn komele û partiyên wekî Komeleya Birayetî û Komeleya Lawan li bajarê Bexda û Komeleya Darker li Xaneqîn û Partiya Hîway Kurd li bajarê Kerkûkê û Partiya Rizgariya Kurd de kiriye. Di sala 1944 an de beşdariya kongreya Kelar ya Partiya Hîway Kurd de ji bo piştgîriya li şoreşa duyema Barzan (1943 - 1945) da kiriye.

 

Di sala 1946 bi hevaltiya Mîrhac Ehmed Tahîr (1911 - 1988) re ku bi Mîrhac Akreyî hatiye nas kirin, hevdîtinê bi Qazî Mihemed Serok Komarê Komara Demokratîka Kurdistanê ya li bajarê Mehabadê de kiriye. Di sala 1948 rêkxerê xwepêşanderên nan ya li bajaroka Xaneqînê bûye û li vê xwepêşandanê da piştgîriyê li girtî û bendkiriyên Barzaniyan de kiriye û bi vê sedemê jî ji aliyê desthilatdarên Iraqê ve bi tometa handana xelkê ji bo xwepêşandanê hatiye siza kirin û bend kirin.

 

Di sala 1946 an de Nûnerê Kongreya Duyem ya Partiya Rizgariya Kurd ya li bajarê Bexdayê de kiriye û deng bi hilweşandina wê de ‌daye da ku Partiya Rizgariya Kurd biçê nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurd û heman salê de û li yekem kongreya PDK da bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd hatiye hilbijartin. Beşdariya kongreyên çarem 1959 û pêncem 1960 an de kiriye. Di sala 1963 ji aliyê hêzên pasevanên neteweyî (Al Heres Al Qewmî) ve bi tometa Kurdayetiyê hatiye girtin û îşkence kirin.

 

Berhemên wî:

Cami' Al Tewab 2014


Çavkanî:

1- A'dad, Karwan Osman Xeyat, Reşîd Îsmaîl Bacelan, Cami' Al Tewab, (Al Silêmaniye - Al Mudîriye Al Ame Lil Seqafe û Al Fen Lil Germiyan ـ Matbaa Gunc - 2014.

2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewa navxweyî), Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Şadan Xaneqînî, kesayetiyê navdarê Xaneqîn Reşîd Bacelan, kovara Sîrwan, leqa 15 ya Xaneqînê ya Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmara 4. payîza 2008.

4- Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên siyasiyên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958, (Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê 2005).

5- Omer Elî Şerîf, Reşîd Bacelan 1920 - 2001, 100 navdarên Kerkûk û Germiyan, (Silêmanî ـ Çapxaneya Karo 2019).

6- Şiwan Mihemed Emîn Teha Xoşnaw, Hewlêr li navbera salên 1963 - 1970 lêkolîneke dîrokî ya li ser rewşa siyasî, (Hewlêr ـ Çapxaneya Zanîngeha Selaheddînê 2016).

7- Behar Reşîd Bacelan, Reşîd Bacelan 1920 - 2001 têkoşereke kevnar û dêrînê Kurdayetiyê, (Silêmanî ـ Binkey Jîn ـ Çapxaneya Şivan 2007).

8- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî muhatat Reîsiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

9- Abdulrezaq Mutlak Al Fehd, Al Ahzab Al Siyasiye Fî Al Iraq û dewreha fî Al Hereke Al wetanî û al qewmî 1934 - 1958, (Beyrut ـ Şarkiye Al matbuat lil Tewzî wal Neşir - 2011).

10- Elî Ebdulla, Dîroka Partiya Demokrata Kurdistana ـ Iraqê heta sazkirina kongreya sêyem, (Bê Şiwên ـ Eylula 1968).

11- Osman Sengeserî, beşek ji jiyana serkirdeyên nemirên Kurdistanê, (Silêmanî ـ Çapxaneya Sîma 2014).

12- Mesod Al Barzanî, Al Barzanî Wel Hereke Al Tehririye Al Kurdiye, al Muceled Al Awil, Al Tabiye Al Saniye, (Beyrut ـ Kawa Lil Seqafiye Al Kurdî 1997).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir