Bekir Îbrahîm Ebabekir
Bekir Îbrahîm Ebabekir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû û di sala 1983 an de li qeraxê çiyayê Helgurd hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirBekir Îbrahîm Ebabekir, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bû û di sala 1983 an de li qeraxê çiyayê Helgurd hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirCemal Feqê Mistefa Kak Mihemed, li sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û bûye Pêşmerge. Di sala 1975 li gundê Serdre ji ber bombebarana balafirên cengî yên rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirCelal Mihemed Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye. Di sala 1982 an de li şer û rûbirûbûnek de bi birîndarî hatiye destgîr kirin û paşê ji aliyê Emna Silêmaniyê ve bi sêdare ya serbazî ve hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirCemal Elî Reşîd, kadir û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û şoreşa Gulanê bûye. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye û heta pileya Fermandeyê hêzê wergirtiye. Di sala 1981 an de li deşta Şarezûrê ketine nava kemîneke hêzeke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Cemal û hevsengerên xwe bi hev re şehîd bûne.
Agahiyên bêtirCebraîl Feqo Mîkaîl, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1963 an de li bajaroka Diyana hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirCebar Kakexan Elakerem, bi navê Cebarê Reş û Cebar Çuçanî hatiye nas kirin û kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye. Di sala 1982 an de bi desteyek hevsengerên xwe re ketine nava devereke mayin û mînên çêndî û li heman demê de kemîna Be'es êrîşî wan kirine û Cebarê Reş şehîd bûye.
Agahiyên bêtirCebar Ehmed Elî, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1974 an de li şerê çiyayê Zozik de şehîd bûye.
Agahiyên bêtirCe'fer Resul Hemdî, Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bû û li sala 1969 an de li çiyayê Asos hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirEbdula Ehmed Pêşmergeyê şoreşa Eylûlê bûye, di sala 1965 li nêzîk nahiye ya Pirdê hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirCemal Eskender Mehmud, li piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî ser tixûbê Îranê bûye û Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û tevahiya malbata wî zîndanî yên siyasî bûne. Li jiyana Pêşmergeyetiyê de carek birîndar bûye û di sala 1982 an de piştî encamdana çalakiyeke partîzanî ya li nav qeza Seyid Sadiq de, ketiye nava kemîneke serbazî û cehşên rejîma Be'esê û hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirOmer Axa Mihemed Omer Axa Şiwan bi navê Omer Axayê Dolemerî hatiye nas kirin. Pêşmerge û hevalê Barzanî yê Yekîtiya Sovyetê, li şoreşa duyema Barzan (1943-1945) de xebatkar bûye. Li Komara Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Mehabadê de Pêşmerge bûye. Beşdariya şoreşa Eylûlê 1961-1975 û şoreşa Gulan 1976-1991 û raperîn û serhildana bihara sala 1991 de kiriye. Li Pêşmergeyetiyê da çar caran birîndar bûye. Hilgirê madalya Barzanî ye, li rêkefta 10 ê Temûza 1995 li gundê Ziyaretê hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirMistefa Husên Mihemed, di sala 1939 li parêzgeha Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1961 peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Şarezayî li bikaranîna bêtelê de hebû, ji ber wê yekê ew berpirsê Bêtelê hêza Behdînan bûye. li 16 ê tebaxa 1996 li 50 saliya salvegera damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, medalya Barzanî wergirtiye.
Agahiyên bêtir