Wirya Saatî

Wirya Mihemed Reuf, bi navê (Wirya Saatî), hatiye nas kirin. Di sala 1976 li konferansa Berlînê bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê. Di sala 1977 an de yek ji beşdarên civîna berfireha Bêdawî ya serkirdayetiya demkî bûye‌...


Wirya Mihemed Reuf, bi navê (Wirya Saatî), hatiye nas kirin. Di sala 1976 li konferansa Berlînê bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1977 an de yek ji beşdarên civîna berfireha Bêdawî ya serkirdayetiya demkî bûye‌. Di sala 1979 û li kongreya nehem da rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi cîh hiştiye. Di sala 1981 û li damezrandina Partiya Gelê Dêmokratîka Kurdistanê de bûye endamê komîteya navendî û paşê mekteba siyasî. Di sala 1993 an de peywendiyê bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re kiriye.

 

Jiyanname

Wirya Mihemed Reuf li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê çûye we‌latê Îranê û di sala 1976 çûye Ewrûpa. Şarezayê zimanê Kurdî, Erebî û Almanî ye.


Xebatname

Wirya Mihemed Reuf, di sala 1974 piştî têkçûna rewşa di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û di ‌sala 1976 li konferansa Berlînê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê 1976 bi endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin. Di sala 1977 li peywendiyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Şamê kar kiriye. Li sala 1977 beşdariya civîna berfireha Bêdawî ya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo rêxistina hêzên Pêşmerge û ji nû ve rêkxistina wan de kiriye. Di sala 1979 endamê lîjneya xwe rêxistina serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li navbera koçberên Komara Îslamiya Îranê de bûye.

 

Di sala 1979 endamê lîjneya amadekarê kongreya nehema Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û heman salê ji rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê cûda bûye. Di sala 1981 ji aliyê nûnerên kongreya Partiya Demokrata Gelê Kurdistanê ve bi endamê komîteya navendî û paşê mekteba siyasî de hatiye hilbijartin. Di sala 1993 peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re kiriye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.  

2- Elî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye Wel Hizb Al Ba'as Al Arabî Al Iştirakî fî  Al Iraq, Al Cuz Al Salese, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2012).

3- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî Muhatat Rîesiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

4- Husen Letîf Al Zibîdî, Muessese Al Ahzab Al Iraqiye, (Beyrut ـ Muessese Al Arif Lil Metbuat - 2007) sahifa 341.

5- Rêkar Ehmed, Yekgirtin û Hilweşan, (Hewlêr ـ Çapxaneya Behest 2016).

6- Ferîd Eseserd, Ansîklopediya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, bergê yekem, çapa sêyem, (Silêmanî  - Akademiya Hişyarî û Pêgihandina Kadîran ـ Çapxaneya Hemdî 2016).

7- Mihemed Mela Qadir, Salek li Şêx Wesanan û bîranînên rojên koçberiya li Îranê, (Hewlêr ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2016).

8- Mihemed Mela Qadir, Serpêhatiya Nemiran, (Hewlêr ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2014).

9- Haşim Remezan, Al Muhterequn Al Kurd, Al Cuz Al Awel, (Erbîl Matbaa Al Haci Haşim - 2005).

 


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir