Yunis Rojbeyanî

Efser û siyasetmedar Yunis Mihemed Selîm Yunis, bi navên (Mulazim Yunis, Ferîqê Yekem Yunis Rojbeyanî), hatiye nas kirin. Di sala 1967 an de kolêja serbazî ya li Bexdayê temam kiriye....


Efser û siyasetmedar Yunis Mihemed Selîm Yunis, bi navên (Mulazim Yunis, Ferîqê Yekem Yunis Rojbeyanî), hatiye nas kirin. Di sala 1967 an de kolêja serbazî ya li Bexdayê temam kiriye. Di sala 1971 peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê re kiriye. Piştî rêxistina hêzên Pêşmerge ya li piştî şoreşa Eylûlê li sala 1977 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1979 an de li kongreya nehem da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 25 ê nîsana 1993 li kabîneya yekem da bûye Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Di heman salê li kongreya yanzdehe‌m da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî hatiye hilbijartin, di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m bi endamê encûmena serkirdayetî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û hilgirê madalya Barzaniyê Nemire û bi pile Ferîqê Yekem hatiye xanenişîn kirin.

 

Jiyanname

Yunis Mihemed Selîm Yunis di sala 1944 li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Qonaxên xwendina seretayî, navendî û amadeyî yê li bajarê Musilê temam kiriye. Li 6 ê kanuna duyema 1964 li kolêja serbazî ya Bexdayê hatiye wergirtin û di sala 1967 pileya mulazimê duyem wergirtiye. Piştî temam kirina xwendina xwe, li Wezareta Berevaniya Iraqê hatiye damezrandin û li çendîn cîhan û pêgehên xwe yên cûda yê serbazî de xizmetê kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.


Xebatname

Yunis Mihemed Selîm, di sala 1960 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistan‌ê re û di sala 1961 peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1971 peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û li çendîn cîhan û pile û pêgehên cûda û wekî Pêşmerge û fermande xizmetê kiriye û li şer û rûbirûnên hêzên dijmin da beşdar bûye.

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Li destpêka meha nîsana sala 1975 ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariyên Şoreşa Gulanê pê hatiye raspartin û sala 1976 bi fermana Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) û bi mebesta peywendiya bi rêxistinan re bi nihênî serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.

 

Li 15 ê tişrîna duyema 1977 beşdariya civîna berfireha Bêdawî ya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji bo rêxistina hêzên Pêşmerge û ji nû ve çalak kirina rêxistinan de kiriye. Di sala 1979 li kongreya nehem 1997, kongreya dehem 1989, kongreya yazdehe‌m 1993 û kongreya diwazdehem 1999 bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û sala 1980 bi berpirsê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1988 bi berpirsê mekteba serbazî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye destnîşan kirin û heman salê de bûye berpirsê mîhwerê li destana Xwakurk.

 

Li 19 ê Gulana 1992 da li xula yekem bi endamê Encûmena Niştîmaniya Kurdistanê ya li ser lîsta Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye Serokê Lîjneya Karubarên Pêşmergeyetiyê. Li 25 ê nîsana 1993 û li kabîneya yekem da bûye Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

 

Di sala 2004 bûye berpirsê lîjneya leqa çardeh ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Musilê. Di sala 2010 û li kongreya sêzdehe‌m da, bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 16 ê şubata 2017 li hewleke teror kirinê ya li nava bajarê Musilê de rizgar bûye, lê belê du ji pasevanên wî hatine şehîd kirin. Ji ber berxwedana wî ya li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye.

 

Berhemên wî:

Destpêkên şerê partîzaniya li Kurdistanê da 1986.


Çavkanî:

1- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, kitêba yekem, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 2019).

2- Feysel Resul Xoşnaw, Biyografiya Efserên Kurd, beşa duyem, (Tehran ـ çapxaneya rojhilat - 2020).

3- Yunis Rojbeyanî, destpêkên şerê partîzaniyê li Kurdistanê da, (Şiwên nadiyar ـ çapxaneya Xebat 1986).

4- Ehmed Şerîf Lek, şîroveya rûdanên dîrokî, berga duyem, (Hewlêr ـ çapxaneya rojhilat - 2019).

5- Arşîva Desteya îsîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.    

6- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ çapxaneya Hacî Haşim 2014).

7- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (fî muhatat Reîsiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

8- Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat -  2013).

9- Elî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye wel hizb al Ba'as al arabî al aştirakî fî al Iraq al cuz al salese, (Dihok ـ Matbaa Xanî - 2012).


Gotarên Têkildar

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.

Agahiyên bêtir

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir