Reşîd Arif Etruşî

Siyasetmedar Reşîd Arif Ebdulrehman Osman, bi navê (Reşîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re û di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1966 û li kongreya heftem da bi Berpirsê Desteya Çavdêrî û bi Dûvdaçûnê hatiye hilbijartin.


Siyasetmedar Reşîd Arif Ebdulrehman Osman, bi navê (Reşîd Etruşî) hatiye nas kirin. Di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re û di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1966 û li kongreya heftem da bi Berpirsê Desteya Çavdêrî û bi Dûvdaçûnê hatiye hilbijartin. Di sala 1970 an û li kongreya heşte‌‌m da bi Endamê Yedeg ya Komîteya Navendî ya PDK hatiye hilbijartin. Di sala 1971 an de piştî peymana 11 ê Adara 1970 an di Hikûmeta Iraqê de dibê Cîgirê Parêzgeha Hewlêrê. Di sala 1979 û li kongreya nehem da bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1991 û bi biryara Bereya Kurdistanî bûye Parêzgerê Kerkûkê. Li rêkefta 16 Adara 2015 ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye.


Jiyanname

Reşîd Arif Ebdulrehman Osman, di sala 1940 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Di sala 1957 qonaxa piştî navendiyê temam kiriye û di sala 1960 an de wekî mamosta li bajaroka Şingalê ya ser bi parêzgeha Musilê hatiye damezrandin. Paşê ji ber çalakiyên Kurdayetiyê ji kar hatiye dûr xistin û li Sayloya bajarê Musilê hatiye damezrandin. Careke din li 27 ê Temmûza 1963 an de ji kar hatiye dûr xistin û heta çar mehan hatiye bend kirin û îşkence kirin. Paşê ji bo bajarê Dîwaniye ya li nava Iraqê hatiye dûr xistin û nefî kirin. Li sala 1964 an de hatiye azad kirin. Li 16 ê Adara 2015 ji ber nexweşiyê li welatê Swêdê koça dawî kiriye û termê wî li 23 ê Adara 2015 an de li bajarê Dihokê bi axê hatiye spartin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Swêdî bûye.


Xebatname

Reşîd Arif Ebdulrehman Osman, di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtiya Kurdistanê re kiriye û di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye û di sala 1963 an de endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo danustandina bi Hikûmeta Iraqê re bûye.

 

Li 15 ê Temmûza 1964 an de bi hilbijartinê bûye Berpirsê Lîjneya Navçeya Musil ya ser bi Lîjneya Leqa Yek û piştî salekê pileya wî bi Kargêrê Lîjneya Leq hatiye bilind kirin. Di sala 1966 an de Nûnerê Kongreya Hefte‌‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajaroka Gelale ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye û bi berpirsê Desteya Çavdêrî û Dûvdaçûnê hatiye hilbijartin‌. Heman salê de bûye Berpirsê Lîjneya Leqa Sê. Di sala 1970 û li Kongreya Heşte‌‌m da bi Endamê Yedegê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li 3 yê Nîsana 1971 an de bi Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê hatiye destnîşan kirin û li 11 ê Gulana 1971 an de bi fermana Encumena Serkirdayetiya Şoreşê ji vê postê hatiye dûr xistin.

 

Li 17 ê Gulana 1972 an de bi çandina sê bombên çandî ya li Baregeha Lîjneya Leqa Sê ya li bajarê Kerkûkê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hewla teror kirina wî hatiye dayîn, lê belê ji vê hewlê rizgar bûye û di sala 1973 an de careke din hewla teror kirina wî ji aliyê bi kirê girtiyên Dezgeha Hewalgîriya Kerkûkê ve hatiye dayîn û bi destgîr kirina wî ya ji aliyê bi kirê girtiyan ve hatiye puç kirin‌‌.

 

Di sala 1973 an de Berpirsê Beşa Rêxistinê ya li Mekteba Siyasî bûye. Di sala 1974 an de bûye Berpirsê Lîjneya Leqa Heft ya Partiya Demokrata Kurdistanê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê ya li sala 1975 an de koçberî Îranê bûye û li bajaroka Kerecê nîştecîh bûye. Li nava sala 1977 an de bi mebesta hevkarî kirina serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û serpereştî kirina 150.000 penaberên Başûrê Kurdistanê ya li welatê Îranê, bi Serpereştiya Îdrîs Barzanî (1944 - 1987) beşdariya civîna berfireh ya Kerecê da kiriye.

 

Di sala 1979 an û li kongreya nehem ya PDK da bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Beşdariya raperîna Başûrê Kurdistanê da kiriye û li 20 ê Adara 1991 bi hêza Bereya Kurdistanî re li azad kirina bajarê Kerkûkê da beşdar bûye. Li 24 ê Adara 1991 ji aliyê Bereya Kurdistanî ve bûye Parêzgerê Kerkûkê.

 

Li 16 ê Tebaxa 1996 ji ber xizmeta wî ya li şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê û raperîna Başûrê Kurdistanê da, li 50 saliya salvegera zêrîn ya PDK da ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Nûnerê Kongreya 12. ya sala (1999) û kongreya sênzdehe‌m ya sala (2010) ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê, kongre û konferans (program û peyrewa navxweyî), Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

3- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, kitêba yekem, çapa duyem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 2019).

4- Elî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye We Hizb Al Ba'as Al Arabî Al Iştirakî fî Al Iraq, Al Cuz Al Salese, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2012).

5- Necat Huseyn Kerîm, Zanyariyeke pitir li ser azad kirina Kerkukê, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmara 1605, Hewlêr, yekşem, 28 Adara 1993.

6- Al Barzanî Sîqled Mecmua Minazilîn Madalyat Al Barzanî, cerîde Xebat, Lisan hal Al Hizb Al Demoqratî  Al Kurdistan ـ Al Muhed, Al Aded 943. Erbîl, Al Cuma 24 Eylul 1999.

7- Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2015).

8- Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî Muhetat Rîesiye) 1946 - 1993, (Dihok ـ Matbaa Xebat 1998).

9- Elî Sincarî, Al Qeziye Al Kurdiye we Hizb Al Baas Al Arabî Al Iştirakî fî Al Iraq, Al Cuz Al Salese, (Dihok ـ Matbaa Xanî 2012).

10- Mihemed Mela Qadir, Serburdey (Serpêhatiya) Nemiran, (Hewlêr ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2014).

11- Mirov ku bûye keseke siyasî divê helwesta wî hebê, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2186, Pîrmam, Pêncşema 19 ê Eylula 1996.

12-Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî we Al Hereke Al Tehririye Al Kurdiye, Al Muceled Al Salese, (Erbîl ـ Matbaa Wezariye Al Terbiye 2002).


Gotarên Têkildar

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.

Agahiyên bêtir

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir