Bilind Îsmaîl

Yasanas û siyasetmedar Bilind Îsmaîl Cercîs, di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1987 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re‌ kiriye...


Yasanas û siyasetmedar Bilind Îsmaîl Cercîs, di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 1987 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re‌ kiriye. Endamê kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an bûye û li kongreya sêzdehe‌m 2010 an de bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Bilind Îsmaîl di sala 1965 an de li Hewlêrê ji dayik bûye, derçûyê xaneya mamostayên Hewlêre. Di sala 2006 an de bekaloryosa yasa li beşa yasayî ya êvaran ya Zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî ye.

 

Xebatname

Bilind Îsmaîl, di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re û di sala 1987 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û beşdariyê li çendîn şer û rûbirûbûnên li dijî Hikûmeta Be'es da kiriye‌.

 

Di salên ( 1988 - 1991 ) û li piştî proseya enfalan koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1991 an de beşdariyê li raperîna Başûrê Kurdistanê da kiriye û berpirsê bereya Pîrzîn ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê bûye. Piştî raperînê çendîn erk û berpirsiyariyên hizbî wekî berpirsê lîjneya navçe û berpirsê lîjneya leqê bi rêvebirine.

 

Endamê kongreyên yanzdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an bûye û li kongreya sêzdehe‌m 2010 an da bi endamê yedegê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin, û kongreya çardehem li sala 2022 an li Bajêrê Dihokê bi Endamê komîteya Navinya Partiya Dêmokrata kurdistanê Hatiye Hilbijartin. 


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir