Sasan Ewnî

Endazyar û siyasetmedar Sasan Osman Ewnî Hebîb, bi navê (Sasan Ewnî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 hatiye nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê. Di sala 1993 li kongreya heştem da bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hatiye hilbijartin....


Endazyar û siyasetmedar Sasan Osman Ewnî Hebîb, bi navê (Sasan Ewnî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 hatiye nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1993 li kongreya heştem da bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hatiye hilbijartin û paşê ji aliyê lîjneya raperandinê ve bi Sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2019 an de bûye Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê (Turizm) li kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da‌.


Jiyanname

Sasan Ewnî‌, di sala 1970 li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye û kurê hozanvan Osman Ewnî ye. Di sala 1993 bawernameya bekaloryosê ji endazyariya şaristanî ji Zanîngeha Selaheddîn - Hewlêr wergirtiye. Di sala 2010 masterê birêvebirin û aboriyê li Zanîngeha Lubnanî - Fransî li Hewlêrê bi dest ve aniye‌. Şarezayê li zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî da heye.


Xebatname

Sasan Ewnî di sala 1991 peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyan (Xwendekar) û Lawên Dêmokrata Kurdistanê û heman salê bi rêzên Partî re kiriye. Di sala 1993 bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyan û  Lawên Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û heman salê û li kongreya heştem (Kongreya Azadî) da bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hatiye hilbijartin û paşê ji aliyê lîjneya raperandinê ve bi Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hatiye hilbijartin û heta sala 1998 li wê postê da berdewam bûye.

 

Di sala 1993 nûnerê kongreya yanzdehe‌m ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî bûye li bajarê Hewlêrê. Di sala 1995 li karmendê bîst û heftemê lîjneya leqa du bi kargêrê leqê hatiye destnîşan kirin. Di sala 1999 nûnerê kongreya diwazdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye li bajarê Hewlêrê‌.

 

Di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encûmena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û salên (2011 - 2019) ber‌pirsê desteya rêxistinên cemawerî û pîşeyî yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2019 bûye Wezîrê Şaredarî û Geştuguzariyê li kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da‌.

 

Berhemên wî:

Peywendiyên giştî, 1994.

Peywendiyên giştî, helwest û hengav 1998.

Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê çend aliyeke têkoşîn û dîrokê 1998.

Helwest û hengavên hewlên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ya ji bo encamdana hilbijartina xwendekaran 1997.

Rojhilata Navîn gengeşe û hejmûn 2019.

Nêrîn 2019.

Çend rehendeke rêxistinî têbînî û nêrîn, 2019.

Armancên Moskowa li Rojhilata Navîn da, 2019, wergêr (Ji nivîsîna Dmitri Trenin).


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Sasan Ewnî, Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê çend aliyeke têkoşîn û dîrok, (Hewlêr ـ Mekteba Sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ـ çapxaneya Wezareta Perwerde 1998).

Sîrwan Osman, dîrokeke bi rûmet û karwaneke neveqetiya yî, (Hewlêr ـ çapxaneya Rewşenbîrî - 2014).

Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, ( Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat -  2013 ).

Irfan Ezîz Ezîz, kongre û konferansên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê, ( Hewlêr ـ projeya nivîsîna dîroka Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ـ çapxaneya Rojhilat 2012).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir