Qadir Cebarî

Ebdulqadir Ezîz Mihemed Qadir, bi navê (Qadir Cebarî), hatiye nas kirin ku fermande û siyasetmedar bûye. Di sala 1970 li kongreya heştem bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Ebdulqadir Ezîz Mihemed Qadir, bi navê (Qadir Cebarî), hatiye nas kirin ku fermande û siyasetmedar bûye. Di sala 1970 li kongreya heştem bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li dawiya sala 1977 endamê desteya damezrênerê lîjneya amadekarê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Şamê bûye. Di sala 1979 li konferansa yekgirtina Goreşêr ‌de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Sosyalîsta Yekgirtiya Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1981 li kongreya yekema Partiya Sosyalîsta Kurdistanê bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Di sala 1985 bûye endamê mekteba siyasî ya Partiya Kurdistan. Di sala 1988 bi sekreterê nivîsîngeha bi cîh kar (Al Mekteb Al Tenfîzî) Bereya Kurdistanî û endamê beşa ragihandinê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 ji aliyê nûnerên kongreya yekem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1993 li yekgirtina çarem û kongreya yanzdehe‌m bi endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî hatiye hilbijartin. Li 25 ê nîsana 1993 li qonaxa duyema kabîneya yekema Hikûmeta Herêma Kurdistanê da wekî Wezîrê Dad li Encûmena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê) de sonda yasayî xwariye. Li 18 ê kanûna yekema 1996 li kabîneya sêyem de bûye Wezîrê Darayî ya Herêma Kurdistanê. Di sala 1999 li kongreya diwanzdehem bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Jiyanname

Ebdulqadir Ezîz Mihemed Qadir li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Di sala 1958 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1959 berpirsê lîjneya rêxistina Çemçemal ya Yekîtiya Qutabiyên (xwendekarên) Kurdistanê bûye. Di sala 1974 endamê lîjneya karubarê koçberên Başûrê Kurdistanê ya li welatê Îranê bûye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber çûye Îranê. Di sala 1976 ji Îranê çûye Komara Erebî ya Suriye. Di sala 2017 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.


Xebatname

Ebdulqadir Ezîz Mihemed Qadir, di salên (1965 - 1970) berpirsê lîjneya navçeya Şiwan û Şêx Bizênî ya ser bi lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li meha tişrîna duyema 1968 heta meha Şubata 1969 beşdariya xula yekema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Çoman ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye. Li 1 ê Adara 1969 yek ji wan fermandeyên operasyona Babagurgur ya ji bo lêdana kompanya nefta Kerkûkê bûye. Di sala 1969 bûye Cîgirê Fermandeyê hêza Rizgarî ya ser bi leşkerî sê. Di sala 1970 an de li kongreya heşte‌‌m ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi dengê 99 endaman bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1970 bûye kargêrê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1971 bûye Serokê Leqa Silêmaniyê ya li Komeleya Rewşenbîrên Kurd. Di sala 1971 li baregeha lîjneya leqa çar pêşwaziya pêşbaziya cîhanî ya Ednan El Qeysî kiriye. Li 16 ê Tebaxa 1971 li ahenga yobela zîvîn ya 25 saliya damezrandina Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê gotara lîjneya leqa çar xwendiye.

 

Li nava meha hezîrana 1972 ji aliyê nûnerên kongreya leqa Silêmanî ya Komeleya Rewşenbîriya Kurd ve bi endamê desteya kargêrî hatiye hilbijartin. Li 19 ê hezîrana 1972 li (roja şehîd) da bi nûnerayetiya lîjneya leqa çar beşdariya merasîma bîranîna çar efserên şehîd û serkirdeyê Partî Xeyrula Ebdulkerîm, Mistefa Mistefa Xoşnaw, Mihemed Mehmud Qudsî û Îzet Ebdulezîz, li goristana girê Seywan ya li bajarê Silêmaniyê de kiriye û gotar xwendiye‌. Di sala 1973 bûye berpirsê lîjneya leqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, li meha kanûna yekema sala 1974 heta şikesta şoreşa Eylûlê li adara sala 1975 an da li kedkarê şanzdehemê lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê da cara yekem bi berpirsê lîjneya wê leqê hatiye dest nîşan kirin. Li dawiya 1977 endamê desteya damezrênerê lîjneya amadekarê Partiya Demokrata Kurdistanê ya li bajarê Şamê bûye. Di sala 1977 li rêya Bakûrê Kurdistanê re bi mebesta berdewamî dana bi xebatê vegeriya ye Başûrê Kurdistanê. Di sala 1978 li devera Qendîlê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê dijî bi rejîma Iraqê xebatê kiriye. Di sala 1978 beşdariya civîna Bexelîskî ya li tixûbê parêzgeha Silêmaniyê kiriye bi mebesta guftûgo kirina şerê Hekarî û linavçûna zêdetirê hêzên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi destê hêzên serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1978 bi aram kirina gengeşeyên di navbera aliyên Kurdan yên li Başûrê Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1979 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Sosyalîsta Yekgirtiya Kurdistanê (Konferansa Yekgirtina Goreşêr) de hatiye hilbijartin. Di sala 1981 ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê kongreya yekem de hatiye hilbijartin. Li 18 ê tişrîna yekema 1980 bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê li devera Mîrawe ya ser bi Rojhilatê Kurdistanê bi hevalên xwe yên nûnerên Partiya Sosyalîsta Kurd (Pasok) û Partiya Komunista Iraqî bi serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê rûniştin heta qedexeya hatin û çûna Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ve li ser wan hatibû sepandin hilbigrin, lê belê serkeftî nebûn. Di sala 1985 bûye endamê mekteba siyasî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê. Di sala 1988 bi sekreterê nivîsîngeha bi cîh kar (Al Mekteb Al Tenfîzî) ya Bereya Kurdistanî û endamê beşa ragihandinê hatiye hilbijartin. Di sala 1991 berpirsê Bereya Kurdistanî ya li bajarê Kerkukê bûye. di sala 1991 beşdariya azad kirina bajarê Kerkukê de kiriye. Li 19 ê Adarê bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beşdariya civîna Bereya Kurdistanî bi mebesta diyar kirina dema hilbijartina Encûmena Niştimaniya Kurdistanê û rewşa aborî û asayîşa Başûrê Kurdistanê de kiriye. Di destpêka sala 1992 bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beşdariya civîna Bereya Kurdistanî bi mebesta damezrandina lîjneya bilinda serpereştiya hilbijartinên Encûmena Niştimaniya Kurdistanê de kiriye. Li 7 ê nîsana 1992 bi nûnerayetiya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beşdariya civîna berfireha Pîrmam ya Bereya Kurdistanî de kiriye bi mebesta amadekariyên ji bo proseya hilbijartina Encûmena Niştimaniya Kurdistanê. Li rojên 23 heta 28 ê kanûna yekema 1992 ji aliyê Bereya Kurdistanê ve bûye endamê lîjneya panzdeh kesî ya nivîsîna projeya yasaya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê.

 

Di sala 1992 berbijêrê lîsta yekgirtin ya proseya hilbijartina Encûmena Niştimaniya Kurdistanê bûye. Di sala 1992 ji aliyê nûnerên kongreya yekem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1992 berpirsê dezgeha peywendiyên Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûye. Di sala 1993 nûnerê kongreya duyem ya Partiya Yekgirtina Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 1993 li yekgirtina çarem û li kongreya yanzdehe‌m ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Li 25 ê nîsana 1993 li qonaxa duyema kabîneya yekem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da wekî Wezîrê Dad li Encûmena Niştimaniya Kurdistanê de sonda yasayî xwariye. Li 18 ê kanûna yekema 1996 bûye Wezîrê Darayî ya Herêma Kurdistanê li kabîneya sêyem da. Di sala 1999 ji aliyê nûnerên kongreya diwanzdehem ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li rêzbenda heştem de hatiye hilbijartin. Roja şemiya 12 ê Tebaxa 2000 bi nûnerayetiya Serok Mesûd Barzanî beşdariya yekemîn kongreya Kîmyagerên Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê kir. Di sala 2003 bûye berpirsê lîjneya leqa çar ya Silêmaniyê. Li roja çarşema 15 ê kanûna duyema 2003 li bajaroka Pîrmam beşdariya civîna hevbeşa lîjneya bilinda aştî ya li navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de kiriye. Li roja pênçşema 6 ê Gulana 2004 wekî nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê beşdariya ahenga vekirina yekemîn kongreya Partiya Parêzgerên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kiriye. Li 18 ê hezîrana 2004 nûnerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî de bûye lîjneya bilinda pênç kesî ya aliyên ji bo agirbesta li devera Qeladizê û Pişder ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê. Di sala 2004 berpirsê mekteba navendî ya peywendiyên niştimanî û Kurdistaniyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 2005 bi endamê desteya navendî ya pişkinîn û çavdêrî ya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye damezrandin. Di sala 2010 nûnerê kongreya sêzdehe‌mê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 12 ê tişrîna duyema 2016 li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî û Farisî bûye.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Taha Muhyedîn Me'rûf

Taha Muhyedîn Me'rûf, ku bi navê (Taha Hacî Mela Muhyedîn), tê nasîn, di sala 1946 an de di (Kongreya Yekemîn) de wekî endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin. Roja Înê, 2 yê Gulana 2003 an, piştî hilweşandina rejîma Seddam Husên, xwe radestî hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiriye.

Agahiyên bêtir

Seyîd Salih Berwarî

Salih Ebdulxaliq Reşîd, ku bi navê (Seyîd Salih Berwarî), tê nasîn, di sala 1962 an de peywendiyê bi refên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1963 an de bûye fermandarê tabûra topavêjiyê ya Leqa Yek a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Şêx Mihemed Hersîn

Mihemed Ebdulrehîm Mihemed, ku bi navê (Şêx Mihemed Hersîn), tê nasîn, di sala 1954 an de bûye endamê leqê di Komîteya Leqa Çar a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraqê. Di sala 1963 an de peywendiyê bi refên hêza Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Celîl Feylî

Ebdulcelîl Ebdulreza Elî, ku bi navên (Celîl Feylî, Bahoz û Semîr), tê naskirin, di sala 1957 an de peywendiyê bi refên Partiya Dêmokrat a Yekgirtî ya Kurdistanê re kiriye. Di sala 1965 an de tevlî refên hêza Pêşmerge bûye û bêjer û spîkerê zimanê Erebî yê nefermî (Celifa) yê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye.....

Agahiyên bêtir

Heme Rezayê Sergeloyî

Endazyar Mihemed Reza Arif Elî, ku bi navê (Mihemed Şêx Rezayê Sergeloyî), tê nasîn, di sala 1960 î de tevlî refên Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bûye. Di sala 1961 ê de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1976 an de di Konferansa Berlînê de bûye endamê Serkirdayetiya Demkî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê.

Agahiyên bêtir