Piştîwan Sadiq Ebdula

Yasanas û siyasetmedar Piştîwan Sadiq Ebdula, bi navê (Piştîwan Xoşnaw), hatiye nas kirin. Di sala 1986 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê ve‌ kiriye. Di sala 2010 an de li Kongreya Sêzdehem da bi Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Jiyanname

Piştîwan Sadiq Ebdulla di sala 1969 an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Bavê wî li şoreşa Eylûlê da, li Hêza Sefîn de Pêşmerge bûye û di sala 1968 an de li nêzîkî bajaroka Pîrmam ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye şehîd kirin‌.

 

Di sala 2005 bawernameya master‌ û di sala 2012 Doktora li yasaya giştî ya li Zanîngeha (Selahedîn - Hewlêr) ê wergirtiye û li heman zanîngehê jî navbihurî mamosta ye. 

 

Li sala 2014 li kabîneya heştem da bûye Wezîrê Perwede û di sala 2019 an de li kabîneya nehem da jî bûye Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî ya li Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Piştîwan Sadiq Ebdula zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî dizane.


Xebatname

Piştîwan Sadiq di sala 1986 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re kiriye û di sala 1991 li raperîna Başûrê Kurdistanê de beşdar bûye û peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye û li hêza Korek de xebatê kiriye.

 

Li 16 ê kanûna yekem ya 1991 li xula nehem ya Peymangeha Kadîrê Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajaroka Pîrmam de hatiye wergirtin û serkeftiyane xulê temam kiriye. Di sala 1993 bi Kargêrê Lîjneya Navçeya Beranetî ya ser bi Lîjneya Leqa Du ya Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî hatiye destnîşan kirin û heman salê nûnerê kongreya yanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Di sala 1996 an de bûye Berpirsê Lîjneya Navçeya Beranetî û di sala 1998 an de bûye Berpirsê Lîjneya Navçeya Du ya Hewlêrê ya ser bi Lîjneya Leqa Du.

 

Di sala 1999 Nûnerê Kongreya Diwanzdehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê bûye û di sala (2000 - 2004) bi Kargêrê Lîjneya Leqa Du hatiye destnîşan kirin. Di sala 2005 mamostayê waneya teror ya li xula yanzdehem ya Peymangeha Pêgihandina Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di salên (2005 - 2008) bûye Berpirsê Lîjneya Leqa Du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Hewlêrê û di sala 2010 li Kongreya sênzdehe‌m da bi Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 li Kongreya Çardehem da bi Endamê Komîteya Navendî û li yekemîn civîna Komîteya Serkirdayetiyê de bi Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Parêzgeha Dihokê.

 

Berhemên wî:

Ezmûna Kurdistanê li Berevaniya Terorê da 2006.

El Irhab fî zu alqanun aldewlî 2006, - ji sê ber‌gan pêkhatiye.

Eltecrube al Amerîkîye alahurbî - al irhabî fî mukafehe Alarhab.

Nehu tasîs dewle Kurdistan 2013.

Prensîpên mafê mirovan.


Çavkanî:

1- Dîroka xulên kadîrên PDK, ji çiya heta bajar, (Hewlêr ـ Navenda Nirxandin û Lêkolînê û Akademiya PDK  ـ Çapxaneya Rojhilat 2019).

Dîroka Partiya Demokrata Kurdistanê, kongre û konferans (Program û peyrewa navxweyî), Desteya Ansîklopediya Partiya Demokrata Kurdistanê, bergê duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Roksana - 2021).

Şeban Elî Şeban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2013).

Leqa Du, Leqa Du li Nîvê sedsaliya têkoşanê da, (Hewlêr ـ Çapxaneya Aras 2010).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir