Dr Seîd Barzanî

Dr Seîd Ehmed Hesko Îbrahîm, bi navên (Seîd Ehmed Nadir û Dr Seîd Barzanî), hatiye nas kirin. Akademî û siyasetmedar, beşdarên şoreşa duyem ya Barzane (1943 - 1945) û li piştî şikesta şoreşê bi Mistefa Barzanî re çûye Rojhilatê Kurdistanê û beşdariyê li Komara Demokratîka Kurdistanê da kiriye. Li 15 ê Nîsana 1947 bi Mistefa Barzanî re çûye Yekîtiya Sovyetê, di sala 1979 û li kongreya nehem ya PDK da bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê.


Jiyanname

Bavê wî Dr Seîd e, ku bi şêrê Barzan hatiye nas kirin, beşdariya şoreşa yekem ya Barzanî 1932 û tevgera Xelîl Xoşewî 1935 kiriye û li 15 ê Eylûla 1935 li şerê çiya yê Govend li Bakûrê Kurdistanê bi ‌destê hêzên Jandarmayên Tirkiye bi polek ji hevalên xwe re şehîd bûye.

 

Dr Seîd di sala 1930 an de li gundê Bêdudî ya ser bi nahiye ya Pîran ya li qeza Mêrgesorê ya li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li 21 ê hezîrana 1932 an li piştî şikesta şoreşa yekem ya Barzan bi malbata xwe re koçberî Komarê Tirkiyê bûye. Li 11 ê tişrîna yekema 1945 û piştî şikesta şoreşa duyem ya Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye û li bajaroka Şino yê nîştecîh bûye. Her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjîniyê bi Biklal Îlîlna Novya re pêkaniye. Kureke wan yê bi navê Ezîz Seîd hebûye ku li sala 1958 an de ji dayik bûye. Bawernameya doktorayê li dîroka hevçerx da wergirtiye. Şarezayê zimanên Kurdî, Tirkî, Rûsî, Farisî û Erebî bûye. 


Xebatname

Seîd Ehmed Nadir, di sala 1944 an de beşdariya şoreşa duyem ya Barzan de kiriye û li 5 ê Eylûla 1945 an de beşdariya şerê Meydan Morîk de kiriye. Li 11 ê tişrîna yekem ya sala 1945 piştî şikesta şoreşa duyem ya Barzan koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Li 31 ê Adara 1946 an de li hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Demokratîka Kurdistanê ya li Mehabadê de, xizmeta Pêşmergeyetiyê kiriye. Li 3 ê Gulana 1946 an de beşdariya şerê Mil Qerenî ya li bereya Seqiz ya li Rojhilatê Kurdistanê de kiriye.

 

Ji wan Pêşmergeyan bûye ku li 19 ê Nîsana 1947 an de li rêya Xwakurk û Deşta Beraz Girve bi axa Bakûrê Kurdistanê da vegeriya ye navçeya Şêrwan û Mizurê. Piştî vegerana wan, General Mistefa Barzanî li 6 ê Gulana 1947 an de li gundê Erguşê civînek bi hevalên xwe re dike û ewan serpişk dike ji mayîn, yan çûyîna ber bi Yekîtiya Sovyetê. Li wir da tevahiya hevalên wî biryara berdewamîdanê û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin. Li 23 ê Gulana 1947 an bi General Mistefa Barzanî re ber bi Yekîtiya Sovyetê kiriye û li şerê Geliyê Qitur û şerê Pira Mako de beşdariyê kiriye û piştî dijwarî û westabûneke zêde, li 18 ê hezîrana 1947 an li rûbara Aras ku dikevê tixûbê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, li nav axa Sovyetê re derbas bûne.

 

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, li 19 ê hezîrana 1947 an bi hemû ‌hevalên xwe re li bajarê Nexçewan ya Komara Azerbaycanê heta çil rojan li komelgeheke Serawela‌ ku bi telên dirkandî hatibû dorpêç kirin û ji aliyê komek serbazan ve pasevaniya wan dihate kirin û li rûyê xorek û poşek û hatin û çûnê wekî dîlên şer muamele bi wan re hatiye kirin. Paşê li ser biryara Hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer ya li Komara Azerbaycanê de hatine dabeş kirin. Li 10 ê kanûna yekema 1947 an de wan veguhestine serbazgehek li ser derya ya Xezer ya li Baku ya paytexta Komara Azerbaycanê û li 23 ê heman mehê da cilubergên serbazî bi wan hatiye dayîn û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêr meşqa serbazî bi wan hatiye dayîn û pileya efseriyê wergirtiye. Li heman demê da rojane heta çar demjimêran ji aliyê hinek bi hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû waneyên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatiye dayîn.

 

Piştî muameleya xerap ya Cefer Baqirov bi hevalên wan re, biryar tê dayîn ji wargeha serbazî li 29 ê Tebaxa 1948 li Komara Azerbaycanê ve wan veguhezin komelgeha Çirçuk ya li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekîstanê û li wir jî meşqên serbazî de berdewam dibin‌.

 

Li Adara 1949 an de bi hevalên xwe re bi awayeke deste û taximan bi şemendefer û trenê li ser gundên ervaziyên Yekîtiya Sovyetê da hatin dabeş kirin û li kêlgehên Kolxoz ew zeviyên xelkê bu kirê ji Hikûmetê digirtin û paşê beşa hikumetê didan de kar dikirin.

 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve ji bo Stalîn, dawiyê de nameyek digihe destê Stalîn ku têda Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe têda dike û ew jî yekser biryara pêkanîna lîjneyek dide ji bo lêkolîna li rewşa hevalên Barzanî û dawiyê de biryara lîjneyê ewe dibe ku hemû li bajarê Virîvskî bêne kom kirin. Ji bo wê yekê navbihurî li tişrîna duyema 1951 diçê bajarê Virîvîskî ya li Sovyetê. Di sala 1954 an de li ser daxwaza General Mistefa Barzanî bi mebesta temam kirina xwendina zanîngehê rû li bajarê Moskowê dike.

 

Piştî şoreşa 14 ê temmûza 1958 li Iraqê û vegerana General Mistefa Barzanî, li 25 ê Şubata 1959 û li gor her du maddeyên sêyem û heftem û birgeya (A) li maddeya dehem û kar kirina bi maddeya 11 bi pişt bestina bi yasaya hemwarkiriya jimare 19 an de li sala 1959 an de, ew bi xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketin û navbihurî li 16 ê Nîsana 1959 bi hevalên xwe re bi keştiya Grozya li rêya bendera Basra ya li Başûrê Komara Iraqê ve vegeriyan Kurdistanê û li Kolêja Serbazî ya Bexda‌yê de bûye wergerê zimanê Rusî. Li 5 ê tişrîna duyema 1960 li ser vexwendina komîteya navendî ya Partiya Komunîsta Yekîtiya Sovyetê li salvegera şoreşa Oktoberê bi Mistefa Barzanî re li Yekîtiya Sovyetê bû û sala 1965 doktoraya xwe li dîroka hevçerx da wergirtiye. Di sala 1970 an de vegeriya ye bajarê Bexdayê û salên (1971 - 1974) bi mamostayê dîrokê li Zanîngeha Bexdayê de hatiye damezrandin.

 

Di sala 1973 ji ber aloziya rewşa di navbera serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Be'esê, cara sêyem çûye nav rêzên hêzên Pêşmerge û di sala 1974 wekî fermande beşdariya şerên Zozik, Sertîz û Geruya Omer Axa ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê de kiriye. Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi penaberî diçe şahnişîna Îranê. Di sala 1979 li kongreya nehem ya PDK da bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û heman salê fermandeyê hêza Barzan bûye. Di sala 1987 yek ji wan fermandeyên şerê Mêrgesorê ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1988 wekî fermandeyê hêza Barzan beşdariya destana Xwakurkê kiriye. Di sala 1991 beşdariyeke çalak li raperîna Başûrê Kurdistanê da kiriye û yek ji wan kesên darêjerên plana rizgar kirina bajarê Kerkûkê bûye. Li 7 heta 14 ê Nîsana 1991 li fermandeyê şerê destana Korê bûye ku bûye sedema têkşikandina pêşketinên hêzên Iraqê. Di sala 1993 bûye endamê lîjneya bilinda komelayetiya navçeya Barzan. Li 16 ê Tebaxa 1996 ji ber xizmeta li şoreşa Eylûlê, şoreşa Gulan û raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê, li 50 saliya salvegera zêrîn ya PDK da ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzaniyê Nemir wergirtiye. Li 5 ê Şubata 1999 l Pîrmam koça dawî kiriye û bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Nûnerê Serok Mesûd Barzanî û Şêx Mihemed Xalîd Barzanî û hejmareke ber bi çav ji kesukar û hevalên wî ve li goristana gundê Barzan bi axê hatiye spartin.


Berhemên wî:

Jiyan û berxwedan ـ ku dîrok serweriyê nîşan dide 1997.


Çavkanî:

1- Al Dr Saîd Al Barzanî Al Teheq Birkeb Al Xaledîn, Mucelle Gulan, Muessese Gulan Al Ilamiye, Al Adad 33, Al Sene Al Asalisa, Erbîl, Matbaa Wezariye Al Saqafa 25, Al Şubat 1999.

2- Li çileya Dr Seîdê têkoşer da, rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2899, Hewlêr, çarşem 17 Adara 1999.

3- Birayetî, Dr. Seîd ew Pêşmerge heloyê rêya berxwedanê hilbijart, rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2772, Hewlêr, dûşema 8 ê Şubata 1999.

4- Şêrzad Ebdulrehman, Mirin lê belê bi rengeke din, rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2771, Hewlêr, Yekşema 7 ê Şubata 1999.

5- Dr Seîd Barzanî gihîşte karwana nemiran, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2771, Hewlêr, yekşeme 7 Şubata 1999.

Hamîd Gewherî, Madalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr ـ Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ـ Çapxaneya Hacî Haşim 2015).

Hebîb Mihemed Kerîm, Tarîx Al Hizb Al Demoqratî Al Kurdistanî ـ Al Iraq (Fî muhetat Resiye) 1946 - 1993 (Dihok ـ Metbaa Xebat 1998).

Hemîd Efendî, Destana Korê 8/4 û 9/4/1991, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmara 3063 Hewlêr, pênçşem, 6 Nîsana 2000.

Dr Seîd Barzanî Gehîşte karwana nemiran, Rojnameya Birayetî, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, hejmara 2771, Hewlêr, yekşema 7 Şubata 1999.

Seîd Al Barzanî, Mesîre Al Şeref Al Barzaniya Am 1946, cerîde Al Taxî, Al Aded 1106, Bexdad, Matbaa Al Tayms, Al Selasa, 8 Ab 1972.

Şêrzad Ebdulrehman, "Jiyan û berxwedana Dr Seîd Ehmed Nadir ku dîrok serweriyê nîşan dide", Alqey yekem, rojnameya Birayetî, hejmara 2270, pênçşema 7 tişrîna duwema 1996.

Elî Kemal Berzî, kesayetiyên navdarên Kurd li sedsala bîstem, berga yekem, (Hewlêr ـ projeya Berzî ـ Çapxaneya Zanko 1999).

Fewzî Al Atruşî, Alî Dr. Seîd Al Barzanî Al Azîmat Waqfa, cerîde Xebat, lisan al Al Hizb Al Demoqratî  Al Kurdistanî ـ Al Muhed, Al Aded 911, Erbîl, Alcim 12 şubat 1999.

Mesûd Al Barzanî, Al Barzanî Wel Hereke Al Tehririye Al Kurdiye, Al Cuz Al Awal, Al Tabiya Al Saniye, (Beyrut ـ Kawa Lil Seqafe Al Kurdî 1997).

Salih Yusif Sofî, kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Dihok - Çapxana parêzgeha Dihokê - 2013).

Li çarçêweya ahengên yobela zêrîn da, Serok Mesûd Barzanî madalya Barzanî bi têkoşeran û dayikên şehîdan dibexşê, kovara Gulan, Organa Partiya Demokrata Kurdistanê, hejmara 84, Hewlêr 1 Eylûla 1996.

Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).

Hemîd Gerdî, puxteya mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - çapxaneya Wezareta Perwerde ‌- 2004).

Nebze nihaye Al feqîd Dr. Seîd Al Barzanî, cerîde Xebat, Lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ Al Muhed, al aded 911, Erbîl, al cuma 12 Şubat 1999.

Sebrî Çawşîn Xano, Bêdod li dîrokê da, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2018).


Gotarên Têkildar

Yunis Rojbeyanî

Efser û siyasetmedar Yunis Mihemed Selîm Yunis, bi navên (Mulazim Yunis, Ferîqê Yekem Yunis Rojbeyanî), hatiye nas kirin. Di sala 1967 an de kolêja serbazî ya li Bexdayê temam kiriye....

Agahiyên bêtir

Xeyrula Ebdulkerîm

Efser û siyasetmedar Xeyrula Ebdulkerîm Ebdula Selîm, bi navên (Mulazim Xeyrula, Şehîd Xeyrula, Xeyrula Gurcîzade û Xeyrula Hacî Ebdulkerîm Xoşnaw), hatiye nas kirin. Endamê Komeleya Darker û Partiya Hîwa bûye. Di sala 1939 yek ji efserên Kurdên li nava rêzên artêşa Iraqê bûye.

Agahiyên bêtir

Wirya Saatî

Wirya Mihemed Reuf, bi navê (Wirya Saatî), hatiye nas kirin. Di sala 1976 li konferansa Berlînê bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê. Di sala 1977 an de yek ji beşdarên civîna berfireha Bêdawî ya serkirdayetiya demkî bûye‌...

Agahiyên bêtir

Sasan Ewnî

Endazyar û siyasetmedar Sasan Osman Ewnî Hebîb, bi navê (Sasan Ewnî), hatiye nas kirin. Di sala 1991 hatiye nav rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê. Di sala 1993 li kongreya heştem da bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê hatiye hilbijartin....

Agahiyên bêtir

Reşîd Bacelan

Yasanas û siyasetmedar Reşîd Îsmaîl Axa, bi navê Reşîd Bacelan hatiye nas kirin. Di salên dawiya 1930 û 1940 an de wekî Endam û Damezrêner û Serkirde beşdariya çendîn komele û partiyan de kiriye.

Agahiyên bêtir