Çinar Se'ed Ebdula

Kesayetiyeka akademîk û siyasetmedar Doktor Çinar Se'ed Ebdula, di sala 1993 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1995 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye....


Kesayetiyeka akademîk û siyasetmedar Doktor Çinar Se'ed Ebdula, di sala 1993 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1995 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 2005 an de bûye endama xula duyema Encumena Niştimaniya Kurdistanê (Parlementoya Kurdistanê), di sala 2006 an de, li kabîneya pêncema Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye Wezîra Karubarê Şehîdan û Enfal kiriyan. Di sala 2010 û li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Çinar Se'ed Ebdula, di sala 1974 an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1995 an de bekaloryosa civaknasî û di sala 2002 an de mastera civaknasî û di sala 2006 an de bawernameya Doktoraya Civaknasiyê ji Zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê wergirtiye û wekî mamosta li heman zanîngehê de hatiye damezrandin. Di sala 2005 an de bûye endama xula duyem ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê û di sala 2006 an de li kabîneya pêncem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye, Wezîra Karubarê Şehîdan û Enfal kiriyan. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî ye.


Xebatname

Çinar Se'ed Ebdula, di sala 1986 an de ji ber çalakiyên siyasî yên bavê xwe bi malbata xwe re koçberî welatê Îranê bûye û di sala 1991 an de li raperîna dawî ya Başûrê Kurdistanê de vegeriya ye niştiman. Di sala 1993 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1995 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye.

 

Di sala 2005 an de bûye endama xula duyem ya Encumena Niştimaniya Kurdistanê û endama lîjneya karubarê perwerde û fêrkirina bilind. Di sala 2006 an de li kabîneya pêncem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûye Wezîra Karubarê Şehîdan û Enfal kiriyan‌.

 

Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endama encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û bûye berpirsa beşa pîşeyî ya desteya rêxistinên cemawerî û pîşeyî û di sala 2017 an de bûye berpirsa mekteba lêkolîn û nirxandinan ya Akademiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê‌, sala 2022 an da li kongreya Çardehem Da bi Endama komiteya Navina Partiya Dêmokrata Kurdistanê‌ Hatiye Hilbijartin, Barpirsa Pişka Lêkolîn û Nirxandinan ya  Polêt Bîruya Partiya Dêmokrata Kurdistanê‌ ya.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir