Dastana Hacî Omeran 1980

Ev dastan di 15’ê Mijdara 1980’an de li Hacî Omeran qewimî, dema ku şerê di navbera Iraq û Îranê de derket, serkirdayetiya şoreşê xwest ku eger rewşa artêşa Iraqê li Hacî Omeran aloz bibe sûd werbigire û dê çalakiyên şoreşgerî li wir bimeşîne û bi ser de bigire, lê rewşa artêşa Iraqê ne weke agahiyên ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine wergirtin, ji aliyê hêzê ve cuda bû, tevî wê yekê jî şert û mercên seqayê yên li herêmê alîkar nebû ku Pêşmerge karibe li armancê bixin.


Hacî Omeran bi dûriya 183 km dikeve bakûrê rojhilatê Hewlêrê, girêdayî navçeya Çomanê ye li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, cihê erdnîgariya herêmê bûye sedem gelek bûyerên dîrokî yên girîng lê çêbibin bi taybetî di şoreşên Kurdistanê de roleke berçav lîstiye, ji vana ya herî girîng destpêkirina Şoreşa Îlonê (1961-1975) bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî bû, di destpêkirina Şoreşa Gulanê jî de yekemîn şehîdê şoreşê li wê herêmê bû bi navê Şehîd Seyîd Ebdullah di 26’ê Gulana 1976an de, ji bilî wê şer û dastanên din li wir çêbûne, ji sala 1980 heta 1988 ji ber şerê heşt salan di navbera Iraq û Îranê de, Hacî Omeran û gundên wê sê salan bi temamî hatin wêran kirin, paşê, di bihara sala 1991ê de, ji ber serhildana mezin a kurdan, herêm bi temamî ji nû ve hat avakirin.

Piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê, navenda Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li gundê Kewperê li Xanê (Pîranşar) li Rojhilatê Kurdistanê bû, xuya ye jî topxaneyên artêşa Iraqê ji Hacî Omeran bi topên bêserûber wan tengav kirine, lewma serkirdayetiya şoreşê biryar da ku ji bo dûrkirina topxaneyê tiştek bê kirin, ji bo vê yekê jî hêzeke ji 60 pêşmergeyan bi fermandariya Zikrî Yehya Xan, Yasîn Bêroxî, Ehmed Keşxay Gelalî, Hesen Axa Zêweyî û Omer Osman ji bo pêkanîna operasyonê hatin veqetandin, hêz ji Geliyê Hacî Brahîm hilkişiyan Qendîlê Biçûk û ber bi Çiyayê Kodo ve ketin rê, cihê wan li herêma Hacî Omeran, Rayat, Çoman û derdora wê serdest bû, ji wir jî ji topxaneyên Îranê re gotine ku dest bi topbarankirina ketîbeya topxaneya rejîma Iraqê û navenda leşkerî ya Hacî Omeran bikin, piştî destnîşankirina cih, baregeh û topxaneyên artêşa Iraqê 2-3 rojan bi dijwarî hatin topbarankirin, di encama topbaranê de êdî nikarin xwe li ber xwe bidin û piştî ku ziyaneke mezin dîtin paşde vekişiyan û dûr ketin.

Dema ku serkirdayetiya şoreşê pê bawer bû ku şerê Iraq û Îranê derbasî qonaxeke dijwar dibe, divê ji vê derfetê sûd werbigire, ji bo vê yekê jî li gel fermandarên serbazî yên şoreşê civiyan, şerê di navbera her du dewletan de gotûbêj kirin, eşkere ye ku li gorî agahiyên hatine bidestxistin, herêmên sînor ji ber şer gelek hêz lê nemabûn, lewma baş hate dîtin ku van herêman bikeve bin kontrola şoreşê, ji bo cîbicîkirina vê hizrê, serkirdayetiya şoreşê biryar da ku êrîşî Hacî Omeran bike û hewla azadkirina wê bide, lê pirsgirêkek wan hebû ew jî wê demê bilindahiyên herêmê di destê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Îranê de bûn.

Şeva 17-18ê Cotmeha 1980ê, Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê bi piştevaniya topxaneyên Iraqê êrişî baregeha leşkerî ya Padgana Xanê (Pîranşar) kirin, bi dijwarî topbaran kirin, piştî êrîşê hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê ji Hacî Omeran derketin, paşê jî serkirdayetiya şoreşê hêzên Pêşmerge şandibû bilindahiyên herêmê û ji hikûmeta Îranê xwestibû ku di êrîşê de alîkariya wan bike, her çendî razî bûn jî, lê alîkarî ne wesa bû wek ku dihat hêvîkirin, piştî lidarxistina civîna xwe Mesûd Barzanî Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) li gel berpirsên Pêşmerge erkên êrîşê wiha diyarkirin:

• Elî Xelîl, Sebrî Nêrweyî, Elî Şaban û Necmedîn Goronî li geliyê Êne û Meranê hatin erkdarkirin da ku fişarê li ser rêya Çoman-Hacî Omeran bikin bi fermandariya Elî Xelîl berpirsê bereyê.

• Mamoste Elî û hêza Liqa Duyem ber bi Gundejorê ve ber bi Rêya Rayatê ve daketin.

• Hemîd Efendî, Erîf Yasîn, Liqa Çar, Tehsîn Nêrweyî û Ebdulrehman Taha ji bo Geliyê Sêber li rojhilatê Hacî Omeran.

• Hiso Mîrxan bo Şîwereşê hat erikdarkirin.

• Hêzên liqa duyem Resûl Feqê, Ebdullah Qado, Feyzo Selîm Xan û Mela Resûl rêya Hacî Omeran ji bo wan hat destnîşankirin.

Hecî Bêroxî û Reşîd Îsomerî weke hêzên yedek li Qemterê man.

• Dr. Roj Nûrî Şawês, Raîs Ebdullah, Azad Berwarî û Fetah Axa ji bo fermandarî û çavdêriya şerê li qadê hatin erkdarkirin.

Di 11’ê Mijdara 1980’an de hemû kar û barên êrîşê bi dawî bûn û her hêzek çû cihê xwe, alîkariyên Îranê ji bo piştgiriya şer topbarankirina binkeyên artêşa Iraqê, alîkariyên lojîstîk û veguhestina şehîd û birîndaran bû, ji bo vê armancê jî helîkopter dê werin bikaranîn, her wiha eger helîkopterên artêşa Iraqê hatin şer divê Îran bi balafirên şer piştgirî bide Pêşmerge, her çendî soz dabû jî lê di pêkanîna wê de li gorî ya pêdivî nebû. Her çendî rewşa hêzên hikûmetê ji ya ku Pêşmerge fêm kiribû bihêztir bû jî, li gor zanyariyên gihîştine destê wan, lê tenê astengiya herî mezin li himberî wan berf û serma bû.

Êrîş di 15ê Mijdara 1980ê de dest pê kir, di destpêkê de topxaneyên Îranê ew cî topbaran kirin ku ji aliyê Pêşmerge ve dihatin pejirandin, lê di wê astê de nebû ya hêvî bo dihat kirin, carekê jî ewqas nemabû Pêşmergey li serê Şîwereşê bikin armanc, di bereyê Sêber de sê cihên girîng ketin destê Pêşmerge û 5 leşker jî dîl hatin girtin, lê belê li bilindahiyan ji ber berf û bahozê ketin nava şert û mercên zehmet de, di destpêkê de êrîş gelek serkeftî bû Pêşmerge li Hacî Omeran heya nêzîkî mizgeftê xist bin kontrola xwe, cenazeyên gelek leşkerên Iraqê li qada şer hatibûn hiştin, lê bi agahiya şehadbûna Fetah Axa û hejmarek ji pêşmergeyên hêza Hacî Bêroxî, kampanya sar bû.

Ev dastan 48 saetan dom kir, gelek cih ketin destê Pêşmerge, lê ji ber metirsiya berfê ku rê girtibû, biryar hat dayîn ku vekişin,  ji ber sermayê zehmet bû ku Pêşmerge li ber xwe bide, herwiha hêzeke mezin a rejîmê li Diyana amade bû ku êrişî Pêşmerge bike, ziyanên artêşa Iraqê di şer de kuştî û birîndar zêdeyî 70 leşker û 5 girtî hebûn û hinek çek û cebilxane jî ketin destê Pêşmerge. Piştî biryara rawestandina êrişê, Hêzên Pêşmerge vekişiyan û hêzên Mexawîr ên artêşa Iraqê vegeriyan cihên xwe yên berê, Hêzên Pêşmerge mehekê li gundê Temerçiyan ê Rojhilatê Kurdistanê man, lê ji bo nobetê diçûne bilindahiyên deverê.

ziyanên Hêzên Pêşmerge di şer de 14 şehîd û 26 birîndar hebûn ku gelek ji wan ji ber topbarana dijwar a artêşa Iraqê bûn, hêjayî gotinê ye ku weke ku di pirtûka Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd de hatiye gotin rewşa hêzên hikûmeta Iraqê ji wê yekê bihêztir bû ku Pêşmerge fêm kiribû li gor zanyariyên ku ketine destê wan, ev e ji aliyekî ve, ji aliyê din ve hewaya sar jî nehişt ku Pêşmerge Hacî Omeran bi temamî bigre û azad bike bi taybetî bilindahî, ku bi domdarî tê de bimîne.


Çavkanî:

  1. https://www.hawlergov.org/app/ar/node/4٠5
  2. Omer Osman, Jiyana Kurdekî, berg 1 û 2, Çapxaneya Mukriyan, Çapa Duyem, Hewlêr-2008.
  3. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg 4 1975-1990 Şoreşa Gulanê Beş 2 Çapa Yekem, Çapxaneya Ruksana, 2021.
  4. Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêya Barzanî de Hacî Bêroxî, berg 2, çapa duyem, Tirkiye,2021.

Hacî Mîrxan Dolemerî, Lêgerîna Dadperweriyê, berg 2, Çapa Duyem, Kurdistan-2021


Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir