Hikûmeta Iraqê ku di sala 1974’an de şer li ser Kurdistanê sepand, êrîşên li ser herêmên şoreşê bi awayekî dest pê kir ku hemû şiyanên xwe yên leşkerî bi kar anîn, artêşek mezin ji sed hezaran leşker, bi sedan tankên nû, her cûre çekên asmanî û hêzên asmanî bikar anî da ku vê carê şoreşê bi yekcarî di dawî bike.
Helbet di her şoreş û serhildanekê de çiyayên bilind cihê berxwedan û parastina şoreşê bûn, her tim Pêşmerge pişta xwe pê ve girêdida, artêşa Iraqê jî bi heman awayî dixwest pêşî dest bi ser bilindahiyan de bigire, xetên parastina Pêşmerge bişkînin yên li çiyayên wekî Kêwereş, Makok û Karox bi cih bûne da ku deştên nizm bikevin jêr bandora leşkerî. Rejîma Iraqê plan kiribû ku êrîşên xwe li ser herêmên şoreşê di Tebax û Îlonê de zêde bike da ku beriya zivistanê cihên stratejîk bi dest bixe.
Her çendî artêşa Iraqê ji ber êrîşên xwe yên li ser çeperên Pêşmerge derbên giran xwarin, lêbelê, bi piştgirîya hêzên esmanî yên mezin, pisporên leşkerî yên Yekîtiya Sovyetê û kirêgirtiyên (Caş) êrîşên xwe berdewam kirin, dema ku artêşê karîbû li Çiyayê Kêwereş bi pêş ve biçe û qeraxa rastê bixe bin kontrola xwe, hêza 1a Piyade û hêza 12a Zirxpoş bi piştgiriya Tabûra 3a Tankan pêşveçûna xwe ber bi geliyê Sengeser ve dest bi kirin, ku dikeve destpêka Çiyayê Asosê li milê rastê û destpêka Çiyayê Kêwereş li milê çepê ku rêya Ranya-Qeladzê tê de derbas dibe.
Li dijî wê hêza mezin a artêşa Iraqê ku ji bo dagirkirina bajarê Qeladizê ji rê derbaz dibû, betalyonek ji hêza Kawa û betalyona Asos li geliyê Sengeser çeper girt bûn, ku yekane cihê ku wan kariye rê li ber artêşê bigire ku rê nedin bigihêje Qeladizê, ew jî bi danîna mayinên dije tank û dije mirov, xerakirina rêyan û danîna kevirên mezin li ser rêyan, artêşa Iraqê dev ji plana xwe ya êrîşê berneda, Pêşmerge di berevaniyê de bû dema şerê hev kirin û şer û pevçûnan berdewam kir û nêzî 10 rojan dewam kir, her çendî artêşa Iraqê derbeyên giran xwarin jî, lê rijd bû ku xwe bigihîne Qeladizê, herwiha di nav Hêzên Pêşmerge de jî şehîd û birîndar hebûn, di encamê da artêşa Iraqê di 19ê Tebaxa 1974an de karîbûn derbasî nava bajarê Qeladizê bibin û bi dest bixin.
Eşkere ye ku Pêşmerge bi dagirkirina Qeladizê ji aliyê artêşa Iraqê ve nesekinî, lê di çalakiyên xwe yên leşkerî de berdewam bû, di 3ê Îlonê de, wan êrîşî bingeheke artêşa Îraqî li Tuwe Soran kir, ku li ser rêya Ranya- Qeladizê ye, êrîş bi topbarankirina baregeha leşkerî destpê kir, piştre êrîşî baregeha leşkerî kir û zerareke mezin gihandin leşkeran, çi nemabû dest bi ser baregehê da bigirn, lê ji ber şehîdbûna fermandarê Pêşmerge Izeddîn Qere Mihemed dest ji girtina baregeha leşkerî berda û Hêzên Pêşmerge paşve vekişiyan.
Çavkanî:
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, berg III, Beş II, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa Yekem – Hewlêr, 2004.
- Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, Çapa 1, Hewlêr, 2022.
- Karwan Jewhar Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û Rola Siyasî û Leşkerî di Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.
- Mulazim Xidir Ebdullah Debax, Bîranînên Min û Topxaneya Şoreşa Mezin a Îlonê, Çapxaneya Rewşenbîrî, çapa 3, Hewlêr – 2020.
- Ibrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê, Avakirin û Hilweşandin, 1961-1975, Çapa Çaremîn, 2021.