Dema ku hikûmeta Iraqê li dijî Şoreşa Îlonê şer ragehand di sala 1974an de li dijî Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh kir, her çendî artêşa Iraqê ji ber hebûna navenda serkirdayetiya şoreşê li wê deverê giraniya êrîşên xwe bo ser Balekayetiyê dabû, lê ti deverên di bin kontrola şoreşê de paşguh nekirin, li şûna wê, operasyona leşkerî ya artêşa Iraqê hemû qadên şoreşê li xwe girt, Hêzên Pêşmerge li Duhokê bi berdewamî karwanên artêşa Iraqê li ser rêya Aloka topbaran dikirin, li rojavayê bajarê Duhokê bi taybetî, komek pêşmergeyên ku di şikefta Simtê ya li wê deverê de bi erka xwe radibûn, topeke hawanê ya 120 mm di dest wan de bû, erka wan ew bû ku karwanên otombîlên artêşa Îraqî biteqînin, eger gelek tevgerên serbazî li deverê hebin.
Di destpêka Cotmeha 1974’an de nêzî 10 wesayîtên leşkerî û maşînên zirxî bi endamê rêveberiya Partiya Beisê bi navê Abdulfetah Yasîn re bûn, ku ber bi baregeha Hêza 18’emîn a Firqeya 1’emîn a artêşê ve diçû, Pêşmergeyan bi hawanê ku di destê wan de bû ew kirin armanc û topbaran kirin, di vê navberê de topeke hawanê li wesayîteke zirxî ket û di encamê de hemû leşkerên tê de hatin kuştin, piştî ku navhatî vegeriya Mûsilê, hemû yekîneyên leşkerî û çeteyên (caş) li wê deverê kom kir û êrîşî Hêzên Pêşmerge kir, ji bo girtina Çiyayê Reş, Şikefta Tehta û Şikefta Simtê.
Yekîneyên artêşa Iraqê di êrîşa li ser herêmên di bin kontrola şoreşê de ji hêzên 18, 5, firqeya 2, topxane û çeteyên êlên Koçer, Doskî, Sûrçî, Zêbarî û Herkî pêk dihat, di encamê de şerekî giran derket ku yanzdeh rojan dom kir, ji bo alîkariya qadên şer her yek ji Tabûra Elî Elî û Tabûra Mîranî weke hêzên piştevaniyê hatin qada şer, artêşa Iraqê yekem car êrişî Çiyayê Reş kir, ku ew Çiya ji aliyê tabûra 1 a hêzên Duhokê bi fermandariya Neaman Semed ve dihat parastin, destpêkê artêşa Iraqê bi topbarankirina çeperên pêşmergeyan û wî Çiyay dest bi êrîşê kir, piştre jî hêzên piyade û çeteyan êrîşî Çiyayê Reş kirin, ji ber topbarana dijwar û hebûna 5 şehîdan û nêzî 40 birîndaran, artêşê di roja yekem a êrîşê de Çiyayê Reş xist bin kontrola xwe.
Piştre hêza Duhokê li Kevre Biskê, Şikefta Tehta û Şikefta Simtê li hemberî Çiyayê Reş çar mîtralyoz, hawanek 120 mm û yek jî 82 mm danîn ser kar ji bo topbarankirina artêşê li Çiyayê Reş, ji bo ku nehêlin artêşa Iraqê pêgeheke xurt ava bike û nuqteyên xwe yên leşkerî ewle bike, fermandarê hêzê Ebdulrezaq Germavî bi xwe şopandina topbaranê dikir, hefteyek şûnda wan plana êrîşeke dijber kirin, ji bo êrîşê, wan hêzek ji 40 Pêşmergeyên elît bi serpereştiya Qadir Alekînî ava kir, ku piraniya wan ji beşa endazyarî ya hêza Duhokê bûn, bi planeke leşkerî ya qayîm, bi şev meşiyan û xwe li quntara Çiyayê Reş di nav daristaneke qalind de xwe veşartin, hemû alavên leşkerî û xwarin bi xwe re biribûn.
Plana êrîşa Pêşmerge ew bû ku roja din di dema rojavabûnê de topbaranê rawestîne û ji nişka ve êrîşî baregehên leşkerî bike, nexşe wekî ku hatibû plankirin wesa derbas bû, herwiha li rojavayê Çiyayê Reş, ferman bi tabûra 1’ê hat dayîn ku eger 40 pêşmerge ji çeperên xwe dest bi tevgerê bikin, ji milê ku di amadebaşiyê de bû, êrîşî çiyê bike, dema êrîşa ji her du aliyan destpê kir, şer û pevçûnan saetekê berdewam kir, Pêşmergeyan di wê saetê de karîn tevahiya çiya kontrol bikin, ziyanên giran li leşkerên artêşa Iraqê û çeteyên xistin, 21 kuştî û gelek birîndar, yên din jî reviyan, 6 leşker dîl hatin girtin û şandin serkirdayetiyê li Balekayetiyê.
Destkeftên Pêşmerge di vî şerî de 14 kalaşnîkov, yek RPG, hejmareke zêde ji fîşekên curbecur û nêzîkî 10 hezar mînên cuda ku nekarîn wan biçînin, ketin destê Pêşmerge, her wiha gelek topên hawanên 60, 82 û 120 mm, cil û berg û alavên leşkerî hatin desteserkirin, di dastana girtina Çiyayê Reş de wendahiyên Hêzên Pêşmerge 6 pêşmerge şehîd bûn û 20 jî birîndar bûn, hêjayî gotinê ye ku piştî vê êrîşê artêşa Iraqê heta têkçûna şoreşê li sala 1975`an, ti êrîşên din bo ser hêzên pêşmerge li parêzgeha Duhokê nekirin.
Çavkanî:
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg III, Beş II, Şoreşa Îlonê 1961-1975, Çapa Yekem – Hewlêr, 2004.
- Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, Çapa 1mîn, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2022.
- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînan 1961 – 1975, Çapa 1mîn, 2018.
- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê, Avakirin û Hilweşandin 1961-1975, Çapa Çarem, 2021.