Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.


Di sibeha 24ê Nîsana 1974an da artêşa Iraqê li dijî herêmên di bin kontrola şoreşa Kurdistanê da dest bi êrîşan kir û bi hemû hêza xwe derket qada şer û ji bo dagirkirina tevahiya xaka Kurdistanê pêşveçûnên xwe domandin, hinek hêzên wan di 25’ê Nîsana 1974’an de li ser rêya Kerkûk-Silêmaniyê beriya ku bigihêje Çemçemal xwestin biçin Sengaw û dest bi serda bigirin, yekîneyên hêzê pêkhatî bûn ji tabûra 2 ya Hêza 4 a Firqeya 2 ya Kerkûkê bi alîkariya tabûrek tankan ku pêşiya hêzê bin, xuya ye ku artêşa Iraqê hay jê nebû ku pêşmergeyên tabûra 1 a hêza 2 ya Kerkûkê bi qasî ku ji destê wan tê ew ê li ber xwe bidin.

Li devera Şîwe Sûrê Hêzên Pêşmerge di çeperên berevaniyê de cih girtibûn, li pêşiya pêşveçûna hêzên Iraqî astengiyek betonî ya mezin bûn, her wiha mayinên dije tank û dije mirov li ser rêya artêşa êrîşkar bi cih kirbûn, dema şer dest pê kir hinek tankên artêşa Iraqê bi mayînan hatin derbkirin û hatin têkbirin, wê demê fermandarê  Tabûra 2an a Piyade Albay Ziyadîn Cemal ferman da ku ji bilî dema pêwîst tank nekevin bereya herî pêş a êrîşê.

Piştî ku hêzên piyade êrîşa xwe berdewam kirin, ji nişka ve rastî gulebarana pêşmergeyan û mayînan hatin, piştî şer û pevçûnên 8 demjimêran ên berdewam, artêşa Iraqê bi berevaniya bihêz a Pêşmerge şikest, ziyanên giran ên canî û madî çêbûn ku bi dehan kuştî û birîndar hebûn, yek ji kuştiyan pasevanê taybet ê fermandarê tabûrê bû, ziyanên madî jî jinavbirina 6 tank, 3 zirx û gelek otomobîlên leşkerî, her wiha gelek çekên biçûk û navîn jî hatin desteserkirin.

 

Çavkanî:

  1. Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, Çapa 1, Hewlêr, 2022.
  2. Karwan Jewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û Rola wî a Siyasî û Leşkerî di Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

Gotarên Têkildar

Dastana korê 1991

Dastana Korê yek ji wan şer û pevçûnên çarenûsaz e yên ku Pêşmergeyên Kurdistanê di 7-11ê Nîsana 1991ê de li dijî artêşa Iraqê tomar kir, piştî ku artêşa Iraqê di bihara 1991ê de li hemberî hêzên Pêşmergeyên Bereya Kurdistanê ...

Agahiyên bêtir

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir