Ezmer çiyayekê navdar ê Kurdistanê ye û dikeve bakurê rojhilatê bajarê Silêmaniyê, ji ber bilindahiya xwe li derdora xwe serdest e ji ber vê yekê, ji hêla leşkerî ve cihekî erdnîgarî yê girîng tê dîtin, çiyayên bilind cihê berxwedan û berevaniya Hêzên Pêşmerge bûn, artêşa Iraqê ji bo serweriya tevahiya herêmê bike biryar da ku çiyayên bilind bigire, her çend li nava bajarê Silêmaniyê desthilatdariya artêşa Iraqê hebû jî, lê dema ku hêzên Pêşmerge li bilindahiyên Çiyayê Ezmer serwer bûn ji bo hêzên artêşa Iraqê ne hêsan bû tevger û erkên xwe yên leşkerî pêk bînin, ji ber vê yekê ji bo girtina çiyê dest bi amadekariya êrîşa leşkerî kirin.
Di saet 5:30 roja 19 Hezîrana1974ê artêşa Iraqê êrîşa ser çeperên Pêşmerge li çiyayê Ezmer ragihand, ji bo vê êrîş û dagirkirina Çiyayê Ezmer her yek ji Hêza 4 a Firqeya 2 ya Kerkûkê, Hêzên Taybet, Tabûra Tank a Hêza 8, Hêza Asmanî, Topxaneyên Firqeya 2 û çeteyên girêdayî wê beşdar bûn, Hêzên Pêşmerge yên ku di amadebaşiyê de bûn, tabûra 4 a Hêza Pênciwên a Hêza Xebat bi fermandariya Nûrî Heme Elî bû.
Hikûmet vê carê jo bo êrîşa li ser deverên şoreşê hemû şiyanên xwe yên leşkerî ji hêz, çek, cebilxane, tank, topên menzîl dûr, wesayîtên zirxî û hêzên asmanî bi kar anî, ji bo ku li ser şoreşa Kurdan bi ser bikeve, artêşa Iraqê di êrîşa Çiyayê Ezmer de di destpêkê de weke hîleke leşkerî bi top û balafirên şer dest bi topbarankirina çiyê kir, lê hêzên Pêşmerge pêşbînî kiribû, ji ber vê yekê jî çeperên xwe baş bi cih kiribûn da ku di dema topbaranê de ziyan nebin, her çend di encama topbaranê de hinek birîndar bibûn, lê Pêşmerge ji bo parastina xeta berevaniyê di amadebaşiyê de bûn.
Di dema ku hêzên asmanî yên artêşa Iraqê çeperên Pêşmerge yên li çiyayan bombebaran dikirin, berevaniya asmanî ya Pêşmerge bi çekên mîtralyozan (duşke) helîkopterek xist, vê yekê jî bandorek girîng li moralê wan kir, piştî ku topbaran rawestiya, artêşa Iraqê dest bi êrîşeke berfireh li wan ciyan kir ku rê hebe tê de tabûra tankan bikeve pêşiya hêzên piyade û çeteyan (caş), her çendî ji ber hebûna mayinên dije-tank tevgera wan bi lez nebû, Lê hêzên piyade û çeteyan li deverên din dest bi pêşveçûnê kir, heta ku nêzîkî çeperên Pêşmerge bûn, şerekî germ di navbera wan de derket, tevahiya rojê hêzên Pêşmerge karîn bi awayekî herî xurt li ber xwe bidin, êrîş ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat şikandin, cenazeyên gelek leşker û çeteyan li qada şer hatin hiştin, di dema vekişînê de cenazeyên kuştiyan bi tankan rakirin.
Artêşa Iraqê wê rojê nekarîbû armanca xwe pêk bîne, roja din, 19ê hezîrana 1974an, dîsa dest bi êrîşeke mezin kirin, mîna roja borî, di aliyê topbaran û êrîşên asmanî de hîn dijwartir bû, piştre jî bi hêzên giran û bi piştgiriya tabûrên tank û zirxî êrişî çeperên Pêşmerge kirin, piştî şerekî germ û bi xwîn, artêşa Iraqê gelek ziyanên giyanî û madî dan, gelek tank û wesayîtên zirxî hatin rûxandin, ji ber vê yekê nekarîn bi wî awayî pêşde biçin, ku fermandarên artêşê kêfxweş bibin, lê rijdiya artêşa Iraqê li ser girtina Çiyayê Ezmer bû sedema cezakirina hin efserên artêşê, di dilê yên din de tirsê bihêlin ji bo ku li ser Pêşmerge serbikevin, piştî gelek fişareke mezin û êrîşên berdewam û hejmareke bêhejmar leşker, çekên giran, tank, top, wesayîtên zirxî û hêzên asmanî, tevî derbeyên giran ên artêş û çeteyan xwarîn jî, Hêzên Pêşmerge jî ji ziyanên giyanî bêbehir nebûn ji şehîd û birîndaran, artêş karîbû Çiyayê Ezmer bigre.
Çavkanî:
- Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, Çapa 1mîn, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2022.
- Mulazim Xidir Ebdullah Debax, Bîranînên Min û Topxaneya Şoreşa Mezin a Îlonê, Çapxaneya Rewşenbîrî, çapa 3, Hewlêr – 2020.
- Karwan Jewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û Rola Siyasî û Leşkerî di Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.
- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Îlonê, Avakirin û Wêrankirin, Çapa Çaremîn, 2021.