Şerê Susê 1974

Şerê serbazgeha Sûsê di Gulana 1974an de pêk hat piştî ku hikûmeta Iraqê li dijî şoreşa Kurdistanê şer ragehandî, Pêşmerge wek bertek ew baregeha leşkerî dorpêç kir, artêşa Iraqê ji bo şikandina dorpêça Pêşmerge û rizgarkirina leşkeran ji Silêmanî û Dukanê dest bi êrîşê kir û şerekî çend rojan di navbera wan de derket.


Piştî ku gotûbêjên di navbera serkirdayetiya Şoreşa Îlonê û hikûmeta Iraqê bi dawî hatin, hikûmeta Iraqê ji bendên rêkeftinê vekişiya, carek din şer li ser Kurdistanê sepand, alozî zêde bûn û dest bi qonaxa dagirkeriyê kir, di Nîsana 1974an de êrîşên artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê dest bi kirin. Artêşê bi vî awayî dest bi êrîşên xwe yên li ser deverên şoreşê kir ku hemû şiyanên xwe yên leşkerî, di nav wan de bêhejmar leşker, bi sedan tankên nûjen, her cure çekên asmanî û hêzên asmanî bikar anîn, da ku şoreşa Kurdî bi temamî têk bibe.

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê wek bertek û amadekarî li hemberî êrîşên artêşa Iraqê ji destpêka şer de çend gavên leşkerî avêtin ji wan tabûra 3 a Surdeşê ya Hêzên Rizgarî, navenda leşkerî ya Sûsê ku navenda yekîneyeke artêşa Iraqê bû, dorpêç kir. Di Gulana 1974an de hikûmeta Iraqê hewl da ku dorpêça Pêşmerge li ser baregehê rake, leşkeran ji Silêmanî û Dukanê ber bi herêmê ve dest bi tevgerê kir, Hêzên Pêşmerge ku tabûra 3 ya Hêzên Rizgarî bi serpereştiya Enwer Ezwer e, plana rûbirûbûna artêşa Iraqê li wan navçeyên ku pêşbîniya êrîşa artêşa Iraqê li ser rêya Silêmanî û Dukanê heye, hebû.

Liqa Kêwxa Smaîlê Telan li gundê Kanîxanê senger girtin, liqa Ebdullah Hacî Reşîd li Tasloce hat bicîkirin, liqa Omer Heme Elî li gundê Kelewanan di amadebaşiyê de bûn, fermandar û baregeha tabûrê li gundê Xirê Zêwê de bûn, liqa Hemetalî Hacî Qadir Beg jî li gundê Xirê Zêwê bi cih bû.

Artêşa Iraqê ji Silêmaniyê dest bi tevgerê kir û êrîşê kir, liqa Ebdullah Hacî Reşîd ku li Taslocê bi cih bûbû, bi artêşa Iraqê re şer derket û ziyanek mezin gihandin artêşê, lê belê ji ber hejmara zêde ya leşkerên artêşê bi piştgiriya tabûra tankan û kêmbûna hejmara hêzên Pêşmerge, demeke dirêj nekarîn bergiriyê bikin, bi taybetî piştî şehîdbûna Serliq Ebdullah Hacî Reşîd û Serpel Şêx Cefer Kolîjeyî, Pêşmergeyên wê xeta berevaniyê paşde vekişiyan û ji wî cihî derketin, artêşa Iraqê pêşveçûna xwe ya ji bo gihîştina baregeha leşkerî ya Sûsê berdewam kir.

Piştî ku artêşa Iraqê bi piştgiriya tank û çeteyên (caş) xeta parastina Pêşmerge li Tasloce derbas kir ber bi rêya baregeha leşkerî ya Sûsê derbas bûn, wan hizir dikir ku ti astengên parastina Pêşmerge li pêşiya wan nemane, lê Hêzên Pêşmerge bi dûrî 6 km ji baregeha Sûse bi taybet li ser pira gundê Xirê Zêwê êrişî artêşa Iraqê kirin, karîbûn bi RPG’ê 2 tankan birûxînin û gelek leşker û çete jî kuştin, wê rojê heta piştî nîvro Pêşmerge nehişt leşker bigihin baregehên dorpêçkirî, lê dema ku 2 pêşmergeyên bi navên Îbrahîm Kanî Şeytan û Rehîm Qamîş şehîd bûn û fermandarê taburê di dema rizgarkirina termên şehîdan de birîndar bû ji bo ku nekevin destê artêşê, Hêzên Pêşmerge tenê karîn termê şehîdan û fermandarê wan ê birîndar rizgar bikin, bi hêzên xwe paşde vekişiyan û rê li ber artêşa Iraqê vala bû ku dorpêça baregeha leşkerî ya Sûsê bişkîne.


Çavkanî:

  1. Senger Ibrahîm Xoşnaw, Bûyerên Leşkerî yên Şoreşa Îlonê 1970-1975, Çapa 1, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2022.
  2. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojek ji dîroka Şoreşa Îlonê, 1961-1975, Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê, Hewlêr – 2007.
  3. Karwan Jewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944-1987 Jiyan û Rola Siyasî û Leşkerî di Tevgera Rizgarîxwaza Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.

Gotarên Têkildar

Şerê Geliyê Sengeser

Şerê geliyê Sengeser di payîza sala 1974’an de pêk hat dema ku artêşa Iraqê hewl da êrîşî bajarê Qeladizê bike û bi dest bixe, Hêzên Pêşmerge çeperên xwe li geliyê Sengeser bi cih kirin û şer nêzîkî deh rojan berdewam kir, piştre artêşê karîbû berbesta Pêşmerge bişkîne û di 19ê Tebaxê de derbasî bajarê Qeladizê bû û bajar bi dest xist.

Agahiyên bêtir

Şerê Şîwe Sûrê 1974

Şerê Şîwe Sûrê ligel destpêkirina êrîşa artêşa Iraqê li dijî Kurdistanê di 25ê Nîsana 1974an de rû da, bi armanca bidestxistina hemû herêmên di bin kontrola şoreşê de û di dawiyê de Şoreşa Îlonê têk bibe, lê artêşa Iraqê di şerê Şîwe Sûrê de şikesteke mezin li pêşberî Hêzên Pêşmerge xwar û derbên giran xwarin, nekarî xewna xwe ya kevnar pêk bîne ku dagirkirina devera Sengaw bû.

Agahiyên bêtir

Dastana Ezmer 1974

Ev Dastane di 19ê Hezîrana 1974an de li Çiyayê Ezmer qewimî, wê demê Silêmanî di bin kontrola artêşa Iraqê de bû, lê hêza wî tunebû ku bi heza xwe tevgerên xwe yên leşkerî pêk bîne, ji ber wê jî plana êrişa li ser Çiyayê Ezmer amade kir ku Hêzên Pêşmerge li wir cihê berevaniyê ava kiribûn, her çendî karîbû çiya bigre jî, derbeyên giran ên canî û madî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Çiyayê Reş li Duhokê 1974

Dastana Çiyayê Reş di destpêka Mijdara 1974an de li Çiyayê Reş yê rojavayê bajarê Duhokê pêk hat, ji ber ku dever di bin kontrola şoreşê de bû, çalakiyên Pêşmerge berdewam bûn, bi taybetî topbarankirina karwanên leşkerî, Artêşa Iraqê ji bo têkbirina deng û rengê şoreşê li wê deverê dest bi êrîşeke berfireh kir, lê bi ser neket û derbeyên giran ên canî û malî xwarin.

Agahiyên bêtir

Dastana Bêstane û Deşta Hewlêrê 1965

Ev dastan li deşta Hewlêrê di navbera artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge de qewimî di dawiya payîza sala 1965an de. Artêşa Iraqê êrîşî ser binkeh û baregehên pêşmergeyan kir da ku metirsiyên pêşmergeyan li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê û daketina komên pêşmergeyan bo nav bajar û bajarokan kêm bike....

Agahiyên bêtir