Hecî Bêroxî

Fermandar Hecî Şîxomêr Bêroxî, ku bi navê Hecî Bêroxî jî tê naskirin, di sala 1943an de di Şoreşa Duyemîn a Barzan de weke Serqol cih girt, beşdarî Dastana Meydana Morîkê bûye, fermandarê Betalyona 1. a Hêza Balek bû, Di sala 1965an de heta têkçûna Şoreşa Îlonê li eniya Deşta Diyana berpirsê Hêzên Pêşmerge bû.


Jiyanname

Hecî Şêxomer Bêroxî di zivistana sala 1916an de li gundê Bêroxê yê navçeya Şemzînan a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, di mizgeftan de xwendiye, di sala 1945’an de piştî têkçûna Şoreşa Duyem a Barzan, 4 salan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê girtin, piştî ku hat berdan, diçe devera xwe û li wir bi cih dibe, di sala 1959’an de piştî vegera Mele Mistefa Barzanî carek din vegeriya Başûrê Kurdistanê, di sala 1975’an de piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, koçberî Îranê dibe, li gundê Celdiyan yê bajarokê Şinoyê bi cih dibin, piştre ji aliyê hikûmeta Îranê ya wê demê ve bo bajarê Yezdê hat dûrxistin, di tîrmeha 1976'an de malbata wî diçe ba wî bajarî û li hev civiyan, di sala 1989an de koça dawî kiriye.


Xebatname

Di sala 1943an de tevlî Pêşmergeyên Şoreşa Duyem a Barzan bû û dibe serqol, Di 20ê Cotmeha 1943an de dema ku Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê vegeriya Barzanê, hêzên şoreşger bi fermana Barzanî çendîn operasyon li dar xistin, yek ji çalakiyan jî êrîşkirina li ser kelha gundê Zêtê ya devera Gerdiyan bû, di vê çalakiyê de Hecî Bêroxî bi ser dikeve. Di 28ê Cotmeha 1943an de artêşa Iraqê ji bo têkbirina hêzên şoreşger ên Barzanî ji aliyê Rwandizê ve êrişî devera Goretû kir, Hecî Bêroxî weke fermandar beşdarî wê parastinê bû. beşdarî Dastana Mezin di 10ê Mijdara 1943an de, şerê Badilyan-Kewnagund di 28ê Tebaxê, 1945 de, Dastana Meydan Morîkê di 5ê Îlonê de dibe û Di Dastana Meydan Morîkê de bi giranî birîndar dibe.

Di sala 1945an de, piştî têkçûna Şoreşa Barzan a Duyem, Hecî Bêroxî ji ber birînên xwe yên giran nekarî ligel Mela Mistefa Barzanî biçe Rojhilatê Kurdistanê, ji ber wê yêke ji aliyê dewleta Iraqê ve hat girtin û piştî 4 salan ji girtîgehê, hewladan radestî cendirmeyên tirk bikin. Di sala 1959an de piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê, Hecî Bêroxî çû cem wî, ev  bibe destpêka ji nû ve hevbendiya Hecî Bêroxî.

Di sala 1961ê de Hecî Bêroxî û çend kesên eşîra xwe tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûn. Di 16'ê Îlona 1961'an de beşdarî şerê Çiyayê Pîrsî li Akrê bû li dijî êrîşa artêşê ya li dijî qadên hêzên şoreşger. Di heman salê de beşdarî Dastana Lomana li devera Behdînanê dibe. Di sala 1962'an de beşdarî şerên Ba'adrê û Atrûşê dibe.

Di 28ê Gulana 1962an de ligel Mela Mistefa Barzanî vegeriya devera Rwandz û Balekayetiyê, di 4’ê Nîsana 1962’an de wî û çend fermandarên din ên Pêşmerge Kela Rayat ê ya li navçeya Hacî Omeran dorpêç kir, di Tebaxa 1962an de, piştî ku ligel Mela Mistefa Barzanî gihêşte devera Xoşnawetî, beşdarî operasyona azadkirina kela Hîran û Nazanînê bû, baregeha xwe li Hîran û Nazanînê danîbû. Di 25’ê Îlona 1962’an de pêşengiya Hêzên Pêşmerge kiriye jibo rizgarkirina devera Xwakurkê ya navçeya Sîdekanê.

Di 4ê Sibata 1963an de ligel Mela Mistefa Barzanî çûye Ranya û Qeladizeyê, ji bo lêdana xwefiroşan, di 29ê Hezîrana 1963an de wek fermandar beşdarî şerê Derbendî Korê dibe, di 13'ê Tîrmeha 1963'an de beşdarî şerê Spîlkî li nêzî gundê Kelekîn bû, di 24’ê Tebaxa 1963’an de beşdarî şerê Kuran dibe û wekî fermandar roleke mezin di wî şerî de list, di 30’ê Tebaxa 1963’an de li Kolanaderê ya Çiyayê Pîranê êrîşeke mezin a artêşa Iraqê pûç kir, di 17ê Îlona 1963an de bi serpereştiya Luqman Mistefa Barzanî li Şiwê gundê xeteke parastinê ava kirin û çendîn şer di navbera hêzên Pêşmerge û artêşê de derketin.

Di Kanûna duyem a 1964an de ligel Mela Mistefa Barzanî çûye devera Pişder û Ranye, ji sala 1965 heta 1970 Hecî Bêroxî di hemû êrîşên artêşa Iraqê de li ser Çiyayê Zozikî, Gelyê Omer Axa, Sertîz û Gelyê Bêşe rola fermandarekî wêrek û jîr ji bo rêxistinkirina hêzên Pêşmerge û parastinê. lîst.

Di 6’ê Nîsana 1966’an de fermandariya hêzên pêşmerge kir ku li hember êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Gelyê Omer Axa rûbirû bibin, di sala 1967an de piştî damezrandina hêza Balek Hecî Bêroxî, bû fermandarê betalyona yekem a wê hêzê, di sala 1968’an de ji çemê Museka heta Gelyê Omer Axa, Çiyayê Zozikî, Çiyayê Bêşe, Çiyayê Sartîz û cadda Hamiltonê ket bin serperşitîya Hecî Bêroxî de.

Di sala 1974an de piştî destpêkirina şer û pevçûnên di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, berpirsyariya enyên Çiyayê Zozikî, Deşta Diyana, Gelyê Omer Axa û Çiyayê Sartîzî li ser milên wî bû, piraniya êrîşên artêşa Iraqê pûç kirine, heta sala 1975an pêşmergeyên wî li wir bûn ji bo ku nehêlin artêşa Iraqê pêşde biçe.

Di sala 1980’an de careke din tevlî Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê bû, hêzeke ji 90 Pêşmergeyan pêk tînê, ku li devera Xanê ber bi devera Kewperê ve çalakiyan li dar bixin û ji wir ber bi Geliyê Tuie ve biçin, li Hacî Omeranê gelek êrîşan li ser artêşa Iraqê pêk tînin, heta ku nexweş ket têkoşîna xwe domand.


Çavkanî:

  • 1. Arşîva Desteya Insîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Komkujiya li ber deriyê Seray li bajarê Silêmaniyê

Ev komkujî di havîna 1963’an de di dema rejîma Be'sê de li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat ku di wê baweriyê de bûn ku eger komkujî û êrîşeke berfireh li ser Kurdistanê pêk bînin, wê di demeke nêz de Şoreşa Îlonê hilweşînin û tevahiya Kurdistanê bixin bin kontrola xwe, her çende li Silêmaniyê dest bi girtin û komkujiya mirovên bêguneh kirin jî, ku ne bi tenê serketî nebûn lê li şûna vê di hemû êrîşên xwe yên li ser Çiyayê Ezmerê têk çûn.

Agahiyên bêtir

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Nûrî Şawês

Nûrî Sedîq Elî Resûl bi nasnav Endezyar Nûrî Şawês tê naskirin, di sala 1935’an de tevlî refên Komeleya Azadiya Kurd dibe, di sala 1951 de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Demkî ya Partiya Dêmokrat a Kurd (Kongreya Duyem) tê hilbijartin. Di sala 1953an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê serkirdayetiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê - Iraq (Kongreya Sêyem) hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Nejat Elî Salih

Nejat Elî Salih di sala 1985an de tevlî Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK) bû, di sala 2010an de di kongreya 13an de bû endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrat Kurdistanê (PDK).

Agahiyên bêtir