Hacî Mîrxan Dolemerî

Fermandar Hacî Mîrxan Ehmed Silêman, ku bi navê Hacî Mîrxan Dolemerî jî tê naskirin, Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û Serhildanê, di 7ê Tîrmeha 1962an de pileya serqol wergirtiye, di sala 1970 de bû berpirsê Komîteya navçeya Akrê, endamê Saziya Bilind a Îlonê ye û berpirsê Komîteya Îlonê ye li Soran û Mêrgasorê.


Jiyanname

Hacî Mîrxan Ehmed Silêman, di sala 1940î de li gundê Xerdinê yê navçeya Mêrgasorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayîk bûye, heta dibistana seretayî xwendiye, di sala 1945an de tevî malbata xwe koçberî Îranê dibe, piştî hilweşandina Komara Kurdistanê li Mehabadê vedigere Başûrê Kurdistanê, di sala 1975’an de, piştî hilweşîna Şoreşa Îlonê, koçberî heman welatî bû, piştî Serhildana Kurdistanê di sala 1991ê de vedigere welat û li bajarokê Pîrmamê bi cih dibe. Ji bilî zimanê xwe yê dayikê bi zimanê farisî jî baş diaxive.


Xebatname

Di 1’ê Gulana 1959’an de tevlî hêzên Pêşmerge dibe û li gel birayê xwe Hiso Mîrxan bûye pêşmerge, di 7ê Tîrmeha 1962an de pileya serqol wergirtiye, di sala 1966an de li devera Behdînan li çiyayên Gare serqol bû, di sala 1968an de fermandarê tabûra 3. a Hêzên Akrê bû, ji sala 1970’î heta peymana 11’ê Adarê, fermandarê tabûrê yê heman hêzê bû, di heman demê de berpirsê komîteya navçeya Akrê bû, di sala 1971’an de dibe alîkarê 9’emîn Tabûra Parastina Sînor li snûrê navçeya Şêxan.

Di sala 1967-1968an de li Çiyayê Zagrosê li Hemedanê perwerdeya leşkerî di warê bikaranîna çek, parastin, êrîş û rêberiyê de dîtiye, di Tebaxa 1969’an de li herêma Akrê û Şêxanê di şerekî giran de çavê wî birîndar bû, di sala 1977’an de bi hinceta xebatên siyasî sê mehan ji aliyê Savak a Îranê ve tê girtin.

Di kongreyên 11, 12 û 13 yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Endamê kongreyê bû, di kongreya 13an a sala 2010 de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin. Bi pileya sertîpê kêmendam xanenişîn bûye û endamê saziya bilind a Îlonê û serokê komîteya Îlonê li Soran û Mêrgasorê ye.

Ji berhemên wî yên çapkirî:

Lêgerîna Dadperweriyê, ku ji du bergan pêk tê, di sala 2021 de hatiye weşandin.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir