Erîf Yasîn

Yasîn Mihemed bi nasnav Erîf Yasîn Doskî pêşmerge û fermandarê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû, pileyên fermandarê yekînê, Serliq, fermandarê tabûrê, fermandariya artêşê û fermandariya hêzê wergirtine, di kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de beşdar bû.


Jiyanname

Yasîn Mihemed bi nasnav Erîf Yasîn Doskî di sala 1932an de li gundê Bîrê yê navçeya Amêdiyê ji dayik bûye, karmendê navenda polîsê Sersengê bû û piştre bû erîf û bo Mûsilê hat veguhestin, du salan li Hewlêrê ma û weke hêzeke gerok ji bo parastina sînorên Kêleşîn û Xinêra hat erkdarkirin û ji aliyê hikûmetê ve pileya Raîs Urefa pê hat dayîn, ji bo salek û 6 mehan birin navenda polîsê Şêrwan, li ser daxwaza Şêx Ehmedê Barzan bo binkeya Têl hat veguhestin û careke din ji aliyê hikûmetê ve bo navenda polîsê Şêrwan hat vegerandin, bo dema 9 mehan fermandarê bingehê polîsan bû li Barzan, ji ber dijayetiya rêveberê polîsê Barzan careke din bo navenda Têlê hat veguhestin, di sala 1975an de koçberî Îranê bû û li kampa Zêweyê bi cih bû, di 22ê Sibata 1992an de koça dawî kiriye.


Xebatname

Erîf Yasîn Doskî di sala 1960’an de tevî hemû polîsên baregehê bi çek, cebilxane û bêtel û alavên xwe tevlî hêzên pêşmerge bûn, di Şoreşa Îlonê ya sala 1961ê de fermandarê yekîneyê bû di hêza Siwar Axa de, beşdarî yekem şer bû li Çiyayê Şêrwan, piştî azadkirina Herêma Behdînan ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve û beriya ku derbasî Soranê bibe, bû alîkarê Mihemed Emîn Mîrxan fermandarê hêzên lêxistinê, beşdarî şerên Herêma Behdînan bûye weke şerên Bêtnûr, Qumrî, Kanî Belav, Zêwkê, Bêsfkê, Derya, Kemeka, Germava Hacî Axa, Lomana, Zawîte, Zirêzey, Suwar û Spîndar, Serê Etrûş, Kevre Sûrê, Kulebêhê, Tilbizîne, Nehle û Serê Akrê.

Erîf Yasîn di sala 1962an de çûye Soran û beşdarî şerên li geliyê Bêşê, geliyê Bersîrîn, Dergele, Qişlên Gelala û Çoman û Kelha Rayatê dibe û dema 42 rojan dorpêç kirin û bi rênmayên Erîf Yasîn tunêlek li binê kelehê xistin ji bo bi destxistina wê kelhê, li Çiyayê Siyako berpirsê hêzê bû, beşdarî şerê Çiyayê Gerdin Huştrê bûye. Bi çavdêriya Erîf Yasîn Qeymeqam û midûrê navçeya Mêrgasorê hatin girtin û hemû tiştên wan hatin desteserkirin.

Di 13’ê Tîrmeha 1963’an de di dema êrîşa artêşa Iraqê ya li ser hêzên Pêşmerge li Spîlkî, fermandarê baskê Pêşmerge bû bi fermandariya Kolonel Rukin Ebdulkafî Nebawî û beşdarî şerê Spîlkî û Derbenda Kurê bûye.

Di sala 1963an de berpirsê navçeya Spîlkî bû û di şerê li ser rêya Xelîfan- Spîlkî de alayeka leşkerî girt. Her di sala 1963an de li deşta Herîrê di şerekî de birîndar dibe û piştî dermankirinê vedigere devera Hawdiyan, di şerên Hawdiyan, Baska Derê, Mezinê, Şêtnê, Lêlokê, Xerdenê, Bêstirê, Geliyê Wajê, Deşta Goretû, Kulana Derê, Girê Bêrsiyavê de beşdar bû û cara duyemîn birîndar bû, di destpêka sala 1964an de bi fermana Mela Mistefa Barzanî baregeha xwe bar kir Gelala û Dola Şehîdan û beşdarî şerê Omer Qewm, Mawet, Gemo, Sîrê û Çiyayî Barî bû. Serfermandarê eniyê bû û beşdarî şerê Hafîzê bû, vegeriya Geliyê Bêşê û beşdarî şerên Geliyê Omer Axa, Pişta Badilyan, Serûkaniya Diyana, Sertîz û Zozkî bû.

Di sala 1966an de fermandarê tabûra Pêşmerge bû di şerê Çiyayê Zozkê û Geliyê Omer Axa de, di sala 1967’an de hêzên Pêşmerge bi fermandariya Erîf Yasîn li gundê Spîndare bingehê hêzên gerok ên Hîranê bi dest xistin.

Di sala 1970an de di avakirina Alayên Sînor de bû fermandarê tabûra 10an li Kanî Simaqokê, piştî destpêkirina şer, bû berpirsê eniya Gorezê û li wir serpereştiya çend şeran kir û cara sêyem û çaremîn jî birîndar bû, di sala 1970 de li ser fermana Mela Mistefa Barzanî bû fermandarê hêzê, piştî têkçûna sala 1975an, bû endamê komîteya çavdêriya penaberan li kampa Zêwe.

Erîf Yasîn beşdarî Şoreşa Gulanê û serkirdayetiya demkî bû û wek berpirsê navçeya Nêrwe û Rêkan û Doskî Jûrî hat destnîşankirin û beşdarî şerên di navbera salên 1976-1979an de bûye, di sala 1979an de beşdarî kongreya 9emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibe, di sala 1982an de dema ku hêzên Pêşmerge hatin birêxistinkirin, fermandeyê hêza 57 û endamê serkirdatiya operasyona devera Şino û Kêle Şînê bû, di sala 1983an de li ser fermana Serok Mesûd Barzanî wek berpirsê navçeya Doskî Jûrî li herêma yekem hat destnîşankirin, di sala 1986ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve wek kargêrê Komîteya navçeya Gulan hate destnîşankirin û serpereştyarê beşa leşkerî bû heta sala 1987ê. Di sala 1988’an de beşdarî şerê Xwakurkê bû û endamê fermandariya operasyona Xwakurkê bû, di sînorê liqê yekem de berpirsê beşa leşkerî bû, herwiha berpirsê eniya Sîdekan bû.


Çavkanî:

  1. Arşîva Desteya Insîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.

  2. Mesûd Barzanî, Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Berg III, Beş I, Çapxaneya Wezareta Perwerdê, Hewlêr, 2004, r. 7, 134, 136.

  3. Yûsif Sebrî û Dlovan Mistefa, Bo Azadî Ya Walatî, Beşa 1, Çapxaneya Xanî, Duhok, 2012, r. 231, 277.

  4. Bi boneya bîranîna şeşemîn salvegera koça dawî ya fermandarê qehreman Erîf Yasîn Doskî, rojnama Biryatî, hejmar 2532, Hewlêr, Duşem 23/02/1998, r 6.


Gotarên Têkildar

Mela Mihemedemîn Gwêzlîngey

Mela Mihemed Emîn Mela Hacî Mehmûd, ku bi navê Mela Mihemed Emîn Gwêzlîngey jî tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulan û Serhildanê bû, di sala 1958an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye, endamê kongreyên 7., 8., 9., 10., 11., 12. û 13. Bû, xwediyê madalyaya Barzanî yê nemire.

Agahiyên bêtir

Mişîr Gwanî

Fermandar Mişîr Resûl Hacî ku bi navê Mişîr Gwanî jî tê naskirin, di sala 1966an de bi rêya Hemîd Efendî tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, di sala 1979ê de bi pileya fermandariya yekîneyeke hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê werdigire, di sala 1979an de endamê Kongreya 9. ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Di 16ê Tebaxa 2018ê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi madalyaya Barzanî yê Nemir hat xelatkirin.

Agahiyên bêtir

Mistefa Goronî

Mistefa Ebdullah Hemed Ehmed, ku bi navê Mistefa Goronî jî tê naskirin, Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlonê û Golanê bû, di sala 1991ê de beşdarî serhildanê dibe, di sala 1979an de jî endamê kongreya 9emîn bûye

Agahiyên bêtir

Necmedîn Goronî

Necmedîn Ebdullah Hemed, bi nasnav Necmedîn Goronî tê naskirin, fermandar û pêşmergeyê Şoreşên Îlon û Gulanê û Serhildanê ye, di sala 1961ê de tevlî hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê dibe, serliq bû û Erkê wî parastina baregeha Barzanî bû, di 3ê Mijdara 1994an de koça dawî kiriye.

Agahiyên bêtir

Hesen Axa Berzêweyî

Hesen Ebdulrehman, bi nasnavê Hesen Axa Berzêweyî tê naskirin, di sala 1965’an de tevlî pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bû, di Şoreşa Îlonê de pileya cîgirê betalyona 1. a Zozkî wergirtiye, di sala 1979’an de bû fermandarê hêza serkirdayetiyê, di sala 1986 de, ew bû Berpirsiyarê komîteya navçeya Rwandizê.

Agahiyên bêtir