Cercîs Fethula Şemas

Parêzer Cercîs Fethula Şemas, bi navê (Cercîs Fethula Elmuhamî), hatiye nas kirin, yekemîn Kildanî yê di nava serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê) de hatiye hilbijartin. Di salên 1973 - 1974 an de bi fermana Mesûd Barzanî endamê lîjneya amadek


Jiyanname

Parêzer Cercîs Fethula Şemas bi navê (Cercîs Fethula Elmu‌hamî), hatiye nas kirin. Di sala 1920 an de li bajarê Musilê ji dayik bûye. Bi netewe Kildan û bi ol mesîhî Katolîkî ye, qonaxa seretayî û navendî û amadehiyê li bajarê Musilê temam kiriye. Di sala 1939 an de li beşa maf ya li kolêja maf ya Bexdayê hatiye wergirtin û di sala 1943 an de bekaloryosê wergirtiye. Demeke zêde mijûlî karê parêzeriyê bûye. Di sala 1971 an de çûye welatê Lubnanê û li wir nîştecîh bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberî welatê Îranê bûye. Li meha tebaxa 1979 an de piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê û alozbûna rewşa Îranê daxwaza mafê penaberiyê ji welatê Brîtanya kiriye. Di sala 1984 an de wekî penaber çûye Şahnişîna Swêdê û li wir nîştecîh bûye. Li 23 ê temuza 2006 an de li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Enkawe ya li tixûbê parêzgeha Hewlêrê bi axê hatiye spartin‌. Şarezayê zimanên Siryanî, Erebî, Îngilîzî, Fra‌nsî, Kurdî, Swêdî û Farisî bûye.

 

Xebatname

Di sala 1946 an de peywendiyê bi Partiya Serbixweyî ya Iraqê (Hizb al Istiqlal al Iraqî) re kiriye. Di sala 1946 an de yek ji damezrênerên Partiya Gel (Hizb al Şa'ab) bûye. Xwediyê Îmtiyazê Rojnameya bi zimanê Erebî Al Rewafd bûye. Di sala 1947 an de berpirsê leqa Musilê ya Partiya Gel (Hizb al Şa'ab) bûye. Di sala 1948 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurd re kiriye. Li 4 ê hezîrana 1956 an de Xwediyê Îmtiyazê rojnameya bi zimanê Erebî Al Raed bûye ku li bajarê Musilê dihate çap kirin û li 14 ê temuza 1958 an de ji aliyê desthilatdarên serbazî ve hate girtin. Li 7 ê Gulana 1959 an de Xwediyê Îmtiyaz û Sernivîskarê rojnameya bi zimanê Erebî ـ Kurdî ya Al Heqîqe ـ Rastî bûye ku li bajarê Musilê dihate derxistin û li 3 ê nîsana 1960 an li piştî 24 jimareyan ji aliyê Hikûmeta Komara Iraqê ve hate girtin. Li meha kanuna duyema 1959 an de piştgîriya lîsta mamostayên Partiya Komunistên Iraqê kiriye li hilbijartina Yekîtiya Mamostayên Iraqê ya li bajarê Musilê.

 

Di sala 1959 an de rola wî li rêkxistina xwepêşandanên alîgirên aştî ya li bajarê Musilê de hebû ku Partiya Komunista Iraqî encam daye û paşê li serkut kirina kudetaya (Darbeya) Eqîd Ebdulwehab Şewaf (1916 - 1959) li bajarê Musilê de rola wî hebûye. Di sala 1959 an de yek ji desteya nivîskarên rojnameya Xebat ya organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Iraqê bûye. Di sala 1960 an de li parêzgeha Musilê de bi karê parêzeriyê mijûl bûye. Di sala 1961 an de di gel destpêkirina şoreşa Eylûlê da bi hevkariya endazyar Şewket ku bi navê Şewket Akreyî hatibû nas kirin, rojnameya Xebat organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi awayeke nihênî li bajarê Bexdayê çap kiriye. Di sala 1961 an de ji aliyê desthilatdarên Hikûmeta Iraqê ve hatiye bend kirin û ew şandine bendîxaneya Rumadî ya li Rojavayê Iraqê. Li heman salê da li ber bexşîn û lêborînê ketiye û hatiye azad kirin. Paşê dest bi çap kirina rojnameya Xebat kiriye, li 9 ê hezîrana 1963 an de ji wê dema ku şêwirmendê şanda danustandinkarê kongreya yekema gel (kongreya Koye‌) di gel rejîma Bexda bûye û ji aliyê mîlîşiyayên (Al heres al qewmî) ya ser bi Partiya Be'esa Erebî Sosyalîstî ve hatiye bend kirin û îşkence kirin.

 

Di sala 1968 an de li desteya nivîskarên kovara (Al kadir û al taxî) bûye. Duyemîn sernivîskarê rojnameya bi zimanê Erebî (al taxî) bûye. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê re kiriye. Salên (1968 - 1969) mamostayê waneya destpêkên zanista ramyarî û dîroka serdem ya Iraqê li xula yekema peymangeha pêgihandina mamostayên şoreşê bûye. Di salên (1968 - 1969) mamostayê waneya karubar û rewşa Iraqê ya li xula yekema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Çoman ya li navçeyên azad kiriyên parêzgeha Hewlêrê bûye. Di sala 1969 an de mamostayê waneya zanistên ramyarî yên li xula duyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li gundê Nawpirdan ya li navçeyên azad kiriyên parêzgeha Hewlêrê bûye. Li 12 ê hezîrana 1970 an de bi fermana Mistefa Barzanî (1903 - 1979) bûye endamê şanda Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya ji bo serdana bajarê Necef ya li Rojavayê Iraqê bi mebesta beşdarî kirina li sersaxiya Ayetulayê Mezin Ebdul Muhsîn Hekîm (1889 - 1970) mezne lêvegerê Şîe yên cîhanê. Li 25 ê hezîrana 1970 encumena serkirdayetiya şoreşa Iraqê bi fermaneke din fermana Dadgeha Orfî Serbazî ya Musil di derbarê wî ve hildiweşênê. Li 23 ê tebaxa 1970 bi fermaneke encumena serkirdayetiya şoreşa Iraqê dest bi ser da girtina samanên wî yên veguhestî û neveguhestiyan hildiweşê‌nê.

 

Di sala 1970 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ( Kongreya heştem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ) hatiye hilbijartin. Li meha temuza 1970 an heta meha tişrîna duyema 1970 an mamostayê waneya cografya Iraqê li xula sêyema fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Bexda bûye. Di sala 1970 an de ji ber nivîsîna gotarek di derbarê koça dawî ya Cemal Ebdulnasir (1918 - 1970) ve li rojnameya (Al Taxî) heta heftih rojan ji aliyê karbidestên Partiya Be'esa Erebî Sosyalîst ve li bendîxaneya (Qesir Al Nihaye) ya li bajarê Bexdayê hatiye bend kirin û îşkence kirin. Piştî çûna Lubnanê sala 1973 an de ji aliyê Dezgeha Hewalgiriya Lubnanê ve heta demekê hatiye bend kirin. Di salên (1973 - 1974) bi fermana Mesûd Barzanî endamê lîjneya amadekirin û nivîsîna projeya federaliyeta Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de yek ji damezrênerên Heyva Sora Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de mamostayê waneya program û peyre‌wa navxweya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li xula şeşem de jî li fêrgeha pêgihandina kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li gundê Zînu ya Şêxî ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, di salên (1974 - 1975) sernivîskarê kovara (Al Kadir) û rojnameya Xebat organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye. Li 25 ê nîsana 1999 an de vegeriya ye Kurdistanê û ji aliyê parêzer Cewher Namiq Salim (1946 - 2011) Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ve li bajarê Hewlêrê hatiye pêşwazî kirin. Roja yekşema 15 ê tişrîna yekema 2000 ji aliyê Dr Roj Nurî Sidîq naskirî bi Dr Roj Şaweys Serokê Encumena Niştimaniya Kurdistanê ve hatiye pêşwazî kirin. Rojên 3 heta 5 ê nîsana 2001 beşdariya kongreya yekema akademî ya di derbarê bi Kerkûkê li hola rewşenbîrî ya bajarê Hewlêrê kiriye û gotar pêşkêş kiriye.

 

Berhemên wî :

1 - Azwa Alî al qeziye al aşurî 1933.

2 - Al asul al tarîxiye lil hereke al amal al alamî 1946.

3 - Asqat al hakem layekun behza 1990.

4 - Mixamire al Kuweyt, al wece wal xilafî 1991 ( ji du bergan pêkhatiye).

5 - Ceraem al harb we mertekbuha fî al Iraq wal Kuweyt 1992.

6 - Mebahs Asuriye tarîx ma ahmile al tarîx 1997.

7 - Ziyara lil mazî al qerîb 1998.

8 - Fatihe antişar al mesîhiye fî mezopotamya. Çar berg.

9 - Kurdistan we Alamut ـ (çapa yekem 1986), (çapa duyem 2012), werger e.

10 -  Hul ceraem al herb we ceraem zed al selam wal abada al u'nsuriye (çapa duyem 2004 ).

11- Muhad al beşeriye ( çapa yekem 1971 ), (çapa sêyem 2001). (çapa çarem 2010 ), (çapa pêncem 2012 ), werger e.

12 - Cinub Kurdistan ـ (çapa duyem 1999 ), (çapa sêyem 2001 ), (çapa çarem 2012 ), werger e.

13 - Cumhuriye Mehabad ـ (çapa yekem 1972 ), (çapa duyem 2012 ), werger e.

14 - Al Iraq fî a'had qasim 2012 werger e û ji dû bergan pêkhatiye.

15 - Qiyam we siqut al rayix al salas 2012, werger e û ji dû bergan pêkhatiye.

16 - Nazarat fî al qewmiye al Arabî 2012 ji pênc bergan pêkhatiye.

17 - Al sîr 2005 werger e ji sê bergan pêkhatiye.

18 - Recal û weqay'i fî al mîzan 2012.

19 - Muzakarat binvinutu çillînî 2012 werger e.

20 - Mebhusan alî hamiş Suriye al Şîx A'bîd alle al nehrî ـ ( çapa yekem 2000 ), (çapa duyem 2010), (çapa sêyem 2012), werger e.

21 - Qeziye al Kurd 2012 ji du bergan pêkhatiye wergerandine Kurdî û bi navnîşana Hişyarbûna Kurd dîroka siyasî 1900 - 1925, sala 2009 hatiye çap kirin.

22 - Hul ceraem al harb we ceraem zed al selam wa alabadiye al a'nasirî 2014.

23 - Tarîx al musîqî al A'rabiye, werger e.

24 - Karmin Brusîr 1954, werger e.

25 - Tehalîf al şexs al ma'newiye alîmîn fî muqrarat mahkema temîz al Iraq.

26 - Rehle alî recal şecan fî Kurdistan, (çapa duyem 1999), (çapa sêyem 2012), werger e.

27 - Kîf tenteh al sema 1953, werger e.

28 - Axir mahkum bil alamut, 1933, werger e.

29 - Zikriyat a'n bît alamutî, 1953, werger e.

30 - Qise al muhalifîn 1958, werger e.

31 - Al Musil am al arabîyîn 1956.

32 - Tehalîf al şaxs al am'nuy alîmîn fî muqerrat mahkumiye al Iraq 1957.

33 - Teras al aselam ـ (çapa yekem 1954), ( çapa duyem 2012 ), werger e, ji du ber‌gan pêkhatiye.

34 - Kurd û Turk û Arab ـ (çapa yekem 1970), (çapa duyem 2012), werger e.

35 - Ma'nî asma al aswat fî kitab al axanî lil Asfahanî 1958.

36 - Heye al muhalifîn 1953.


Çavkanî :

1 - Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2 - Awerîl dan, al Iraq fî a'had qasim, tercume we ta'lîq Cercîs Fethula, al cuz al awal, (Erbîl ـ Dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) sahife 2, 512.

3 - Awarîl dan, al Iraq fî a'had qasim, tercume we ta'lîq Cercîs Fethula, al cuz al sanî, (Erbîl ـ dar aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) sahife 1, 463.

4 - Ayzah min al hizb al demoqratî al Kurdistanî fî al Iraq, cerîde al taxî, al a'dad 1344, Bexdad, matba'a al tayms, al selasa, 29 gulan 1973 sahife 4.

5 - Biraîy al Reîs al Barzanî.. Aqid motemer akadîmî hul Kerkuk, mucele gulan al a'rabî, muesese gulan lil seqafa wal a'lam, al a'dad 59, al sane, al xamse, Erbîl 30 nîsan 2001 sahife 25.

6 - Bewar Nûredîn, Kurd û Kurdistan bîbliyografya û fihrist li kitêba Kurdî da, berga duyem beşa duyem, (Tehran ـ çapxaneya Tehran 2016) rûpel 302, 303.

7 - Pilu‌tarix, al sîr, tercume Cercîs Fethula, al cuz al awal, (Erbîl ـ minşurat Aras lil tabae wal neşir ـ matba'a wezara Al terbiye 2005) sahifa 656.

8 - Pilu‌tarix, al sîr, tercume Cercîs Fethula, al cuz al sanî, (Erbîl ـ minşurat aras lil tebae wal neşir ـ matba'a wezara al tarbiye 2005), sahife 663, 1247.

9 - Pilu‌tarix, al sîr, tercume Cercîs Fethula, al cuz al salese, (Erbîl ـ minşurat Aras lil tebae wal neşir ـ matba'a wezara al terbiye 2005), sahife 1255 - 1928.

10 - Cebar Cebarî, Tarîx al sahafiye al Kurdiye fî al Iraq, (Bexdad ـ mudîriye al seqafiye al Kurdiye al am -  matba'a alam 1975) - sahife 54.

11 - Cercîs Fethula al muhamî, al Iraq fî a'had qasim ara we xwatir 1958 - 1988, al cuz al sanî, (al Swêd ـ dar Nebez lil taba'a wal neşir 1989), sahife - 666 - 668.

12 - Cercîs Fethula, recal wuqay' fî al mîzan, (Beyrut ـ dar aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012), sahife -  sahife 9, 10, 19, 20, 101, 431.

13 - Cercîs Fethula, mebhusan a'lî hamiş Suriye al şîx A'bîdalle al nehrî, al taba'a al saniye, (Erbîl ـ dar Aras lil teba'a wal neşir 2010), sahife 199.

14 - Cercîs Fethula, muxamire al Kuweyt al wece wal xilafiye, al cuz al awal, (Stockholm 1991), sahife 374.

15 - Cercîs Fethula, Nazarat fî al qewmiye al Arabiye hetî alam 1970, al cuz al awel, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012), sahife 585.

16 - Cercîs Fethula, Muxamara al Kuweyt al wece wal xilafiye, al cuz al sanî, (Stockholm 1991) - sahife - 375, 702.

17 -  Cercîs Fethula, nazarat fî al qewmiye al A'rabiye hetî alam 1970, al cuz al sanî, (Erbîl ـ dar Aras lil teba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012), sahife - 597 - 1196.

18 - Cercîs Fethula, nazarat fî al qewmiye al Arabiye hetî alam 1970, al cuz al raba'a, (Erbîl ـ dar Aras lil teba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) - sahife 1893 - 2300.

19 - Cercîs Fethula, nazarat fî al qewmiye al A'rabiye hetî alam 1970, al cuz al xamis, (Erbîl ـ dar Aras lil teba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) - sahife 2390 - 2784.

20 - Cercîs Fethula, qeziye al Kurd, (Erbîl ـ dar Aras lil teba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) - sahife 10 - 701.

21 - Cercîs Fethula, Hişyarbûna Kurd di dîroka siyasî 1900 - 1925, wergera Hesen Caf, beşa yekem, (Dihok ـ Dezgeha Lêkolîn û Belavkirina Mukriyanî ـ çapxaneya Xanî 2009), rûpel 9 - 10 - 344.

22 - Cercîs Fethula, Hişyarbûna Kurd di dîroka siyasî 1900 - 1925, wergera Hesen Caf, beşa duyem, (Dihok ـ Dezgeha Lêkolîn û Belavkirina Mukriyanî ـ çapxaneya Xanî 2009), rûpel 345 - 752.

23 - Cemal Nebez, bîranînnameya wan rojên careke din venagerin, (Silêmanî ـ çapxaneya Şivan 2017) rûpel 371.

24 - Husen Latîf Al Zebîdî, musu'a al ahzab al Iraqiye, (Beyrut ـ Mesese al arif lil matbuat 2007), sahifa 481.

25 - Dana Admiz Şimdit, rahla alî recal şucan fî Kurdistan, tercume we ta'lîq Cercîs Fethula, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012), sahife 352.

26 - Dana Admiz Şimdit, rahla alî recal şucan fî Kurdistan, tercume we ta'lîq Cercîs Fethula, al tab'a al saniye, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir ـ matba'a wezara al terbiye 1999) sahife 464.

27 - W. I. Wîxram û Adgar. T. I. Wîxram, mehed al beşeriye, tercume Cercîs Fethula, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) sahife 446.

28 - W. I. Wîgram û Adgar. T. I. Wîgram, mehed al beşeriye al heyat fî şerq Kurdistan, tercume Cercîs Fethula al muhamî, (Bexdad ـ minşurat şarkiye dar al Arabiye al alamiye lil neşir we al tawzî'a ـ matba'a al zeman 1971) sahife 371.

29 - W. I. Wîgram û Adgar. T. I. Wîgram, mehed al beşeriye al heyat fî şerq Kurdistan, tercume Cercîs Fethula, al taba'a al Arabiye, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir 2010), sahife 349.

30 - Dîroka xulên kadîrên Partî, ji çiya heta bajar, (Hewlêr ـ Navenda Lêkolîn û Nirxandin û Akademiya Partî ـ çapxaneya Rojhilat 2019) rûpel 19 - 22 - 26 - 32 - 34 - 45.

31 - Rizgar Nurî Şaweys, Asdirna Xebat sira fî Bexdad aba'd ta'tîlha, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al muhed, al a'dad 922, Erbîl, al cum'a 30 nîsan 1999, sahife 8 - 9.

32 - Rînye Murîîs, Kurdistan aw almut, tercume we ta'alîq Cercîs Fethula al muhamî, (London ـ Kurdolojiya 1986), sahife 143.

33 - Reîs al meclis al watanî lil Kurdistan al Iraq yesteqbel al astaz Cercîs Fethula, cerîde Xebat, lisan hal al hizb al demoqratî al Kurdistanî, al a'dad 998, Erbîl, al cum'a 20 tişrîn al awal 2000, sahife 2.

34 - Serokê Parlemena Kurdistanê pêşwaziya kesayetiyê niştiman perwer rêzdar Cercîs Fethulla dike, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê ـ Yekgirtî, jimare 2821, Hewlêr, dûşema, 26 ê nîsana 1999 rûpel 1.

35 - Seîd Nakam, bîranînên Seîd Nakam, (Hewlêr ـ belavkirinên Aras 2003) rûpel 235.

36 - C. G.  Admondz, Kurd û Tirk û Arab, tercume Cercîs Fethula, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a û al neşir we minşurat al cemal 2012) sahife 623.

37 - Al Seyîd Al Barzanî yenîb wefda lil muşarike fî matm al a'za al muqame a'lî ruh al feqîd al a'zîm aî alle al a'zamî al seyîd Muhsin al Hakîm, cerîde al taxî, al a'dad 461, Bexdad, matba'a dar al cahiz, al sabt, 13 hezîran 1970 sahife 5.

38 - Seyîd Alî Mucanî, Sulmaz Sediqî, al he na'mtî û ...، ferheng recal û xandanhay masir Iraq, (Tehran ـ naşir A'zam - 1392 şemsî) sahife 303.

39 - Sîr Tomas Arnold, teras al asalam, A'rbe we a'laq hewaşiye Cercîs Fethula, al cuz al awal, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) sahife 360.

40 - Sîr Tomas Arnold, teras al asalam, A'rbe we a'laq hewaşiye Cercîs Fethula, al cuz al sanî, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) sahife 319.

41 - Şa'aban Seyîd Mihemed, Ez û hevirkî û pêlêt xema, (Dihok ـ çapxana kolêja Şerîê 2000) rûpel 42.

42 - Şiwan Husên Şînk Balekî, Cewher Namiq Salim 1946 - 2011 jiyan û berhem û rola siyasî, zanîngeha Soran Fakulteya Adab, beşa dîrok 2016 (masternameya belavnekirî) rûpel 207.

43 - Sabah Mehdî Ramîz, sahafa al a'had al mulkî, (Beyrut ـ muesese mesir mertezî lil kitab al Iraqî 2010) sahife 58.

44 - Tîb al kîşkî, muhatat muxtariye min sewre Eylul 1961, (Dihok ـ matba'a muhafaza Dihok 2017) rûpel 35.

45 - Adil Xefurî Xelîl, ahzab al marza al a'lanî fî al Iraq 1946 - 1954, (Bexdad ـ al mektebe al alamiye - matba'a awfesît al antisar 1984) sahife - 88.

46 - Abdalcebar Abdumustefî, tecrube al a'mal al cebhiye fî al Iraq bîn 1921 - 1958, (Bexdad ـ dar al huriye lil taba'a - 1978) sahife 129.

47 - Abdalhamîd Derweş, azwa a'lî al hereke al Kurdiye fî Suriya, al taba'a al salasa, (al Silêmaniye - muesese markrît we muesese Cemal Irfan ـ matba'a kemal 2013), sahife 157.

48 - Abdalrezaq al Husnî, tarîx al uzarat al Iraqiye, al cuz al sab'a, al taba'a al sab'a, (Bexdad ـ dar al şown al seqafiye al am - 1988) sahife - 41.

49 - Abdalfetah Alî al Botanî, dirasat wem bahs fî tarîx al Kurd wal Iraq al masir, (Erbîl ـ dar Spirêz lil taba'a wal neşir ـ matba'a Hacî Haşim 2007), sahife 436.

50 - Abdalftah Alî al Botanî, safhat min al zakire al musliye" mecmu'a meqalat we muqabilat we muwazî' a'n tarîx al Musil al qarîb", (Erbîl ـ al akademiye al Kurdiye - matba'a cami'a Selah aldîn, 2017), sahife 335.

51 - Abdalmecîd Şewqî al Bakirî, al mullhema al museliye fî al mexazî al şîwîa, (Musil ـ matba'a al cumhurî 1923) sahife 26 - 75 - 76.

52 - Ferhad Hacî, Ansiklopediya û ferhenga zîndî ya Kurdistanê Cercîs Fethula, kovara Hêzil, jimare 9, havîna 2008 - rûpel 19 - 27.

53 - Faysal al Debax, keşf bîbloxrafî lil ceraed we al mucalat al Kurdiye, al qism al awal, mucele Gulan al Arabî, al a'dad 11, muesese Gulan al a'lamiye, Erbîl, matba'a Wezara Al Saqafiye 25 nîsan 1997 - sahife - 57.

54 - Qerar meclîs qiyade al sewre reqim 714, cerîde al weqae' al Iraqiye, Wezara Al Saqafiye û al a'lam fî al Iraq, al a'dad - 1896, al sana al saniye a'şra, Bexdad, al ahad, 5 temuz 1970 sahife 4.

55 - Qerar meclîs qiyada al sewre reqim 958, cerîde al weqae' al Iraqiye, Wezara al a'lam fî al Iraq, al a'dad 1915, al sana al salasa a'şra, Bexdad, al xemîs, 3 Eylul 1970 - sahife 2.

56 - Letîf Nadir Rewandizî, girîngiya dezgeha zanyarî ya Kurdistanê li şoreşa mezina Eylûla netewayetiyê da, kovara Gulan, jimare 132 - Hewlêr, 2 ê Tebaxa 1997 - rûpel 46.

57 - Mam Celal, Xebat ji çi ve ‌hat û çaw bû bi organa Partî? û çawa birêve diçû? Kovara Xak, jimare 55, sala pêncem, Silêmanî, çapxaneya ofseta Dilêr, 10 ê kanuna duyema 2002 û rûpel 5.

58 - Mehmud Fehîmî Derweş we Mustafa Cewad û Ahmed Suse, Delîl al cumhuriye al Iraqiye lisan 1960 - Bexdad ـ Wezara Al Arşad ـ dar matba'a al tamdin 1961 - sahife 448.

59 - Mihemed Elî Îsmaîl, Bîranînên min heftih sal temen û zêdetirê nîv sedsala xebatê, (bê cîh 2019) rûpel 56.

60 - Mesûd al Barzanî, al Barzanî wal hereke al tehririye al Kurdiye, al muceled al sales, (Erbîl ـ matba'a Wezara Al Terbiye - 2002) - sahife 253 - 393.

61 - Mustafa Nerîman, ferhenga edîb û nivîskarên Kurd, (Bexda ـ Emîndarêtiya Giştî Rewşenbîrî û Lawan ـ çapxaneya Esed 1986) rûpel 32.

62 - Mela Faruq Şiwanî, hemû Kurd, bergê yekem, (Hewlêr ـ çapxaneya rewşenbîrî 1997) rûpel 66.

63 - Mehdî Mihemed Qadir, pêşhatên sîyasî yên Kurdistana Iraqê 1945 - 1958 - (Silêmanî ـ Navenda Lêkolîniya Stratejiya Kurdistanê 2005) - rûpel 188.

64 - Mîhvan Mihemed Husên, mewqif Brîtanya min al qeziye al Kurdiye fî al Iraq 1975 - 1980 (Bîdun mekan ـ merkez Zaxo lil dîrasat al Kurdiye 2018) û sahife 324 - 325 - 343.

65 - Newzad Alî Ahmed, sahafa al hizb al demoqratî al Kurdistanî xaric al watan, (al Silêmaniye - muesese Jîn lahya al teras al wesaeqî wal sahafî al Kurdî 2010) - sahife 33.

66 - Henry Fîld, cunub Kurdistan dîrasa antropolojiye, tercume Cercîs Fethula, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) - sahife 422.

67 - Henry Fîld, cunub Kurdistan, neqle alî al Arabiye, Cercîs Fethula, (Erbîl ـ dar Aras ـ matba'a al terbiye 2001) - sahife - 3 - 298.

68 - Hevpeyvîn : Azad Ebdulwahîd, Dirwêney Rojekanî Zîwer Xetab, (Hewlêr ـ çapxaneya Rojhilat - 2019) - rûpel 57.

69 - Welyam Ayxeltin Al abin, Cumhuriye Mehabad ـ Cumhuriy 1946 al Kurdiye, tercume we ta'alîq Cercîs Fethula, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012) - sahife 1 - 17 - 18 - 83 - 84 - 88 - 89 - 91 - 98 - 100 - 101 - 232.

70 - Welyam Şayerr, qiyam we suqut al rayx al salas, tercume Cercîs Fethula, al cuz al awal, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012), sahife - 1 - 830.

71 - Welyam Şayerr, qiyam we suqut al rayx al salas, tercume Cercîs Fethula, al cuz al sanî, (Erbîl ـ dar Aras lil taba'a wal neşir we minşurat al cemal 2012), sahife - 837 - 1614.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir