Reşîd Bacelan
Yasanas û siyasetmedar Reşîd Îsmaîl Axa, bi navê Reşîd Bacelan hatiye nas kirin. Di salên dawiya 1930 û 1940 an de wekî Endam û Damezrêner û Serkirde beşdariya çendîn komele û partiyan de kiriye.
Agahiyên bêtirYasanas û siyasetmedar Reşîd Îsmaîl Axa, bi navê Reşîd Bacelan hatiye nas kirin. Di salên dawiya 1930 û 1940 an de wekî Endam û Damezrêner û Serkirde beşdariya çendîn komele û partiyan de kiriye.
Agahiyên bêtirSiyasetmedar Reşîd Arif Ebdulrehman Osman, bi navê (Reşîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1956 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re û di sala 1961 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye. Di sala 1966 û li kongreya heftem da bi Berpirsê Desteya Çavdêrî û bi Dûvdaçûnê hatiye hilbijartin.
Agahiyên bêtirEbdulqadir Ezîz Mihemed Qadir, bi navê (Qadir Cebarî), hatiye nas kirin ku fermande û siyasetmedar bûye. Di sala 1970 li kongreya heştem bi endamê yedegê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Agahiyên bêtirYasanas û siyasetmedar Piştîwan Sadiq Ebdula, bi navê (Piştîwan Xoşnaw), hatiye nas kirin. Di sala 1986 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê ve kiriye. Di sala 2010 an de li Kongreya Sêzdehem da bi Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.
Agahiyên bêtirEfser û siyasetmedar Murad Ezîz, bi navên (Dr Murad, Serwan Murad Rizim Awer, Sergurd Murad Rizim Awer û Murad Rehberî), hatiye nas kirin. Di sala 1941 an de efserê artêşa Îranê ya li Urmiyê bû.
Agahiyên bêtirSiyasetmedar Mistefa Kerîm Xefur, bi navê (Mistefa Hemamçî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de bûye Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd, paşê ji partiyê derketiye û amade nebûye biryar û raspardeyên partiyê bi cîh bike.
Agahiyên bêtirEfser û aborînas û siyasetmedar Mihemed Musa Sadiq, bi navê (Mihemed Feylî), hatiye nas kirin. Di sala 1950 an de li yekemîn konferansa Bexdayê de ji aliyê nûnerên konferansê ve bi Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd hatiye hilbijartin.
Agahiyên bêtirEbdulmecîd Cercîs Mihemed Mistefa, bi navên (Mecîd Efendî û Mecîd Etruşî), hatiye nas kirin. Di sala 1964 endamê encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê bûye û li dawiya sala 1964 an ji aliyê nivîsîngeha bi cîh kariyê (Al Mekteb Al Tenfîzî) encûmena serkirdayetiya şoreşa li Kurdistana Iraqê ve wekî Qaymeqamê Şêxan ya li tixûbê parêzgeha Musilê hatiye destnîşan kirin.
Agahiyên bêtirSiyasetmedar Îsmaîl Arif Ebdul Xefur Hacî Elî, bi navên Simko ـ Serbest hatiye nas kirin. Di sala 1947 û piştî şikesta Komara Demokratîka Kurdistanê li jêr fermandeyî ya General Mistefa Barzanî (1903 - 1979) da...
Agahiyên bêtirHesen wesman Hesen, di sala 1969 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û heman salê de bûye Pêşmerge. Di sala 1974 li gundê Dergele ji ber topbarana rejîma Iraqê hatiye şehîd kirin.
Agahiyên bêtirÎbrahîm Mihemed Silêman Ehmed, Pêşmergeyê şoreşa Gulanê bûye û di sala 1984 an de li encamdana çalakiyeke partîzanî de ji aliyê serok cehşek ve hatiye destgîr kirin û piştî heft mehan zîndanî kirina li girtîxaneya Ebu Xerîb de hatiye sêdare dan.
Agahiyên bêtirÎbrahîm Tofîq Ehmed Kake, kadir û Pêşmergeyê şoreşa Gulan û raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê bûye û li jiyana Pêşmergeyetiyê de du caran birîndar bûye û di sala 1991 an de li azad kirina bajarê Kerkûkê de fîşek li ber ketiye û şehîd bûye.
Agahiyên bêtir