Kerîm Şingalî

Yasanas û siyasetmedar Ebdulkerîm Sultan Ebdula, bi navên (Kerîm Şingalî, Hesen, Hesen Şingalî), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...


Yasanas û siyasetmedar Ebdulkerîm Sultan Ebdula, bi navên )Kerîm Şingalî, Hesen, Hesen Şingalî(, hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1976 an de li konferansa Berlînê de bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di sala 1979 an de endamê lîjneya amadekarê kongreya nehem ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di sala 1993 li kongreya 11. da bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtî de hatiye hilbijartin. Di salên ( 1993 - 1994 ) an de Birêveberê Asayîşa Giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 1999 û li kongreya 12. da endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li salên 2001, 2006, 2009, 2012 û 2014 û li kabîneyên çarem, pêncem, şeşem, heftem û heştem de bi Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m de bi endamê encumena serkirdayetiyê û paşê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Piştî damezrandina kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêwirmend li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hatiye dest nîşan kirin.


Jiyanname

Ebdulkerîm Sultan Ebdula di sala 1950 an de li bajarê Musilê ji dayik bûye‌. Di sala 1971 an de bekaloryosê li beşa yasa li kolêja yasa û ramyarî ya zanîngeha Bexda yê wergirtiye. Di salên ( 1971 - 1973 ) li bajarê Bexda yê bi pîşeya parêzeriyê re mijûl bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê we‌latê Îranê bûye û bûye endamê lîjneya serpereştê koçberên Başûrê Kurdistanê li welatê Îranê û di sala 1976 an de wekî penaber li Ewrupa jiyaye.

 

Li salên2001, 2006, 2009, 2012 û 2014 û li kabîneyên çarem, pêncem, şeşem, heftem û heştem de bi Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin û piştî damezrandina kabîneya nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şêwirmend li Serokayetiya Herêma Kurdistanê de hatiye dest nîşan kirin. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Farisî û Îngilîzî ye.

 

Xebatname

Ebdulkerîm Sultan Ebdula di sala 1967 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1969 an de endamê navçe bûye li lîjneya navçeya Bexda ya ser bi lîjneya leqa Pênc ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li Adara 1973 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.‌

 

Li meha nîsana sala 1975 an de ji aliyê Mesûd Barzanî ve ji bo amadekarî kirina Şoreşa Gulanê hatiye raspartin û li dawî ya heman mehê da ji aliyê Mesûd Barzanî ve bi çar kesayetiyên din da hatiye vexwendin heta li yekemîn civîna serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê da li derveyê bajaroka Nexede li Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta berdewambûna li berxwedan û berevaniyê de beşdar bibin‌.

 

Di sala 1975 an de ji ber eşkere bûna wî ji aliyê dezgeha Sawak ya Îranê (Saziman Atlaat û Amniyetî Kişwer) bi hevrêyî ya parêzer Cewher Namîq Salim ( 1946 - 2011 ) bi qaçaxî xwe gihandiye Bakûrê Kurdistanê û ji wir ve jî çûye Başûrê Kurdistanê.

 

Di sala 1976 an de li konferansa Berlînê de bûye endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di heman salê de li rêya Bakûrê Kurdistanê re û bi hevkariya Kurdên Bakûr bi taybetî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Tirkiyê ve xwe gihandiye binkeyên hêzên Pêşmerge ya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê. Di sala 1977 an de bi navê nihênî Hesen û Hesen Şingalî ve beşdariyê li rêzên hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê da kiriye û bûye Cîgirê berpirsê herêma yek ya serkirdayetiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

 

Di sala 1979 an de ji karê partiyetiyê xwe dûr xistiye û di sala 1981 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Gelê Kurdistanê re kiriye. Di sala 1990 û piştî vegerana wî ya li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi endamê lîjneya rêxistina navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û di sala 1991 ji bo Mekteba Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye veguhestin. Li Adara 1992 an de bi nûnerayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê Bereya Kurdistanî ve bi endamê lîjneya bilinda hilbijartina Encûmena Niştimaniya Kurdistanê hatiye destnîşan kirin‌.

 

Li kongreya 11. ya di sala 1993 û kongreya 12. ya di sala 1999 bi endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê - Yekgirtî hatiye hilbijartin. Di salên ( 1993 - 1994 ) Birêveberê Asayîşa Giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Di sala 2010 û li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiyê hatiye hilbijartin û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê de bûye endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Çavkanî:

1- Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

2- Hebîb Mihemed Kerîm, tarîx al hizb al demoqratî al Kurdistanî ـ al Iraq (fî muhatat reîsiye) 1946 - 1993 ( Dihok ـ matbaa Xebat 1998).

3- Şe'ban Elî Şe'ban, hinek zanyariyên siyasî û dîrokî, çapa sêyem, ( Hewlêr ـ Çapxaneya Rojhilat 2013 ).


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir