Elî Ewnî

Siyasetmedar Elî Ewnî Nî'met Mihê, di sala 1984 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye...


Siyasetmedar Elî Ewnî Nî'met Mihê, di sala 1984 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1999 an de nûnerê kongreya 12 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.‌

 

Jiyanname

Elî Ewnî di sala 1967 an de li bajarê Zaxo ji dayik bûye. Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re koçberê welatê Îranê bûne û xwendina seretayî û amadehiyê li wir temam kiriye û di sala 1991 an de piştî raperîna Başûrê Kurdistanê begeriya ye niştiman. Di sala 2003 an de bawernameya mastera edebiyata Kurdî li zanîngeha Selahedînê bi dest ve aniye. Şarezayê zimanên Kurdî (her çar zaravayên Kurmancî, Soranî, Lurî, Goran), Farisî, Îngilîzî û Erebî ye.


Xebatname

Elî Ewnî di sala 1984 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û di sala 1985 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1993 û li kongreya heştem ya qutabiyan da bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 1994 an de bûye berpirsê leqa Dihok - Nînowa ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê. Di sala 1998 an de li kongreya nehem ya qutabiyan da bi endamê lîjneya raperandinê hatiye hilbijartin û paşê ji aliyê endamên lîjneya raperandinê ve bi Sekreterê Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1999 an de nûnerê kongreya 12. ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bûye. Di sala 2001 an de kargêrê lîjneya leqa 8 ya Zaxo bûye. Di sala 2005 an de bûye berpirsê leqa 8 ya Zaxo. Di sala 2007 an de berpirsê mekteba navendî ya rêxistinên cemawerî bûye. Di sala 2010 an de bûye berpirsê Peymangeha Kadîrên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.‌

 

Berpirsê lîjneya leqa bîst ya Şêxanê bûye li salên ( 2011 - 2017 ), berpirsê lîjneya leqa 10 ya Soran 2017 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û niha (2022) berpirsê lîjneya leqa 8 ya Zaxo ye.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir