Elî Hisên

Yasanas û siyasetmedar Elî Hisên Ehmed, bi navê (Elî Surçî), hatiye nas kirin. Di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yazdehem ya di sala 1993 û diwazdehem ya di sala 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye...


Yasanas û siyasetmedar Elî Hisên Ehmed, bi navê (Elî Surçî), hatiye nas kirin. Di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên yazdehem ya di sala 1993 û diwazdehem ya di sala 1999 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Elî Hisên di sala 1966 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Di sala 2001 an de bekaloryosa yasa li zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê wergirtiye. Şarezayê her du zimanên Kurdî û Erebî ye.


Xebatname

Elî Hisên di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Di sala 1991 an de peywendiyê bi hêzên Pêşmerge ya lîjneya leqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye û li raperîna Başûrê Kurdistanê da beşdar bûye. Nûnerê kongreyên 11. ya di sala 1993 û 12. ya di sala 1999 an ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin. Di sala 2022 an de li kongreya 14. da bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hatiye hilbijartin û bûye berpirsê mekteba rêxistinê parêzgeha Silêmaniyê.

 

Di sala 1994 an de berpirsê lîjneya navçeya Herîr û di sala 2001 an de berpirsê lîjneya navçeya Şeqlawe ya ser bi ‌lîjneya leqa du bûye. Di sala 2004 an de bûye kargêrê lîjneya leqa 16. Di salên (2005 - 2011) an de berpirsê lîjneya leqa deh ya Soran bûye û di sala 2013 an de bûye berpirsê lîjneya leqa du ya Hewlêrê. Di sala 2017 an de bûye berpirsê mekteba peywendiyên Kurdistan û Iraqê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Samî Ebdulrehman

Endezyar û siyasetmedar Mihemed Mehmûd Ebdulrehman Xidir, ku bi navên (Samî, Samî Ebdulrehman, Salih û Dara), dihat nasîn, di sala 1957 an de bû endamê Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê. Di sala 1966 an de bû endamê Encûmena Serkirdetiya Şoreşa Kurdistana Iraqê.

Agahiyên bêtir

Salih Yûsifî

Salih Ebdullah Necmedîn Teha, bi navên (Seyda Salih - Salih Yûsifî) tê naskirin, nivîskar, rojnamevan, helbestvan û siyasetmedar bû. Di sala 1939 an de endamê Partiya Hîwa (Hêvî) ya Kurd bû. Di sala 1945 an de tevlî refên Partiya Rizgarî ya Kurd bû. Di sala 1946 an de di kongreya yekem de wekî endamê Komîteya Cîbicîkar a Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurd hat hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Salih Ruşdî Tahir

Salih Ruşdî Tahir, di sala 1946 an de li bajarê Mûsilê tevlî rêzên Partiya Dêmokrata Kurd bûye. Di sala 1950 an de ji aliyê nûnerên konferansê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurd (Konferansa Yekemîn a Bexdayê) hate hilbijartin. Di 30 ê Hezîrana 1959 an de li konferansa duyemîn a Bexdayê, ji ber çeprewiya xwe, endametiya wî ya serkirdatiyê hate rawestandin. Di sala 1959 an de ji aliyê nûnerên Kongreya Çaremîn Bi praniya dengan a Nonerên Kongreyê ve ji ber çeprewiya xwe ji rêz

Agahiyên bêtir

Ebdullah Agrîn

Ebdullah Ezîz Xalid Mihemed, bi navê (Ebdullah Agrîn), tê naskirin, siyasetmedar û akademîst e. Di sala 1959an de tevlî refên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1974 an de tevlî refên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1993 an de piştî yekbûna çaremîn, ji aliyê nûnerên kongreyê ve wekî endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê – Yekgirtî (Kongreya Yazdemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Dr Elî Baba Şawês

Elî Baba Îsmaîl Heqî Elî Resûl, ku bi navên (Dr Elî Baba, Dr Elî û Xale Doktor), tê naskirin, di sala 1957 an de tevlî rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê) bûye. Di sala 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (Kongreya Dehemîn a Partiya Dêmokrat a Kurdistanê) hatiye hilbijartin. Di sala 1989 an de berpirsê duyemîn ê Komîteya Şaxa (Leqa) Çaran bûye.

Agahiyên bêtir