Ebdulxaliq Ebdulselam Babîrî

Dîroknas û siyasetmedar Ebdulxaliq Ebdulselam Mistefa, bi navê (Ebdulxaliq Babîrî), hatiye nas kirin. Di sala 1972 an de peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê re kiriye...


Dîroknas û siyasetmedar Ebdulxaliq Ebdulselam Mistefa, bi navê (Ebdulxaliq Babîrî ), hatiye nas kirin. Di sala 1972 an de peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê re kiriye. Nûnerê kongreyên dehem 1989, yazdehe‌m 1993, diwazdehem 1999 an bûye û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Berpirsiyariya her yek ji leqên neh ya Akrê 2004, heşt ya Zaxo 2009 û yek ya Dihok 2011 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye.


Jiyanname

Ebdulxaliq Babîrî, di sala 1956 an de li gundê Babîr ya ser bi qeza Amêdî ya ser bi parêzgeha Dihokê ji dayik bûye.


Xebatname

Ebdulxaliq Babîrî di sala 1972 an de peywendiyê bi rêzên şoreşa Eylûlê re kiriye. Di sala 1976 piştî destpêkirina Şoreşa Gulanê careke din peywendiyê bi rêzên şoreşê re kiriye. Li navbera salên ( 1982 - 1988 ) an de beşdariya zêdetirê şerên li devera Behdînan ya li dijî Hikûmeta Be'es ya Iraqê de kiriye. Hinek ji wan şerê Kanî Masê, şerê Dêreluk, şerê Firokxaneya Bamernê û şerê Sutkê, di salên ( 1983 - 1987 ) berpirsê lîjneya navçeya Amêdî ya ser bi leqa yek ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.

 

Di sala 1988 an de piştî êrîşa rejîma Be'es ya ser navçeyên Behdînan û destpê kirina qonaxa heştem ya Enfalê koçberî welatê Tirkiye bûye û paşê çûye welatê Îranê. Nûnerê kongreyên dehem 1989, yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an bûye û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Di sala 1991 an de piştî serkeftina raperîna Başûrê Kurdistanê, vegeriya ye û bûye berpirsê lîjneya navçeyên Sêmêl û Zaxo ya ser bi leqa yek Partiya Demokrata Kurdistanê. Berpirsiyariya her yek ji leqên neh ya Akrê 2004, heşt ya Zaxo 2009 û yek ya Dihok 2011 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye.

 

Di sala 1997 bûye Fermandeyê Artêşa Çardeh ya Zaxo û di sala 2014 an de piştî êrîşa hêzên çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şam ( Da'îş ) ya li ser navçeyên Herêma Kurdistanê, çûye bereyên şer û erkê serpereştiya mîhwerê Telesqof ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê wergirtiye.


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir