Elî Teter Nêrweyî

Akademî û siyasetmedar Elî Teter Tofîq Mihemed Emîn, bi navên (Dr Elî Teter û Dr Elî Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê re û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye...


Akademî û siyasetmedar Elî Teter Tofîq Mihemed Emîn, bi navên (Dr Elî Teter û Dr Elî Nêrweyî), hatiye nas kirin. Di sala 1982 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Di sala 1993 an de nûnerê kongreya 11. bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Elî Teter di sala 1968 an de li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Di sala 2000 an de bekaloryosa dîrokê li zanîngeha Dihokê wergirtiye û di sala 2002 masterê li dîroka Kurd li beşa dîrokê ya heman zanîngehê de bi dest ve aniye û di sala 2008 an de bawernameya doktorayê li dîroka hemdem da wergirtiye û niha nasnavê zanistê profesoriyê heye. Di sala 2020 an de bûye parêzgerê parêzgeha Dihokê. Şarezayê zimanên Kurdî, Farisî, Erebî û Îngilîzî ye.


Xebatname

Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê bi malbata xwe re koçberî welatê Îranê bûye. Di sala 1986 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye û di sala 1988 an de wekî Pêşmerge beşdariyê li destana Xwakurk ya li dijî hêzên artêşa Iraqê da kiriye. Di sala 1991 an de beşdariyê li azad kirina bajarê Dihokê da kiriye.

 

Di sala 1993 an de nûnerê kongreya 11. bûye û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li kongreyên 9. ya di sala 1998 û 10. ya di sala 2001 ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê da bi endamê lîjneya raperandinê hatiye hilbijartin û bûye berpirsê leqa Dihok - Nînowa ya rêxistina navbihurî. Di salên ( 2002 - 2010 ) bi pleya Emîd Birêveberê Dihokê ya Ajansa Parastina Asayîşa Kurdistanê bûye û di salên ( 2003 - 2006 ) an de beşdariyê li şerê dijî bi terorê ya li tixûbê parêzgeha Musilê da kiriye. Di salên ( 2011 - 1017 ) an de berpirsê leqa 10 û di sala 2017 an de berpirsê leqa 8 ya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir