Îzedîn Berwarî

Siyasetmedar Îzedîn Mihemed Ebdula Mihemed, bi navê (Îzedîn Berwarî), hatiye nas kirin. Heta destpêka sala 1985 li beşa rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kar kiriye. Li kongreyên dehem ya di sala 1989 û 11. ya di sala 1993 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...


Siyasetmedar Îzedîn Mihemed Ebdula Mihemed, bi navê (Îzedîn Berwarî), hatiye nas kirin. Heta destpêka sala 1985 li beşa rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kar kiriye. Li kongreyên dehem ya di sala 1989 û 11. ya di sala 1993 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û paşê pileya endamê mekteba siyasî wergirtiye. Di sala 1999 an de li kongreya 12. da bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiyê û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da jî bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Îzedîn Berwarî di sala 1952 li bajarê Dihokê ji dayik bûye. Şarezayê zimanên Kurdî û Erebî ye.


Xebatname

Îzedîn Berwarî heta destpêka sala 1985 li beşa rêxistina Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kar kiriye û paşê bûye endamê beş ya li mekteba peywendiyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Lubnanê û berpirsê mekteba Qamîşlo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Li dawî ya sala 1987 an de bi kargêrê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin û li‌ dawî ya sala 1995 an de bûye berpirsê lîjneya leqa yek û di sala 2005 bûye berpirsê lîjneya leqa çar ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê‌.

 

Li kongreyên dehem ya di sala 1989 an û 11. ya di sala 1993 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û paşê pileya endamê Mekteba Siyasî wergirtiye. Di sala 1999 an de li kongreya 12. da bi endamê komîteya navendî hatiye hilbijartin. Di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetiyê û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da jî bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin.


Çavkanî:

Arşîva Desteya Însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir