Beyan Samî Ebdulrehman

Rojnamevan û siyasetmedar Beyan Mihemed Mehmud Ebdulrehman, bi navên (Beyan Ebdulrehman û Beyan Samî Ebdulrehman), hatiye nas kirin. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endama encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


Rojnamevan û siyasetmedar Beyan Mihemed Mehmud Ebdulrehman, bi navên Beyan Ebdulrehman û Beyan Samî Ebdulrehman hatiye nas kirin. Di sala 2010 an de li kongreya sêzdehem da bi endama encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.

 

Jiyanname

Beyan Samî Ebdulrehman, di sala 1965 li bajarê Bexdayê ji dayik bûye. Bekaloryosa dîrokê ji zanîngeha Londonê û dîploma rojnamevaniyê wergirtiye. Di sala 1988 an de dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û li rojnameyên The Observer û Financial Times de wekî rojnamevan kar kiriye û Cîgira Berpirsê Beşa Lêkolîniya Rojnameya Financial Times bûye. Di sala 2005 an de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li welatê Brîtanya û di sala 2014 an de Nûnera Hikûmeta Herêm‌a Kurdistanê ya li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka yê bûye. Zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Japonî û Farisî dizane.

 

Xebatname

Di sala 1974 an de bi malbata xwe re wekî penaber li welatê Îranê jiyane û di sala 1976 çûye Şahnişîna Yekgirtiya Brîtanya û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endama encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir