Fazil Mîranî

Yasanas û siyasetmedar Fazil Mutnî Elîxan, bi navê (Fazil Mîranî), hatiye nas kirin. Di sala 1966 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên heftem ya di sala 1966, heştem ya di sala 1970 an bûye.


Yasanas û siyasetmedar Fazil Mutnî Elîxan, bi navê (Fazil Mîranî), hatiye nas kirin. Di sala 1966 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên heftem ya di sala 1966, heştem ya di sala 1970 an bûye û li kongreyên nehem ya di sala 1979, dehem ya di sala 1989, yazdehe‌m ya di sala 1993 û 12. ya di sala 1999 an de bi endamê komîteya navendî û paşê bi endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin û di sala 2010 an de li kongreya 13. da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi sekreterê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Li kabîneyên sêyem û çarem da Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê bûye û di sala 1997 an de li kabîneya sêyem da bûye Cîgirê Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet. Hilgirê madalya Barzanî yê Nemir e.

 

Jiyanname

Fazil Mîranî di sala 1948 an de li bajarê Musilê ji dayik bûye. Di sala 2000 an de bekaloryosa yasay ji kolêja maf ya li zanîngeha Selahedîn - Hewlêrê wergirtiye. Li kabîneyên sêyem û çarem da Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê bûye û di sala 1997 an de li kabîneya sêyem da bûye Cîgirê Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet. Şarezayê zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî ye.


Xebatname

Fazil Mîranî di sala 1966 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreyên hefte‌‌m ya di sala 1966 û heşte‌‌m ya di sala 1970 an bûye û li kongreyên nehem 1979, dehem 1989, yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî û paşê endamê mekteba siyasî hatiye hilbijartin û di sala 2010 an de li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetî û li yekemîn civîna encumena serkirdayetiyê da bi Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 2022 an de li kongreya 14. de bi endamê komîteya navendî û li yekemîn civîna komîteya serkirdayetiyê de bi sekreterê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. 

 

Di dema kar kirinê da li rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, çendîn erk û berpirsiyariyan wergirtiye. Wekî: kargêrê lîjneya leqa yek 1970, Berpirsê lîjneya navçeya Akrê ya ser bi lîjneya leqa yek 1972, kargêrê lîjneya leqa sê 1973, endamê mekteba rêxistinê 1975, kargêrê lîjneya leqa 7 ya Amerîka 1977, berpirsê mekteba rêxistinê 1979, berpirsê lîjneya leqa yek 1991, sekreterê mekteba siyasî 2004.

Di sala 1975 an de piştî şikesta şoreşa Eylûlê koçberê welatê Îranê bûye û heman salê ji aliyê heval Mesûd Barzanî ve bi mebesta amadekariya Şoreşa Gulanê peywendî pêre hatiye kirin. Di sala 1977 an de wekî penaber li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka yê jiyaye.

 

Di sala 1988 an de bi endamê nivîsîngeha bi cîh kar ya Bereya Kurdistanî hatiye hilbijartin û li heman salê da beşdariya destana Xwakurk ya li dijî artêşa Iraqê da kiriye. Di sala 1991 an de serpereştiya raperîna Başûrê Kurdistanê ya li devera Behdînan de kiriye û berpirsê bereya Kurdistanî ya li Musil - Dihokê bûye.

 

Li kabîneyên sêyem û çarem da Wezîrê Navxweya Herêma Kurdistanê bûye û di sala 1997 an de li kabîneya sêyem da bûye Cîgirê Serokê Encumena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet.

 

Di sala 2010 an de ji ber xebat û berxwedana wî ya li şoreşa Eylûl, şoreşa Gulan, raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve madalya Barzanî yê Nemir wergirtiye.


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir