Arif Teyfur

Kesayetiyê yasanas û siyasetmedar û serbazî Arif Teyfur Arif Elî, bi navê )Arif Şêx Teyfur Sergelûyî Berzencî(, hatiye nas kirin. Di sala 1959 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê Ra kiriye.


Kesayetiyê yasanas û siyasetmedar û serbazî Arif Teyfur Arif Elî, bi navê (Arif Şêx Teyfur Sergelûyî Berzencî) hatiye nas kirin. Di sala 1959 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye. Nûnerê kongreya heşte‌‌m 1970 bûye û li kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û di sala 2018 bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye destnîşan kirin‌.

 

Jiyanname

Arif Teyfur di sala 1945 an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, qonaxa navendî li Kerkûk û Silêmaniyê temam kiriye û di sala 1967 bekaloryosa maf ji Zanîngeha Bexda wergirtiye. Di sala 2004 bi endamê encumena niştimanî ya demkî ya Iraqê ( Al Meclis Al Wetanî Al Miweqit Al Iraqî ) hatiye destnîşan kirin û di sala 2005 berbijêrê lîsta Hevpeymaniya Kurdistanî bûye ji bo Encumena Niştimaniya Iraqê û li piştî derçûnê bûye Cîgirê duyema Serokê Encumena Niştimaniya Iraqê. Şarezayê zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Farisî ye.


Xebatname

Di sala 1959 an de peywendiyê bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û di sala 1963 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê û heman salê peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kiriye.

 

Nûnerê kongreya heştem 1970 an de bûye û li kongreyên yazdehe‌m 1993 û diwazdehem 1999 an de bi endamê komîteya navendî Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2010 li kongreya sêzdehe‌m da bi endamê encumena serkirdayetiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di sala 2018 an de bi endamê mekteba siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin. Di sala 1970 an de li kongreya şeşem ya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê bi endamê lîjneya raperandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê hatiye hilbijartin û piştî salekê bûye endamê mekteba sekreteriyeta Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê.

 

Di dema kar kirinê da li nav rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê da çendîn erk û berpirsiyariyê wergirtiye, wekî kargêrê lîjne leqa sê 1973, berpirsê lîjneya leqa çar ya Silêmaniyê 1994, berpirsê lîjneya leqa pênc ya Bexda 2003, berpirsê lîjneya leqa çar ya Silêmaniyê 2004 Serokê Encumena Serkirdayetiya Parêzgeha Silêmanî - Helepçe 2018.  

 

Di sala 1975 piştî şikesta şoreşa Eylûlê wekî penaber li welatê Îranê jiyaye û li wir da ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve ji bo amadekariya Şoreşa Gulanê hatiye raspartin. Di sala 1976 endamê serkirdayetiya demkî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (Konferansa Berlîn) ê bûye û li piştî şehîd bûna Mulazim Seyid Kerîm, cihê navbihurî girtiye û bûye endamê mekteba siyasî.

 

Di sala 2004 bi endamê encumena niştimanî ya demkî ya Iraqê ( Al meclis al wetanî al miweqit al Iraqî ) de hatiye destnîşan kirin û di sala 2005 berbijêrê lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî ya ji bo Encumena Niştimaniya Iraqê bûye û li piştî derçûnê bûye Cîgirê duyema Serokê Encumena Niştimaniya Iraqê. Di sala 2015 serpereştyarê hêzê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye li bereya Xazir ( Dihok ) li dijî hêza Da'îş.


 


Çavkanî:

Arşîva Desteya însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.


Gotarên Têkildar

Şêx Reza Gulanî

Re‌za Mihemed Mistefa, bi navên (Şêx Reza Gulanî ـ Şêx Re‌za Berzencî), hatiye nas kirin, yasanas û siyasetmedar di sala 1963 an de Sekreterê Taybetî yê Serok Mistefa Barzanî bûye. Di sala 1964 an de li gengeşeyên navxweyî yên di nava partiyê de piştgîriyeke xwe ya tevahî bi Serok Mistefa Barzanî û zorîneyan kiriye.

Agahiyên bêtir

Pîrot Ehmed Îbrahîm

Pîrot Ehmed Îbrahîm, bi navê (Dr Pîrot), hatiye nas kirin. Di sala 1968 an de peywendiyê bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re kiriye. Li rêkefta 12 ê kanuna yekema 1989 an de ji aliyê nûnerên kongreya dehem ve bi endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin...

Agahiyên bêtir

Mihemed Salih Cuma

Mihemed Salih Îbrahîm Cum'a, ku wekî (Doktor Mihemed Salih Cum'a), tê naskirin, di sala 1953'an de endamê Desteya Damezrîner a Komeleya Xwendekarên Kurd li Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê (Sûriyeyê) bûye. Di sala 1966'an de tevlî rêxistinên Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) ya Iraqê li Ewropayê bûye. Di sala 1979'an de ji aliyê nûnerên Kongreya Nehemîn ve wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê hate hilbijartin.

Agahiyên bêtir

Kake Ziyadî Koye

Mihemed Ziyad Heme Mehmud bi navê (Kake Ziyadî Koye), hatiye nas kirin. Di sala 1931 an de piştgîriya şoreşa yekema Barzanî kiriye. Di salên 1943 - 1945 piştgîriya şoreşa duyema Barzanî kiriye. Di sala 1946 an de li kongreya yekem da bûye Cîgirê Duyemê Serokê Partiya Dêmokrata Kurd. Li 9 ê hezîrana 1963 an de peywendiyê bi rêzên hêzên Pêşmerge re kiriye.

Agahiyên bêtir

Heyder Mihemed Emîn

Heyder Mihemed Emîn, di sala 1946 an de tevlî refên Partiyê bûye. Di sala 1953 an de di kongreya yekemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de wek endamê Desteya Rêveberiyê hatiye hilbijartin û piştî demeke kurt jî wek sekreterê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hatiye destnîşankirin. Di sala 1960 an de ji aliyê nûnerên kongreyê ve wek endamê yedek ê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (Kongreya Pêncemîn) hatiye hilbijartin.

Agahiyên bêtir